Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’

  • rojane
  • 09:04 28 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - PKK’ê têkildarî banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê daxuyaniyeke nû da û got: “Hêvîdarin şert û mercên xebatê yên azad ên Rêber Apo ava bibin ku bikare kongreya partiyê li dar bixe.” 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û nîqaşên têkildarî bangê didomin. PKK’ê piştî banga Abdullah Ocalan, di 1’ê Adarê de daxuyanî da û got ku ew ê li gorî banga Abdullah Ocalan tevbigerin û agirbest ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo kongre bicive divê mercên ewlehiyê ava bibin û Abdullah Ocalan bi xwe kongreyê birêve bibe. Bi ser bang û daxuyaniyê re nêzê du meh derbas bûn lê heta niha jî dewlet-îktîdarê tu gav neavêtine. Li hêla din medyaya nêzî hikûmet ji bo kongreya PKK’ê dîrokên cuda dixe rojevê. 
 
Di demeke nîqaş didomin de PKK’ê têkildarî geşedanan daxuyaniyeke nû ya girîng weşand. Li gorî nûçeya ANF’ê, Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya xwe de got ku ew li benda guherîna rewşa Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ne. Her wiha hat gotin ku divê mercên jiyaneke azad û xebatê yên Abdullah Ocalan bên afirandin ku bikare kongreyê birêve bibe. Di heman demê de daxuyaniyên PKK’ê yên berê jî hatin bibîrxistin û hate gotin ku xwedî heman helwest û biryardariyê ne. 
 
'AŞTIYEKE BÊYÎ AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ NABE’ 
 
Di daxuyaniyê de PKK’ê bal kişand ser 1’ê Gulanê Cejna Karkeran û kesên di berxwedana 1’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevgera me û gelê me vê 1’ê Gulanê li ser bingeha 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de daye, dijîn. Eşkere ye ku aştî bêyî azadî û demokrasiyê nabe. Bêyî aştiya Kurdistanê ne mimkûn e ku li Rojhilata Navîn û cîhanê dawî li pevçûnan bên û aştiyeke rasteqîn pêk were. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst a cîhanî li ser esasê parçekirina Kurdistanê û serdestiya wê ya mêtinger ava bû. Lewma aştiya rasteqîn a li cîhanê û Rojhilata Navîn tenê bi aştiya Kurdistanê re dikare pêk were. Civaka demokratîk sekneke cewherî ye ku li gorî xwezayê mirovahiyê ye. Ev civak civakeke aborî, ekolojîk, azadiya jinê, konfederalîzma demokratîk û sosyalîst a demokratîk e. Di roja me ya îro de ji her kesî bêhtir pêwîstiya jinê û Kurdan ên bindest bi aştî û pêşxistina civaka demokratîk heye. Ji ber vê yekê gelê me û dostên me di serî de jin û ciwan wê wateya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kûrtir fêm bikin û çalakiyên 1’ê Gulanê veguherînin geşkirina vê hişmendî û çalakiyê. Bi belavkirina paradîgmaya modernîteya demokratîk li cîhanê re, wê di her qadê de hişmendiya enternasyonalîst a sosyalîst a demokratîk û hevgirtinê bi pêş bixin.”
 
'DIVÊ BIKARE KONGREYÊ BIRÊVE BIBE’ 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku PKK xwedî li banga 27’ê Sibatê derdikeve û wiha hate domiya: “Gelê me û raya giştî ya demokratîk baş dizane ku em weke Tevger û gel bi hemû hêza xwe xwedî li banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya ji bo aştî û civaka demokratîk derketin û ev 2 meh in em hewl didin vê bangê rast fêm bikin û bi awayekî serketî pêk bînin. Me di daxuyaniyên xwe yên 1'ê Adarê û Newrozê de ev helwest bi zelalî anî ziman. Tevî taktîkên taloqkirinê û êrîşên leşkerî yên desthilatdariya AKP'ê jî, em vê helwesta xwe didomînin. Ji ber em di ferqa zehmetiya çareserkirina pirsgirêkên heyî de ne, lewma em bi bêhnek fireh tevdigerin û hewl didin ku nebin aliyê ku pêvajoyê xira dike. Heyeta DEM Partiyê daxuyaniyên xweşbînî dike. Em dibihîzin ku Rêber Apo bi hêvî ye û xebatên xwe didomîne. Lê belê ji bo tiştên ku di banga 27'ê Sibatê de hat gotin bê pêkanîn, heta niha gavên şênber nehatine avêtin. Em hêvî dikin ku ev rewş biguhere, Rêber Apo bikaribe azad bijî û bixebite û kongreya partiyê ya ku her kes bi kelecanekê li bendê ye bi rê ve bibe.” 
 
'DEM DEMA GUHERÎN Û VEGUHERÎNÊ YE’ 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em careke din gelê xwe û dostên xwe hişyar dikin û bang li wan dikin ku banga 27'ê Sibatê rast fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27'ê Sibatê ne bangek e ku dewlet an jî hikûmet tiştekî bide me ye. Berovajî vê ev bang bi hişmendiya azadî û demokrasiyê perwerdekirin, rêxistinkirin û demokratîkkirina civakê ye. Aştî tenê li ser vê bingehê dikare were bidest xistin û civakeke demokratîk tenê bi vê têgihiştinê were avakirin. Ji ber vê yekê divê ti kes ne di rewşa bendewariyê de be. Li gorî bingeha yekitî, hevgirtin û têkoşînê ya 1'ê Gulanê divê her kes seferber bibe û ji bo pêşxistina hişmendiya civakî ya demokratîk, rêxistinbûn û yekitiya hemû bindestan bixebite. Divê her tişt li ser vê bingehê bê bidest xistin.
 
Beriya her tiştî divê mirov zîhniyet û şêwaza jiyana xwe biguhere. Banga Aştî û Civaka Demokratîk beriya her tiştî banga şoreşa zîhniyet û jiyanê ye. Divê ev rastî pir baş were fêhmkirin. Di xeta aştî û civaka demokratîk de dema guhertin û veguhertinan hatiye û vê pêvajoyê êdî destpê kiriye. Çiqas li ber xwe bidin jî wê ti kes nikaribe li derveyî vê guherîn û veguhertinê bimîne. Rêber Apo guhertin û veguhertina xwe ya şoreşgerî pêk aniye. PKK’ê jî li ser vê bingehê guhertin û veguhertina pêwîst dijî. Li ser vê bingehê hemû gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd wê guhertin û veguhertina demokratîk pêk bînin û ev yek wê li tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe sedema guhertin û veguhertina demokratîk. Hem 1’ê Gulanê hem jî meha Şehîdan wê bibe wesîleya ku gel û dostên me di pêşengiya jin û ciwanan de guhertin û veguhertineke bi vî rengî bijîn.
 
Li ser van bingehan em careke din 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran, jin û ciwanan, hêzên sosyalîst û şoreşger pîroz dikin. Em di şexsê hevrê Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr û Hozan Mizgîn de hemû şehîdên meha Gulanê bi hurmetî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li her deverê, bi awayekî çalak û xurt beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin!”
 

Sernavên din

07/06/2025
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat
09:00 Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
09:00 ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:55 Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
06/06/2025
16:57 Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
16:35 Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:55 Girtiyê 30 salî Kar hat berdan
15:09 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
13:15 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
12:11 Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
11:48 Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
11:47 Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
11:35 Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
11:35 Ji bo teqawitan cejn nîn e!
11:34 Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
10:47 'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
10:27 Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
09:20 Bi navê 'malbata pîroz' êrîşên li ser mafên jinan
09:07 Ji Alain Baiou ji Ocalan re name: Em heta dawiyê li cem te ne
09:01 Girtiyên nexweş ên li Edene û Osmaniyeyê li ber mirinê ne
09:01 Soydan Akay: Divê berdêla çekdanînê aştî û avakarina civaka demokratîk be
09:00 ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:11 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
07:51 Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
05/06/2025
17:44 Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
16:38 Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:21 Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
16:14 Li Ebexê 'Bostanê Bajar a Jinan' hat vekirin
15:44 Di êrîşa Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan
15:38 Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
15:32 Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
15:25 Li Basayê nexweşiya tebekê
15:22 DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
14:48 Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
09:06 'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
09:05 Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
09:03 Roja Hawirdorê ya Cîhanê: Krîza avhewayê mezin dibe
09:02 ‘Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin’
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
04/06/2025
16:40 Li Licê û Pîran serdana goristanan
15:31 Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
15:04 Rapor: Binkirasên xizmên girtiyan jî kontrol dikin
14:38 Ji DEM Partiyê li hember dîmenên binçavkirinê bertek: Bêçareya siyasî
13:59 Li Wanê ji bo protestoya qeyûm ceza
13:55 Li Qoserê mirina jinekê ya bi guman
13:30 Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreyê kirin
13:21 Li Îzmîrê grev di roja 7'emîn de ye
13:20 DFG: Di meha Gulanê 78 rojnameger hatin darizandin
12:50 Serxwebûnê xatir xwest: Ji bo destpêkeke nû…
12:44 Di teqîna 5'ê Hezîranê de birayî wî hatibû qetilkirin: Divê dewlet lêborînê bixwaze
11:54 Tevahiya perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand
11:26 10' emîn Pakêta Darazê hate qebûlkirin: 8 xal hatin derxistin
11:18 Li Rihayê di du salan de li hemberî 6 hezar û 287 zarok û jinan 13 sûc hatin kirin
10:38 Girtiyê nexweş ê ku hat berdan Başaran: Di pakêta darazê de tiştên dihatin hêvîkirin tunebûn
10:32 Piştî kongreyê yekem lêkolîn: Piştgiriya ji bo biryara PKK'ê ji sedî 71.5 e
10:19 Ji OHD'ê têkildarî 'mafê hêviyê' plana çalakiyê ya 3 mehan
09:53 Andy Carl: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê tevlêbûna rêberên siyasî şert e
09:39 Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger: Divê sosyalîst di pêvajoyê de perpirsiyariyê tevbigerin
09:22 Lêpirsîna ÎBB'ê: Şaredar jî di nav de 22 kes hatin girtin
09:07 Analîstê daneyan Stevenson: Teknolojiya sûnî di îstîsmara zarokan de xetereyeke nû ye
09:06 Piştî dekbaz nehatin dîtin tedbîr ji bo malên şîrketa firoşkarê krîpto hate dayîn
09:05 Halîde Turkoglû: Bila hemû jin di ronesansa Rojilata Navîn de cih bigrin
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2025'AN
07:40 Li Helebê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
07:39 Nameya ku Abdullah Ocalan ji bo kongreya PKK'ê şandibû hat weşandin
03/06/2025
15:26 Li Mêrdînê gel Şîrketa GES'ê ji gund qewirand
15:24 Zîhniyeta ku bi salan e neguheriye: Yên binçavkirî bi yek rêz derxistin pêşberî kamerayan
15:11 Ji bo statû û perwerdehiya Kurdî meşiyan Tirba Ehmedê Xanî
15:01 Karsazên hatin kuştin hatin bîranîn: Aştî rûbirûbûn e, darizandina kujeran e
14:14 Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
14:07 Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin
12:42 Tulay Hatîmogullari: Dema me zêde nîn e, pêwîstî bi paqijiya rê heye
12:39 Navên Durre Kaya û Muhsîn Melîk dê li Curnê Reş bên parastin
11:54 Li gorî TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyon ji sedî 35,41 e
11:45 Dadgehê, qedexeya li ser navê 'Mem û Zîn' rakir
11:36 Ji MKG'ê rapora meha Gulanê: 5 lêpirsîn, 6 doz, 1 girtin
11:23 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e
10:27 Jinên Kurd li 4 parçeyên welêt ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin
09:58 ENAG: Enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 3,66 zêde bû
09:20 Di meha Gulanê de li Îranê 152 kes hatin darvekirin
09:13 Li Marmarîsê erdhej: Kesek mir
09:07 Bîra Dêrsimê hedef tê girtin
09:05 Juliana Gozen: Divê em bibin kirdeyên pêvajoyê