Rejîma Îranê di 3 salan de 2 hezar û 910 kes darve kir 2025-09-17 16:27:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Emîrî Muqedem da zanîn ku di nava 3 salan de li Îran û rojhilatê Kurdistanê 2 hezar û 910 kes hatine darvekirin.    Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Emîrî Muqedem, bi boneya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” amarên darvekirinê yên ji sala 2022’yan ve parve kir. Muqedem, da zanîn ku ji 26’ê Îlona 2022’yan ve 2 hezar û 910 kes li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Ji darvekiriyan 83 jê jin, 37 girtiyên siyasî û 14 jî xwepêşander bûn. Hat diyarkirin ku 4 kesên temenê wan di bin 18 saliyê de jî hatine darvekirin.    DI ÇALAKIYÊN ‘JIN, JIYAN,AZADÎ’ DE 551 KES HATIN QETILKIRIN   Li gorî daneyan, di xwepêşandanên sala 2022’yan de 551 kes hatin kuştin ku ji wan 68 jê zarok bûn, gelek kes jî ji ber gulebarana rasterast a hêzên Îranê kor bûn û ji bo bêdengkirinê piranî jî jin hatine hedefgirtin. Hat gotin ku tenê di dema xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” yên li bajarê Zahîdan ê Îranê de zêdetirî 104 kes hatine qetilkirin ku ji wan 14 jê zarok û 4 jî jin in.   BANGA JI BO NY’Ê   Her wiha hat destnîşankirin ku zêdebûna darvekirinan a piştî qetilkirina Jîna Emînî, bi armanca belavkirina tirsa di nava civakê de û bêdengkirina siyasî û rêgirtina li xwepêşandana ye. Hat gotin ku piraniya girtiyên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn, rûbirûyê îşkence û nêzîkatiyên xirab tên û ji dadgehkirina dadperwerane bêpar tên hiştin. Hat xwestin ku ev ceza ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve were lêkolînkirin.