Çar sal û 2 meh cezayê hefsê dan Altayli 2025-11-26 14:33:23   STENBOL - Di danişîna duyemîn a doza rojnameger Fatih Altayli de ku bi îdiaya “gef li serokkomar xwariye” tê darizandin, 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn.    Danişîna 2’yan a rojnameger Fatih Altayli ku ji ber gotineke li ser weşana YouTubeyê bi îdiaya “gef li serokkomar xwariye” tê darizandin, li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Dadgehê, biryraa 4 sal û 2 meh cezayê hefsê û domandina rewşa girtî da.