Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin 2025-09-01 11:44:58 WAN - Welatiyên Wanê bal kişandin ser pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin: “Êdî bes e, bila ev dijminatî bi dawî bibe. Di bin navê aştiyê de bila serî li rêyên cuda nedin û pêvajoyê temam bikin.”    Welatiyên Wanê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pêkiribû, avakirina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û geşedanên piştre axivîn. Welatiyan xwestin gavên şênber bên avêtin.    Ji welatiyan Kenan Kara, diyar kir ku ji bo aştî çêbibe divê dewlet gavên şênber biavêje û got: “Aştî ji bo hemû dinya û mirovahiyê girîng e. Pêvajoya em tê de ne watedar û xweş e lê tevî aliyê Kurd gav avêtine jî dewletê tu gav neavêtiye. Em tevek dibînin ka di nava van çend mehên pêvajoyê de tiştên çawa xweş dibin. Gelê Kurd evîndarê aştiyê ye û bi sala ye ji bo vê têdikoşe. Banga me ji bo dewletê ye, heke bi rastî jî hûn micid bin ku vê pêvajoyê bi ser bixin, wê demê tavilê vê pêvajoyê temam bikin.”    'EM AŞTIYEKE FERQ Û CUDAHIYA ZIMAN Û NÎJADÊ NAKE DIXWAZIN’    Cîhan Nûrsî jî got ku ew daxwaza aştiyeke ku bikarin birûmet û bihizûr bijîn dikin û ev tişt anî ziman: “Em aştiyeke ku her kes bi yekitî û hevgirtî dijî, xwîn nayê rijandin, hêsirên çavan nayên barandin û rêz ji bo nasname û zimanê her kesî tê girtin dixwazin. Divê pêvajo tavilê tê temamkirin û micid tevbigerin. Bes e êdî ji dijminatiyê re. Bila êdî di bin navê aştiyê de serî li rêyên cuda nedin û vê pêvajoyê temam bikin.”    ‘BILA AGIR NEKEVE MALA TU KESÎ’     Tekîn Erors jî got: “Aştî, ji bo min tê wateya azadiyê. Bila êdî kes kesekî nekuje, dayik negirîn û agir nekeve mala tu kesî. Divê her du alî jî aştiyê bikin ku ciwan nemirin. Ji bo pêşerojeke baştir a ciwanan divê teqez aştî hebe.”    Şefîk Demîrel jî got daxwaza wî jiyaneke aştiyane, yekitî û hevgirtin e û wiha dom kir: “Aştî, xwişk-biratî ye. Em dixwazin bi hev re bi aştiyane bijîn. Em piştgiriyê didin pêvajoya heyî û dixwazin bê temamkirin.”    'EM ÊDÎ AŞTIYÊ DIXWAZIN’    Yagmûr Erol jî got: “Aştî, azadî ye. Aştî, bêyî cihêkariya ol, ziman û nîjadê, jiyaneke azad e. Li gorî min divê êdî peymana aştiyê bigihije encamekê. Em êdî aştiyê dixwazin. Em naxwazin ev pêvajo bişibe yên berê. Em azadiyê dixwazin.”    'DAXWAZA ME HIZÛR E’   Mehmet Duzgun jî got ew dixwazin pêvajo bi aştiyê biencam bibe û wiha pê de çû: “Di vî şerî de herî zêde dilê dayik û bavan şewitî. Bila êdî neşewite. Daxwaza me ya ji dewletê, hizûr e. Heke wiha bidome dê aştiyeke mîna gulê bibe. Banga hatiye kirin, şewitandina çekan, her tişt baş diçe, em keyfxweş dibin.”    'PERAGLEKE ŞER TÊ DE TUNE YE DIXWAZIM’   Îrem Demîr jî got: “Daxwaza me, pergaleke cîhanê ya şer tê de tune û mirov bi hev re bi keyfxweşî dijîn e. Bila kesek nemire û ji hêla fîzîkî û ruhî ve neêşin.”