AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir 2025-09-24 10:29:17 ŞIRNEX - Malbata Taybet Înanê bi rêya parêzeran bi sedema ku “mafê jiyanê”, “mafê darizandina adilane” û “qedexeya îşkence û miameleya xerab” hatine binpêkirin, serî li AYM’ê da. AYM’ê serlêdan bi hinceta “demborî”yê red kir.    Di 19’ê Kanûna sala 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Di dema qedexeyê de Taybet Înan a 57 salî ji hêla segvanên artêşa Tirk ve hate qetilkirin. Malbata Taybet Înanê, gelek caran li 112’ê geriya lê tu midaxile nehatin kirin. Dema xizmên Taybetê Înanê hewl dan cenazeyê rakin, li dijî wan jî êriş hatin kirin. Cenazeyê Taybet Înanê 7 rojan li kolanê ma. Di vê navberê de tîyê wê Yûsûf Înan ku dixwest alîkariyê bide jî hate qetilkirin. Piştî bûyerê, Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê lêpirsîn da destpêkirin. Lê heta niha jî di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûne.    SERÎ LI AYM’Ê DAN   Malbata Înan, bi sedema ku “mafê jiyanê”, “mafê darizandina adilane”, “qedexeya îşkence û miamaleya xerab”, “berpirsyartiya lêpirsîneke bibandor” û “rêgeza rêzgirtina ji bo jiyana taybet” hatine binpêkirin, di 1’ê Çileya 2021’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku alîkariya tibbî ya ji bo Taybet Înanê hatiye astengkirin, mafê jiyanê nehatiye parastin û lêpirsîna têkildarî bûyerê baş nehatiye kirin. Di serlêdanê de, destûrnedayîna ku cenaze hefteyekê li kolanê were rakirin jî weke “binpêkirina qedexeya miamelaya xerab” hat destnîşankirin. Bi domdarî hate gotin ku ji bo dîtina berpirsyaran lêpirsîneke baş nehatiye kirin û bi vê yekê re jî “berpirsyartiya lêpirsîneke bibandor nehatiye cîbicîkirin.” Di serlêdanê de, hat bibîrxistin ku teslîmkirina cenazeyê û definkirina wê hatiye astengkirin û bi vê yekê re “mafê rêzgirtina ji bo jiyana malbatê” hatiye binpêkirin.    AYM’Ê SERLÊDANÊN TÊKILDARÎ 3 BINPÊKIRINAN RED KIR    AYM’ê,  diyar kir ku serlêdanên têkildarî binpêkirinên “mafê jiyanê”, “qedexeya îşkence û miameleya xerab” û “darizandina adilane” di pêvajoya yasayî de nehatine kirin lewma bêbingeh e û ji bo serlêdanê got “serlêdan nayê qebûlkirin.”    MAFÊ RÊZGIRTINA JI BO JIYANA MALBATÊ HAT BINPÊKIRIN    AYM’ê ji ber astengiyên li dijî definkirina cenazeyê, biryar da ku “mafê rêzgirtina ji bo jiyana malbatê” hatiye binpêkirin. Dadgehê, ji bo jiholêrakirina encamên binpêkirinê, dosya ji bo jinûvedarizandinê ji 1’emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê re şand. AYM’ê, daxwaza tazmînatê ya malbatê jî red kir.    Hevjînê Taybet Înanê Halît Înan, zarokên wê Mehmet, Omer û Abdurrahîm Înan û Halîme Akin û Azîme Tunç têkildarî biryardayîna tevdîrên definkirinê serlêdan kiribû. AYM’ê, diyar kir ku cenaze hatiye definkirin, rêyên serlêdanê xelas nebûne û serlêdana ji bo tevdîrgirtinê jî red kir.    ÇI BÛBÛ?   Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ya têkildarî qetilkirina Taybet Înan û Yûsûf Înan de tu pêşketin çênebû. Dozgeran, di hemû lêkolînên xwe de îdia kirin ku endamên rêxistinê bûne sedema mirina Înan û bi vê îdiayê nêz bûn. Dozgeriyê, ji bo were lêkolînkirin bê ka guleya bûye sedema mirina Înanê ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatiye avêtin an na, ji hêzên ewlekariyê bi xwe xwest lêkolînê bikin û wisa xwe gihand vê qenaetê. Parêzerên Taybet Înanê xwestin lêpirsîn ji hêla kesên serbixwe ve were kirin lê ev daxwaz nehate qebûlkirin. Emniyetê, nivîsek ji dozgeriyê re şand û got ku 6 roj piştî bûyerê haya wan jê çêbûye. Di sala 2020’ê de ji bo dosyayê “biryara lêgerîna domdar” hate dayin. Lê tevî vê biryarê jî faîlê bûyerê nehate tespîtkirin. Wekîla Şirnexê Newroz Uysal Aslanê di sala 2024’ê de pêşnûmepirsek da Meclisê û Wezareta Dadê bersiva “Der heqê pêvajoya lêpirsînê ku bi veşarî dihat kirin û dikeve çarçoveya xebata darazî de tu agahiyên yekser li ber destê me nînin.” Piştî biryara lêgerîna daîmî jî malbata Înan bi rêya parêzerên xwe serî li AYM’ê dan. AYM’ê, serlêdan red kir.    MA / Zeynep Durgut