Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome 2025-08-26 14:52:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de qeyrana “mûçeyan” didome.   Pirsgirêkên darayî yên di navbera hikûmeta demborî ya Herêma Federe ya Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de berdewam in. Pirsgirêk derbasî qonaxekî nû bûne. Di civînên li peyhev yên her du aliyan de merc û daxwazên nû li hev tên ferzkirin. Di vê navberê de welatiyên Herêma Kurdistanê yên mûçeyan werdigirin, dibin qurbaniyên sereke yên van pirsgirêkên di navbera her du aliyan de. Rewşa heyî wisa nîşan dide ku wê çar muçeyên îsal jî neyên dayîn.   Çend hefte ne şandeyên hikûmeta Herêmê û hikûmeta Iraqê li ser çareserkirina pirsgirêka muçeyên Herêma Kurdistanê, neft û dahatê dicivin. Lê tevî hemû civîn û komîsyonên hatine avkirin jî heta niha pirsgirêka mûçeyê çareser nebûye.   Ev du roj in şandeyek teknîkî ya Hikûmeta Demkî ya Herêmê li Bexdayê li gel Wezareta Darayî ya Iraqê têkildarî dahata navxwe di nava danûstandinan de ye. Li ser çend xalekê lihev kirine û çend xalek bi nakok jî mane û lihev nekirine. Ji bilî wê, Herêma Kurdistanê heta niha yek bermîla neftê radestî kompanya SOMO ya Iraqê nekiriye.   Heta niha jî muçeyê meha Hezîrana îsal yê xelkê Herêma Kurdistanê nehatiye dayîn. Ji bo sala bê tenê sê meh mane û ji bo budceya sala 2026’an jî divê lihevkirinek nû bê kirin. Li gorî vê heke her du hikûmet îro li ser hemû pirsgirêkan lihev bikin, hîna Bexda dikare muçeyê sê mehên bê bide.