Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye 2025-08-05 09:06:53 COLEMÊRG - Şêniyên gundê Îdeyê bi salan ji bo ceyrana wan û rêyên wan bên çêkirin serlêdan kirine lê heya niha tu daxwazeke wan nehatiye pêkanîn.  Gundê Îde yê ku ji 30 malan pêk tê û bi qasî 50 kîlometreyan dûrî Colemêrgê ye, bi salan e ji xizmetên herî bingehîn bêpar e. Ji avakirina gund heya niha, gund bê ceyran û şebekeya telefonê ye. Her çend rayedarên dewletê sozên ku bi salan dane gundiyan bi cih naynin jî, ew ji mafên herî bingehîn, bi taybetî ji tenduristî û veguhastinê jî bêpar dimînin.   Gundiyên ku debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin, bê ceyran in, ji ber vê yekê berhemên wan xera dibin. Ev pirsgirêk xwegihandina tenduristiyê jî asteng dikin. Bi salan e gelek kes ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dane.    Gundiyan gelek caran serî li CİMER, Îdareya Taybet a Bajêr û TEDAŞ'ê dane û hem elektrîk û hem jî rê xwestine. Tevî vê yekê jî, tu gav nehatine avêtin. Dewletê erkên xwe bi cih neaniye û gundiyan bi çarenûsa wan re rû bi rû hiştiye.    'EM RÊ Û CEYRANÊ DIXWAZIN'   Şukran Durgun diyar kir ku ew heşt sal in li gund dijî û got ku ne rê, ne ceyran û ne jî şebekeyên avê hene. Tevî gelek caran serlêdana Walîtiya Colemêrgê û muxtarê gund kirine jî, pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Şukran Durgunê bilêv kir ku ji ber van pirsgirêkan berê bi roj dihatin û êvarê diçûn navendê û got: "Em heşt sal in, havîn û zivistanê li vir dijîn. Ne rê, ne ceyran û ne jî ava me heye. Walî bi xwe hate vê derê, rewşa me dît û soz da. Tevî vê yekê jî, daxwazên me nayên bicihanîn. Em daxwaz dikin ku sozên xwe bi cih bînin."   Şukran Durgunê diyar kir ku ew debara xwe ji axa xwe dikin û got: "Em debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin. Lêbelê, ji ber ku ceyran tune ye, hemû berhemên ku em çêdikin xera dibin û em neçar in ku wan biavêjin. Em kîsikek ard bi hezar û 300 lîreyî dikirin û ji ber ku em nan di sarincê de nahêlin, di nav du rojan de xera dibe û em neçar in ku biavêjin."   Ayşe Erçagê jî bi bîr xist ku ji dema gund hatiye avakirin ve gund ji xizmetguzariyê bêpar maye. Erçagê bi bîr xist ku di salên 1990'î de ji ber zilma dewletê neçar mane ku koç bikin û wiha pirsî: "Ji ber ku ceyran tune ye, goşt, şîr, nan û mast xera dibin. Em perîşan û mexdûr in. Ger nexweşek me hebe, ambulans nikare were. Em rêyan, şebekeyê û ceyranê dixwazin; ev mafê me ye. Em debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin. Ji ber ku ceyran tune ye, berhemên me xera dibin û dibin çop. Ma Xwedê vê yekê qebûl dike? Ma em ne mirov in? Ma em vê heq dikin?"   MA / Zeynep Durgut