Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek 2025-09-01 12:20:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku heke pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser keve dê qedera Rojhilata Navîn jî biguhere û got: “Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo konferansa “Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi zehmetî bi dest dikeve” ku ji hêla Navenda Lêkolînan a Rûdawê ve tê lidarxistin, peyamek şand.    Peyama Abdullah Ocalan ji bo konferansê şandî wiha ye:    “Beşdarên hêja,   Ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.   Ez ji bo lidarxistina vê konferansê û bi taybetî jî ji bo ku sernavê ‘Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi zehmetî bi dest dikeve’ diyar kiriye, Navenda Lêkolînan a Rûdawê pîroz dikim. Ev sernav, rastiyê bi awayekî rast nîşan dide. Me di çil salên borî de bi tecrubeyên biêş gelek caran dît ku li Tirkiyeyê aştî, îxtîmal û rewşek e ku bi zehmetî bi dest dikeve. Vê carê jî me derfeta aştiyê ‘bi zehmetî bi dest xist’, lê ji bo gihandina encamê em bi hemû hêz û hesasiyeta xwe hewl didin.   Heke ev pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bikeve, dê qedera hemû Rojhilata Navîn biguhere; dê serdemeke nû dest pê bike ku tê de li şûna şer û wêraniyan, jiyaneke demokratîk a li ser bingeha aştiyê cih bigire.   Tercîha min ew e ku Kurd, bi wan dewletên derfeta pêwendiyeke li ser bingeha civaka demokratîk didin wan re, di nav yekitî û hevgirtinê de bin. Ez vê yekê wekî ‘entegrasyona li ser bingeha civaka demokratîk’ pênase dikim. Pêvajoya ku em niha dimeşînin jî ez dispêrim ser vê esasê û di wê baweriyê de me ku dê bi ser bikeve.   Li gorî min, divê pêwendiyên di navbera Kurdan de jî bi şêweyê yekitiyeke li ser bingeha demokratîk de bin. Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek.   Ez ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim û silav û rêzên xwe yên ji dil pêşkêş dikim.   Abdullah Ocalan   Girava Îmraliyê”