Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin 2025-09-26 16:14:38   WAN - Jinan, ji bo meşa ku dê sibe ji bo Rojîn Kabaîşê li Wanê were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.     Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Starê dê sibe li Wanê ji bo Rojin Kabaîşê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, meşeke girseyî bê lidarxistin. Girse sibe saet di 18.00’an de dê li Parka Mûsa Anter kom bibe û ber bi AVM’a Wanê ve bimeşe.    Jinan li navenda bajêr belavok belav kirin û banga beşdarbûna meşê kirin. Di dema belavkirina belavokan de jinan dirûşmên “Rojîn Kabaîş serhildana me ye” û “Edalet ji bo Rojînê, edalet ji bo her kesî” berz kirin.   Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varlı û Hevşaredara Wanê Neslihan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî tev li xebata belavkirina belavokan bûn.