Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin 2025-09-24 17:45:09     ŞIRNEX- Şîna endamê HPG'ê Adem Kûrtay ê li Zapê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat ziyaretkirin.   Li navçeya Silopiya ya Şirnexê şîna ku ji bo endamê HPG'ê Adem Kûrtay (Dijwar Berxwedan) yê hat diyarkirin di 21'ê Cotmeha 2021'ê de li herêma Zapê ya Herêma Kurdistana Federe di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye hat danîn, bi girseyî hat ziyaretkirin.    Bi pêşengiya MEBYA-DER a Şirnexê Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên rêxistina DEM Partî û DBPê yên Şirnex û navçeyên wê, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê û gelek kes bi girseyî serdana şîna endamê HPG'ê Adem Kûrtay (Dijwar Berxwedan) kirin. Dema girse gihişt cihê şînê ya li taxa Şehîd Harûn, diruşmeya "Şehîd namirin" berz kir. Di serdana şînê de ewilî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.    Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez di serdanê de got ku heke îro gelê kurd gihiştibe asta aştiyeke birûmet bi saya cangoriyên azadiyê ye û wiha axivî: “Ji aliyê dewleta Tirk ve tê axaftin bi saya cangoriyên azadiyê ye. Ji bo ev pêvajoya aştiyê bigigije qonaxekê divê dewleta Tirk ji nirxên gelê Kurd re rêzê bigire.”   Mehmet Zekî Îrmez di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a fîzîkî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi banga Rêzdar Ocalan a 27ê Sibatê pêvajoyek aştiyê dest pê kir. Îro ev pêvajo gihiştiye astekê û divê êdî bi Rêzdar Ocalan re were axaftin û şertên wî werin pêkanîn. Her wiha divê mafê hêviyê yê Ocalan were pêkanîn û Ocalan bigihe azadiya xwe ya fîzîkî.”   Piştre bavê Adem Kûrtay, Haci Kûrtay jî diyar kir ku kurê wî cangoriyê hemû gelê kurd e û sersaxiya tevahiya gelê kurd û rêvehalên kurê xwe xwest.    Piştî axaftinan dua hatin kirin.