ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN 2025-08-05 09:00:33   * Gelê Amedê der barê komîsyona ku li meclisê hat avakirin axivîn û destnîşan kirin ku ji bo demokratîkbûnê divê guhertinên destûra bingehîn werin kirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.   * Şêniyên gundê Îdeyê, bi salan ji bo ceryana wan û rêyên wan bên çêkirin serlêdan kirine, lê heya niha tu daxwazeke wan nehatiye pêkanîn.    * Rêxistinên ku piştgiriyê didin malbatên girtiyan ji bo girtî bên berdan, gotin: "Dewlet jî di nav de divê her kes ji bo pêvajoyê destê xwe dirêj bike."   * Di civînên gel de ku dê ya 280'emîn li Amarayê lidarxistin, baweriya bi Abdullah Ocalan, banga wî û daxwaza gav avêtinê ji dewletê derketin pêş.   * Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Gulcan Tarkan got: “Îmrali, aktoreke girîng e ku nûnertiya daxwazên siyasî yên gelê Kurd ên dîrokî dike. Lewma heke ji avakirina komîsyona li Meclisê re mebest bi rastî jî aştî be, hewceye bi Îmraliyê re diyalog hebe.”    * Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dê li Meclisê ji bo civîna ewil a komîsyona hatiye avakirin bi endamên partiyên siyasî re bicive. (11.00)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Navendî dê li avahiya xwe rapora “Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Tirkiyeyê ya Sala 2024’an” aşkera bike. (12.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê dê “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” ên li Xelfetiyê bi civîna li gundê Amarayê re bi dawî bike. (19.30)