Awûstralyayê ragihand ku dê Filistînê bi awayekî fermî nas bike 2025-08-11 11:16:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekzîrê Awûstralyayê Anthony Albanese ragihand ku dê welatê wan di meha Îlonê de Dewleta Filistînê bi awayekî fermî nas bike.    Serokwezîrê Awûstralyayê Anthony Albanese, diyar kir ku heta Îsraîlî û Filistînî nebin xwedî dewlet, aştî wê tenê mayînde be û ragihand ku Awûstralya dê mafê gelê Filistînê yê avakirina dewletekê bi awayekî fermî nas bike. Albanese, destnîşan kir ku wan ji Desthilata Filistînê temînat wergirtine ku di dewleteke Filistînî ya pêşerojê de cih ji bo Hamasê tune.   Ev biryar, bi taybetî di pêvajoyeke ku ji bo naskirina Filistînê piştî şerê Xezeyê, ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, bang tên kirin, hat dayîn.    Piraniya welatên NY’ê Filistînê nas dikin û piştî şer bi qasî deh welatên din deng dan ku wê nas bikin. Di Tîrmehê de panzdeh welatên rojavayî banga naskirina Filistînê li NY’ê kirin.