Trump: Me di warê bidawîkirina şerê Ûkraynayê de pêşketineke mezin pêk anî 2025-11-26 12:23:14     NAVENDA NÛÇEYAN – Trump daxuyand ku di pêwendiyên dîplomatîk ên di warê bidawîkirina Şerê Rûsya-Ûkraynayê de pêşketineke berbiçav pêk hatiye.    Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump daxuyand ku di warê bidawîkirina Şerê Rûsya-Ûkraynayê de pêşketineke berbiçav pêk hatiye. Trump diyar kir ku ew ê yekser hevdîtinê bi Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî re hevdîtinê bike.    Trump, daxuyaniya xwe li ser platforma sanal Truth Socîal ku xwediyê wê ye, kir. Trump di daxuyaniya xwe de wiha got: "Hefteya borî, tîma min di warê bidawîkirina şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de pêşektineke mezin pêk anî." Trump ku hefteya borî daxuyandibû 25 hezar leşker jiyana xwe ji dest dane, got: "Ger ez serok bûma, qethiyen dê ev şer çênebûna."    Her wiha Trump bal kişand ser pêşnûmaya 28 xalî ku hefteya borî ji aliyê DYA'yê ve berpêşî Kîevê hatibû kirin û di dawiya hefteyê de li Cenevreyê di vî warî de di hevdîtina bi beşdariya rayedarên Ûkraynayê û DYA'yê re li ser metnê pêşketineke mezin çêbûye. Trump daxuyand ku tenê çend sernav mane ku li ser lihevkirin çênebûye.    DÊ BI PÛTÎN Û ZELENSKÎ RE HEVDÎTINÊ BIKE   Trump daxuyand ku dê nûnerê wî yê taybet Steve Witkoffbiçe Moskovayê hevdîtinê bi Pûtîn re bike û Wezîrê Hêzên Bejahiyê yê DYA'yê Dan Driscoll jî dê hevdîtinê bi şandeya Ûkraynayê re bike.    Trump got: "Dê bi Cîgirê Serok JD Vance, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Şer Pete Hegseth û Midûrê Nivîsgegê Susie Wiles re der barê hemû geşedanan de bê agahdarkirin." Trump got ku gava peymana aştiyê bigihê encama dawî dê rûbirû hevdîtinê Pûtîn û Zelenskiy re hevdîtinê bike.