Abdullah Ocalan: Endamên hêja yên çapemeniyê xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne 2025-09-20 19:33:24   STENBOL - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo torena 32’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad payemek şand û got: “Di pêkanîna berpirsyarî û ked dayînê de endamên hêja yên çapemeniyê, xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ne.”   32’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji bo bîranîna Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê Îlona 1992’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve li Amedê hat qetilkirin tê dayîn, li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoyê merasîm têne lidarxistin.   Aktîvîstên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Buroya Hiqûqê ya Asrin, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), hejmareke zêde ya rojnamevan û gel beşdseî merasîmê bûn. Malbatên xebatkarên çapemeniya azad Çetîn Abayay, Nazîm Babaoglû, Burhan Karadenîz, Nûjiyan Erhan, Necmettîn Salaz, Engîn Kişîn, Kemal Kiliç, Mazlum Erencî, Azîz Koyluoglû, Nesrîn Teke, Rohat Aktaş, Huseyîn Denîz, Orhan Karaagar, Nazim Daştan, Metin Goktepe jî amade bûn.   Pankarta "Bîranînên wan rêya me ronî dike" li hola ku merasîm lê hate lidarxistin hate daliqandin, wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz û xebatkarên din ên çapemeniya azad ên ku ji salên 1990’î hatine qetilkirin hatin daliqandin. Pêşangehek wêneyên ku ji arşîva çapemeniya azad hatine berhevkirin jî li ber deriyê holê hate danîn.   NAMEYA ABDULLAH OCALAN    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nameyek ji bo merasîma 32’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad  şand. Abdullah Ocalan di nameya xwe de hevdîtina xwe ya bi aqilmendê Kurd Mûsa Anter re vegot û diyar kir ku Mûsa Anter taybetmendiya rêgezî afirandiye.   Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:    “Atmosfera salên 1970'î ji aliyê Kurdan de divê baş bê fêhmkirin. Înkar di asteke bilind de bû. Rev gelekî zêde bû. Navê Kurdan jî nedihat bilêvkirin, derdora bi înkarê pêçayî bû. Te navê xwe bigota, ew bi tena serê xwe dihate wateya windakirina her tiştî. Bi destpêka salên 1970'î re min dixwest veguherîneke dîrokî bikim. Li Stenbolê ez çûm komeleyan û min gava xwe ya destpêkê avêt. Min got, 'Ez gotina Kurd bi kar bînim' û min bi kar anî. Yekemcar min Mûsa Anter li wir dît. Dîtina destpêkê û ya dawî bû.   Apê Mûsa gelekî bi qîmet û hêja ye. Piştî salên 1970'î yek ji kesayetên destpêkê ye ku dengê xwe bilind kir. Dibe ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn yekane welatparêzê cidî ye. Bi tena serê xwe weke partiyekê bû. Nîv sed salê weke partiyekê tevgeriya. Partî ava nekiribû lê belê hewl dida bi rêya wêjeyê hin tiştan bibêje. Di mijara wêjeyê de Yaşar Kemal çi be, ew jî ew e. Yaşar Kemal bi Tirkî, ew jî bi Kurdî. Ev gelekî hêja bû. Lewma xwedî taybetmendiyeke pîvanî ye. Ji xwe ji ber ku welê bû, ji aliyê kontrayan ve hate qetilkirin.   Li Stenbolê dema ku me hev dît, derfetê min çêbû ku em kêliyekê bi hev re bimeşin. Şîret li me dikir. Digot, 'Xwedî li xwe derkevin'. Me jî hewl da wê bike, hîn jî em hewl didin. Ji wê rojê em hatin vê rojê.   Niha jî em bi armanca avakirina Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyê dimeşînin. Ji bo serrxistina vê jî pêwîstî bi hewldaneke hêja û cewherî heye. Hêvî û baweriya min a ji bo serketinê mezin e.   Gava ku gotin bi heqîqetê re bû yek, gelekî bi bandor, afirîner û rêveber dibe; divê ev yek neyê jibîrkirin. Bi vê heqîqetê divê xebatkarên çapemeniyê yên hêja di vê mijarê de bi rola xwe ya tevkarî û berpirsyariyê rabin. Ev yek berpirsyariyeke dîrokî ye.    Di dawiya gotinên xwe de ez şehîdên me yên çapemeniya azad bi bîr tînim, ji xebatkarên çapemeniyê re yên ku li ser şopa Mûsa Anter hewl didin armancên wî bi cih bînin, serketinê dixwazim."