Şaxa DAD’ê ya Enqereyê rêveberiya xwe ya nû diyar kir 2025-09-21 16:43:39 ENQERE - Melahat Teke û Mûstafa Karabudak weke hevserokên Şaxa DAD’ê ya Enqereyê hatin hilbijartin.    Şaxa Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) a Enqereyê, li Navenda Giştî ya TUM-BEL SEN’ê 5’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li kongreyê bûn.    Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Enqereyê Mûstafa Karabudak di kongreyê de got: “Tirkiye ji rojên dîrokî derbas dibe. Di demeke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê didome de daxwaza me tevan jiyaneke aştiyane ye. Divê em têkoşîna aştiyê civakî bikin. Daxwaza me di welatekî hevpar de hemwelatiyeke wekhev û azad e.”    'HÊVIYA ME ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK E’    Karabudak, got ku daxwaza Elewiyan bihêzbûna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Hêviya me ew e ku azadiya xweîfadekirinê, xwebirêxistinkirinê, darizandina adilane, demokrasiya herêmî û mafên çandî bên misogerkirin. Her wiha em dixwazin pratîka qeyûm bi dawî bibe, demokrasî were xurtkirin û entegrasyona demokratîk e. Em dixwazin ku yekperestî bi dawî bibe.”    RÊVEBERIYA NÛ HATE DIYARKIRIN    Piştî axaftînan, dengdayîn hate kîrîn. Melahat Teke û Mûstafa Karabudak bûn Hevserokên Şaxa DAD’ê ya Enqereyê.