Bi hinceta ‘li derî xistine’ cezayê disiplînê dan 10 girtiyan

  • rojane
  • 10:27 26 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tevî kamerayan tespît nekirine jî bi îdiaya “li deriyan xistin û bûn sedema tirsê” cezayê disiplînê li 10 girtiyan hate birîn. 

 
Girtiyê bi navê Cîhan Ayverdî ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin, di 27’ê îlonê de bi ser hişê xwe çû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dest û lingên Ayverdî hatin kelemçekirin û ji ber ku Ayverdî “tedawiya bi kelemçeyê” qebûl nekir, bêyî were tedawîkirin dîsa anîn girtîgehê. Hat zanîn ku ji ber nexweşiya dil, Ayverdî dîsa bi ser hişê xwe çû. Li ser vê yekê hevalên wî pê li butona alîkariyê kirin. Ayverdî, piştre dîsa sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Di vê navberê de hevalên Ayverdî ku xwestin derheqê rewşa wî de agahî bigirin û derketin korîdorê. Ji ber qelebalixê, dengê butonê nehat bihîstin û derheqê 10 girtiyan de bi îdiaya ku li deriyan xistine lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. 
 
GIRTÎ: ME XWEST AGAHIYAN BIGIRIN
 
Lêpirsîn, ji hêla Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê ve hate destpêkirin û di 12’ê cotmehê de biryar hate dayîn. Di lêpirsînê de parastina devkî û nivîskî ya girtiyan hate girtin. Girtiyan, got ku bersiva butonê nehatiye dayîn û ji ber vê sedemê, ji bo ku derheqê Ayverdî de agahiyan bigirin li derî xistine. Girtiyan xwestin ku lêpirsîna disiplînê were betalkirin. 
 
‘DEST Û LINGÊN MIN KELEMÇEKIRÎ BÛN’
 
Cîhan Ayverdî jî di parastina xwe de wiha got: “Roja 27’ê îlonê saet derdora 20.30’an de bi ser hişê xwe çûm. Ez birim nexweşxaneyê. Min çavên xwe li nexweşxaneyê vekirin û nayê bîra min bê ka çi bi min hatiye. Dema min çavên xwe vekirî, min dît ku dest û lingên min kelemçekirî ne. Min ji cendirmeyan xwest ku kelemçeya di lingê min de derxînin. Peywirdarê saziyê yê wê demê li wir jî şahid e. Dema peywirdarê saziyê ne li wê derê, cendirmeyan ji min re gotin; ‘tu terorîstî’ û heqaret li min kirin. Bêyî ku miayene bibin vegeriyam girtîgehê. Di 23.00’an de dîsa bi ser hişê xwe çûm. Dîsa ez birim nexweşxaneyê. Nayê bîra min bê ka çi qewimî ye.” 
 
'HER ÇEND KU BI KAMERAYAN NEHATIBE TESPÎTKIRIN JÎ...’
 
Lijneya Disiplînê jî piştî midûrên saziyê, îfadeyên girtî û hikûmxwaran û girtekên di dema bûyerê de hatine girtin, ev nirxandin kir: “Her çend ku di qeydên kamerayan de nehatibe tespîtkirin ku girtî û hikûmxwaran re li deriyan xistiye, liv û tevgera di dema bûyerê de û li gorî îfadeyên personelan, ji qawîşên behsa xeberê deng hatine, li deriyan hatiye xistin û deng hatiye derxistin.” 
 
QEDEXEYA HEVDÎTINÊ YA JI BO 3 MEHAN
 
Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê di biryara xwe de got ku di dîmenên kamerayan de Erkut Açan, Ramazan Yilmaz û Huseyîn Karahan nehatine ber deriyan û Cîhan Ayverdî jî li nexweşxaneyê bû lewma derheqê wan de biryara “hewcehî bi cezayê disiplînê nîne” da. Ji bo girtî Ferhat Gultek, Mûstafa Kutay, Kemal Polat, Mehmet Şîrîn Polat, Ridvan Barût, Mehmet Ruhî Bakir, Nûrettîn Cengîz, Firat Ertunç, Cîbrahîl Kurt û Serhan Aksîn jî bi îdiaya “Gotin an jî kirinên ku di nava saziyê de rê li ber tirs, fikar û rageşiyê vedikin kirine” ji bo 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan re da. 
 
TESPÎT TUNE YE, CEZAYÊ HERÎ GIRAN DAN
 
Tevî ku lijneyê ji qeydên kamerayan tespît nekirin bê ka girtiyan li deriyan xistine yan na jî, cezayê herî giran ê di rêziknameyê de da. 
 
GIRTIYAN ÎTÎRAZ KIRIN
 
Piştî cezayên disiplînê, girtiyan li Dadgeriya Cezayên Înfazê ya Amedê îtîraz kirin. 
  
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

21/11/2023
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin