Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin 2025-09-24 18:39:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî Hikûmeta Demkî ketin gundan, derdor bi rasthatinî hat gulebarankirin û xanî hatin talankirin.    Li gund û bajarokên rojavayê Hemayê; Horat Emorîn, Nehir El Bard, Eyn El Werd, El Rimîle, Eyn El Kirûm, Saqiyet Necim û Eyn Riweydayê, çend saetên liv û tevgera leşkerî ya hêzên Hikumeta Demkî zêde bûne û bendên kontrolê tên bicihkirin. Hêzên ewlehiyê yên girêdayî Hikûmeta Demkî lêgerînê dikin û sivîlan digirin.    Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, ragihand ku karwanekî leşkerî yê Wezareta Parastinê ya Hikumeta Demkî ku ji 100 wesayîtan pêkhatî, ketiye gundên Eyn El Werd û El Rimîleyê.   SOHR'ê da zanîn ku endamên karwanê, bêserûber gule li derdorê reşandine, heqaret li şêniyan kirine, li wan xistine û gelek ji wan girtine.   Ligel vê li gundê Horat Emorîn, gelek dikan ji aliyê çekdaran ku ji gundên derdorê hatine ve hatine talankirin û şewitandin. Tê gotin ku birîndar û kuştî jî hene.