Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir

  • rojane
  • 22:18 16 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Li Amedê nobedên rûniştinê ku li dijî tayinkirina qeyûm hatine destpêkirin, li ber avahiya Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê bi wesileya Cejna Qurbanê bi konserê ve berdewam kir.
 
Li Amedê li dijî tayinkirina qeyûm a ser Şeredariya Colemêrgê, nobeta rûniştinê li ber avahiya Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Nobeta îro bi wesîleya Cejna Qurbanê bi konsera hunermend Azad Bedran ve berdewam kir. Li navçeyên Amedê jî gel bi tevlibûna konserê nobedên xwe yên îro li ber Şeredariya Bajarê Mezin domandin. Welatiyên ku li ber şeredariyê kom bûn li vir cejna hev û du pîroz kirin. Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bucak, hevşeredarên navçeyên Amedê û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Erziromê Meral Daniş Beştaş û Parlamentera Amedê Adalet Kaya jî beşdarî konserê bûn.
 
Hevseroka DEM Parti ya Amedê Pinar Sakik Tekin ku di konserê de axivî û bi lêv kir ku di cejnê de jî berxwedana wan a li dijî qeyuman berdewam dike û wiha got: “Bêtehamuliya desthilata AKP û MHP'ê ya li dijî destkêftiyên kurdan berdewam dike. Çawa ku me bi hev re ew destkêftî bi destxistin, dîsa em ê bi hev re van destkêftiyên xwe biparêzin. Em li vir in. Têkoşîna me berdewam dike wê berdewam bike.”   
 
'GELÊ ME XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERDIKEVE' 
 
Piştrê jî Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bo me pêvajoyeke dijwar e. Gelê me xwedî li îradeya xwe dertê. Em dixwazin rêz ji hilbijartinan bê girtin. Gelê me bi vê bawerî û vîna xwe li vir e. Em partiyeke ku bi rêveberiya herêmî bawer dike ne. Ji ber vê yekê gelê me li 79 şeredariyan namzetên Partiya DEM’ê hilbijartin û weke îradeya xwe nîşan dan. Divê vê îredeyê re rêz bê girtin. Di van 8 salên qeyyum de taxrîbateke mezin derket hole. Em jî ji bo vê taxrîbatê ji holê rakin şev û roj dixebin.”
  
'HEZA HERÎ MEZIN GEL E' 
 
Piştre Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku nobeda wan a li dijî tayinkirina qeyyum îro dê bi konserekê berdewam dike û ev tişt gotin: “Di dema pîrozkirina cejnê de jî li hemû şaredariyan li dijî tayinkirina qeyyuman berxwedanek heye. Bersiva herî tund li hemberî kesên ku dixwazin desteserkirina îradeya gel bi qeyûman bidomînin, berteka gel e. Behsa biratiyê dikin. Ferqa dengê gelê Amedê û dengê gelê Yozgatê çi ye? Biratî pêşî bi wekheviyê pêk tê. We dest danî ser Şaredariya Amedê. Hevşaredar Selçûk Mîzrakli hê jî di girtîgehê de ye. Em baş dizanin ku we sûcê herî mezin bi destdanîna ser vîna gel pêk aniyê.  Bi vê minasebetê em silavên xwe ji Selçûk Mîzrakli, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî re dişînin. Dixwazin bi rêya girtîgehan tewandina serî li kurdan ferz bikin. Yekane daxwaza kurdan ew e ku di nav Neteweya Demokratîk de bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li kurdan bi tayinkirina qeyyuman didomîne. Lê wan fêm nekir ku ev gel sed sal e serî li ber van polîtîkayan netewandiye. Em li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin. Em ê tu carî serî netewînin. Li dijî tayinkirina qeyuman hêza herî mezin wê berxwedan û xwedîderketina gel be.”
 
Piştî Beştaş Azad Bedran jî berî stranan bêjê axaftineke kurt kir û got: “Em çiqasî serketî û mezin bin, ew ê ew qas xemgîn bibin. Ji ber vê yekê, bijî berxwedana we, bijî kenên me, em çiqasî bi coş bin ew qas xemgîn bibin. Belkî îro ew ronahiya me asteng dikin, çiqasî asteng bin jî, divê em profesyoneltir bin, çiqasî me asteng bikin, ewqas hewcedariya me bi serkeftinên mezintir hene. Silav û silav ji we hemûyan re.” 
 
Piştî axaftinê Bedran bi stranên xwe coş da nobedên rûniştinê. Gel jî bi gerandina guvendan nobedên rûniştinê wek şahiyeke domand.  
 

Sernavên din

04/07/2024
14:45 Doza tezmînatê ya Fîncanciyê hate taloqkirin
14:34 Cezayên li rojnamevanên kurd hatin birîn di rojeva Meclisê de ne
14:26 Li Reqayê êrişa DAIŞ'ê : Şivanek hat kuştin yek jî winda ye
14:14 Cezayê li 8 rojnamegeran hatine birîn dê li 3 bajaran werin protestokirin
13:51 Girtî: Mafê me yê dermankirinê tê astengkirin, em di bin şertên nebaş de ne
12:44 Li ser rêya Amed- Êlihê qeza çêbû: Yek jê zarok 14 kes birîndar bûn
12:10 Rapora şewatê: Di xetên ceyranê de sîgorte tune bû
12:10 Îdianameya der barê kuştina rêveberê DEM Partiyê de hat amadekirin
12:10 ‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’ bi sirûdan didome
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Laura Castel: Li Guatemalayê jî rejîmekî wiha ya tecrîdê nehatiye dîtin
10:17 Artêşa tirk sewqiyata tankan a li Herêma Kurdistanê didomîne
10:09 MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne
09:47 Ji avakirina komarê heta niha nîjadperestî qet neguherî
09:44 Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir
20:27 Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 42'yemîn de ye: Em ê li qadan bin
16:39 DEM Partiyê bi bihayê kirêyan TUÎK derewand
16:37 Guzel ê 31 sal in dihat ragirtin bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
16:37 Li Îzmîrê şewat li daristanê ket
16:29 Li Wanê daxuyaniya têkildarî ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’
16:10 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 8 jê hatin berdan
16:09 Kûrtûlmûş ji bo destûra bingehîn a nû bi Hevserokên Giştî yên DBP’ê re hevdîtin kir
15:50 MKG: Em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêndeng nemînin
15:23 Rojnamevanan bertek nîşanî ceza dan: Desthilat darazê weke çûvî bi kar tîne
14:40 Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN