Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin 2025-08-12 15:02:09   ÎZMÎR - Li navçeya Karaburunê ya Îzmîrê û li navçeya Sokeyê ya Aydinê şewat derket. Di şewata li navçeya Dîkîliyê ya Îzmîrê de jî 7 avahî bi temamî şewitîn.    Li Taxa Kuçukbahçeyê ya navçeya Karaburun a Îzmîrê li devera daristanê şewat derket û di demekî kin de belav bû. Komên Midûriyeta Daristanan a Herêma Îzmîrê bi balafirek, 2 helîkopter, 6 arazoz, wesayîtên veguhestina avê û dozerekê mudaxileyî şewatê kirin.    Duh bi şev jî di Sîteya Bîmeykoyê ya Taxa Çandarliyê ya navçeya Dîkîliyê şewat derket. Mudaxileya ji bo vemirandina şewatê didome. Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ragihand ku welatiyên di sîteyê de hatine tehliyekirin, heta niha 7 avahî bi temamî şewitîne û qismekê 4 avahiyan jî zirar gihiştiyê. Şewat, heta astekê hatin kontrolkirin.    LI SOKEYÊ ŞEWAT DERKET   Li navçeya Sokeyê ya Aydinê jî li devera bi giha şewat derket, ji ber bayê mezin bû û nêzî jîngehan bû. Şewat li devera jora Taxa Çeltîkçiyê derket û niha xebatên vemirandinê didomin.