'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê' 2025-09-25 09:55:00 WAN - Waniyan ku biryara Komîteya Wezîran a li ser "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan rexne kir, diyar kirin ku divê Tirkiye di vî warî de tavilê gavan biavêje û gotin ku heke azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan neyê misogerkirin dê zirarê bide pêbaweriya bi pêvajoyê.    Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve nebicihanîna sererastkirinên qanûnî yên der barê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxand, careke din muhlet da Tirkiyeyê. Komîteyê ji bo sererastkirinên qanûnî 9 meh muhley da Tirkiyeyê û xwest der barê cezayê muebeda giran ê dibe sedema binpêkirina "mafê hêviyê" de planeke çalakiyê amade bike. Komîteyê destnîşanî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê kir ku û got ku dikare ji bo hin guhertinên qanûnî pêşniyazan bike.    Biryara Komîteyê ya dirêjkirina demê li bara siyasetmedar, parêzer, rêxistinên mafên mirovan û welatiyan bû cihê bertekan. Gelek derdor daxwaz kir ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ku alî û birêvebirê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, demildest pêk bê.    Waniyan diyar kir ku dewletê di pêvajoyê de gavên pêwîst neavêtiye û gotin ku ev yek baweriyê qels dike. Waniyan anî ziman ku negavavêtina dewletê û nemisogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêbaweriya bi pêvajoyê qels bike û xwestin ku demildest di vî warî de gav bên avêtin.