Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan 2025-09-27 15:43:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat xwestin ku girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan.   Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş di hefteya 577’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Sakaryayê kom bû. Endamên rêxistinên girseya demokratîk û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tevlî çalakiyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Seyad Erîşmîş ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Erzîncanê. Hate xwestin ku Erîşmîş were berdan.   STENBOL   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê cara 705’emîn a çalakiya “Rûniştina F”, li ber avahiya şaxê ya li Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiyê de îşaret bi rewşa girtiya nexweş Hatîca Yildiz a Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê hat kirin. Di çalakiyê de pankarta “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” hat vekirin û bênavber dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.