Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin 2025-08-26 13:49:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tên ragirtin bi rêya malbatên xwe ragihandin ku gardiyan di nava provokasyonan de ne û mafên wan ên jiyanî tên binpêkirin.    Zext û tundiya li ser girtiyên siyasî yên li seranserî girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didomin. Girtiyên li Girtîgeha bi ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tên ragirtin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi malbatên xwe re axivîn. Malbatên girtiyan, têkildarî binpêkirinan agahî bi Ajansa Welat (AW) re parve kirin. Girtiyan, diyar kirin ku mafên wan ên jiyanî tên binpêkirin.    Girtiyan, diyar kirin ku gelek caran zextên li girtîgehê bi rêya malbat û parêzerên xwe xistine rojevê lê ev zext her dubare bûne. Girtiyan, da zanîn ku bi destpêkirina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd re zextên ser wan zêde bûne û ev agahî dan: “Li ser girtiyê sîyasî dixwazin pêvajoyê xira bikin. Rêveberiya girtîgehê bi tevgerên xwe yên faşîzan girtiya provoke dike. Îşkenceya fîzîkî li girtiyan tê kirin. Di meha dawî de bi taybetî piştî komîsyon hat avakirin, li vir zext û zordarî zêdê bûn. Li gorî çavderiyên me, îdareya girtîgehê li dijî pêvajoyê ye. Dixwazin provokasyonan bikin. Persanelên girtîgehê wêneyên gur li ser milê xwe dizeliqînin. Ev kiryar ne rast e.”   ‘GEF LI HEVALÊN ME HATIN XWARIN’   Di berdewamê de girtiyan daxuyand ku hevalên wan tên îşkencekirin û got: “Hevalê me Mazlum Çag li ser diyafonê tiştekî dipirse, gardiyan jê re gotinên nebaş dibêje. Dema hevalên me Mahsûn Çetînkaya û Mûrat Kaya li korîdorê bûn, Midûrê Yekemîn Alîcan gefan li wan dixwe. Hevalên me yên li dijî kamerayê derdikevin, wan diavêjin hucreya yekkesî. Li vir girtiyên bêalî hene. Dixwazin me jî bişînin korîdora wan. Me ev pirsgirêk bi parêzer, rêveberên ÎHD’ê û Wekîlê DEM Partiyê Alî Bozan re parve kirin. Her wiha bi rêya daxwaznameyan ji CÎMER’ê, Komîsyona Çavderiyê ya Girtîgehan a Meclisê û Wezareta Dadê re jî şand. Lê wezaret mudaxile nake. Em dibêjin bi diyalogan meseleyê çareser bikin lê hevdîtinê nakin. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Em ê mafên xwe yên hiqûqî biparêzin.”