Dayika Kazanhan ji dadgehê re got: Gelo hûn kujer vedişêrin? 2025-09-17 11:57:12 ŞIRNEX - Ayşe Kazanhan di danişîna doza qetilkirina kurê xwe de axivî û wiha bertek nîşanî negirtina polîs Nûrbakî Goçmez ê 2 sal û 7 meh in nehatiye girtin da: “Ev kes li ku ye, gelo hûn wî vedişêrin?”    Zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan di 14’ê Çileya 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji hêla polîsê tîmên taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Kazanhan re 12 sal derbas bûn û ji bo girtina polîsê kujer bultena sor hate derxistin lê tevî vê jî ev 2 sal û 7 meh in hêj nehatiye girtin. Danişîna 13’emîn a jinûvedarizandina bersûc Goçmez li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Malbata Kazanhan û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Baroya Şirnexê û Navenda Bîrê jî doz şopandin. Kesê bi navê Serkan ku di danişîna din de hatibû tespîtkirin ku bersûc Goçmez telefona wî bi kar aniye û biryara guhdarîkirinê hatibû dayin, tev li danişînê nebû.    Bavê Kazanhan, Mehmet Emîn Kazanhan di danişînê de got: “Zarokê min çima mir? Em dixwazin kesê ew kuştî were girtin. Çima hêj nehatiye girtin?”    Dayika Kazanhan jî got: “Ev kes li ku ye, gelo hûn wî vedişêrin? Ev kes çima nayê dîtin? Dewlet dizane ka ew li ku ye. Kurê min Kurd bû lewma hate qetilkirin. Dewlet kujer diparêz e û vedişêre. Bila kujer were girtin. Bi hezaran kes di girtîgehan de bêyî sûcekî wan hebe tên ragirtin lê kesê kurê min kuştî li derve digere.”    Parêzer Rojhat Dîlsîz jî got: “Ev 11 sal in darizandin didome û em heman tiştan dibêjin. Ev dosyaye dosyayeke pîlot e. Bultena sor derket lê bersûc bi tu awayî nayê girtin. Em dibêjin ku ev kes hêj li Tirkiyeyê dijî. Lêkolînkirina meseleyê rayeya dadgehê ye. Dm dixwazin ku qeydên bankê û HTS’ê bi hûr û kûr bên lêkolînkirin.”    HATE TALOQKIRIN     Dadgehê biryar da ku kesê bi navê Serkan bi darê zorê bînin dadgehê. Şandeya dadgehê biryar da ku xwe li benda cîbicîkirina biryara girtinê ya bersûc Mehmet Nûrbakî Goçmez were girtin û qeydên HTS’ê yên hejmara telefonê ya li ser navê bersûc Goçmez ên salekê bên lêkolînkirin. Danişîn, taloqî 12’ê Kanûnê hate kirin.