Bi girseyî çûn taziyeya Huseyîn Suguç 2025-08-21 12:34:00 ŞIRNEX – Taziyeya Huseyîn Suguç ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrişa DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû bi girseyî hate ziyaretkirin.   Taziyeya Huseyîn Suguç (Andok Dildar) ê YPG’î  ku di 23’yê Îlona 2014’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê wî taxa Ş. Harun a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê şîn hate danîn. Şîna Suguç, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) bi girseyî hate ziyaretkirin û ji malbatê re sersaxî hate xwestin.    Girseyê heta cihê şînê bi dirûşma “Şehîd namirin” ve meş li dar xist. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, axivî û bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û ev tişt got: “Barê azadiyê li ser milê me hemûyan e. Em dizanin ku mîrate û daxwaza wan jiyana azad a li vî welatî ye. Ji bo pêkanîna hêviyên wan em ê têbikoşin. Ev bar êdî li ser milê me ye û em ê li gorî vê yekê têbikoşin.”   Serdana şînê, piştî xwendina diayan bi dawî bû.