Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih

img
RIHA – Şaxa OHD’ê ya Rihayê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tokatê rapor amade kir û xwest CPT, TÎHEK û wezaretên edaletê û tenduristiyê peywirên xwe bînin cih. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, rapora xwe ya li ser binpêkirina mafan a li Girtîgeha Tokatê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Hevberdevkê Komîsyonê Serhat Kûrt li civîna li avahiya komeleyê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku wan beriya niha raporên li ser Girtîgeha Tokatê amade kirine û tê dîtin ku pirsgirêk her ku diçe mezintir dibin.
 
Kurt da zanîn ku ji ber ku ferzkirina lêgerîna dev yên li nexweşxane û revîrê qebûl nakin, girtî ji mafên xwe yên tenduristiyê bêpar tên hiştin û wiha got: "Ji ber vê sedemê, muayeneyên tenduristiyê yên girtiyên 7 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin, tedawiya nexweşên giran tê xerakirin û rewşa wan giran dibe. Ev yek bi awayekî vekirî binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyan û qedexekirina tedawiya li derveyî mirovahiyê ye." Li Kurt da zanîn ku çaresernekerina pirsgirêkên tenduristiyê li dijî rûmeta mirovahiyê ye û wiha got: "Li şûna başkirina şert û mercên tenduristiyê, rêveberî tiştîen nemirovane rewa bike. Rêveberiya Girtîgeha Tokatê ji her binpêkirina mafan a li girtîgehê berpirsyar e. Divê rêveberî bi vê hişmendiyê tevbigere."
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Kurt der barê girtiyên nexweş de ev agahî parve kirin: Şukru Abdo (Hîpertansiyon), Cemal Ozguç (Rîska windakirina çav, katarakt heye), Yunus Şimir (Nexweşê dil), Mehmet Tiryakî (Şarapnel di serî de, Tespîta nexweşiya prostatê) Îzbat Orhan, (nexweşê EFM), Suat Oguz (Ciger, hipertansiyon, prostat, gastrit), Aydin Degîrmencî (Kansera Kolonê), Mehmet Şîrîn Kaya (damarên çep û rast qût bûne), Hasan Demîrtaş (nexweşê behçet) û Omer Yaman,  (70 salî, bi nexweşiya hîpertansiyonê dikeve).
 
Kurt anî ziman ku ji ber kêmaniya baldariya tibî û şopandina pêwîst nexweşiya girtiyan zêde bûye û wiha got: "Di rêziknameya Nelson Mandela de tê xwestin ku girtî bi heman pîvanê xwedî li xizmeta tenduristiyê derkevin. Lê belê li Girtîgeha Tokatê jî ev pîvan bi cih nayên anîn." Kurt binpêkirina mafan a ku girtiyên nexweş rûbirû dimînin rêz kir. Kurt got ku divê demildest girtiyên nexweş ên giran bên dermankirin û sewqî nexweşxaneyan bên kirin.
 
BETAL Û TALOQKIRINA ÎNFAZÊ
 
Kurt der barê girtiyên ku înfazên wan hatin taloqkirin û hatin şewitandin de wiha got: "Ji girtiyên di Lijneya Şopandina Îdarî de pirsên siyasî tên kirin û bersivên ku der barê PKK'ê û Birêz Abdullah Ocalan de tên dayîn ji bo dirêjkirina înfazê wek hincet tên nîşandan. Adnan Çelebî 2 caran, Mehmet Sayilgan 5 caran, Ferît Şahîn 6 caran (di lijneya 7'emîn de serbest hatin berdan), Îlhan Talay yek car (di lijneya 2'yemîn de serbest hat berdan) û Kamuran Taş 2 caran înfaz hat taloqkirkin. Înfazên Aydin Degîrmencî û Mehmet Şîrîn Kaya hatine şewitandin."
 
BINPÊKIRINA MAFAN
 
Kurt diyar kir ku divê ferzkirina poşmaniyê û pirsên siyasî bên rakirin, dirêjkirinên înfazê bên rawestandin û mafên girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin bên sererastkirin. Kurt hin binpêkirinên mafan ên di rapora 27 rûpelî de cih digirin wiha rêz kir: "Sînordarkirina mafên telefon û banga bi dîmen a girtiyên siyasî yên li saziyên cezayê tên girtin li gorî girtiyên edlî cudakariya li dijî mafên mirovan e. Ji me re hat ragihandin ku lêgerînên li girtîgeha Tokatê gelek caran gihîştine asta tacîza li hemberî girtiyan, pirtûk, weşan û qenalên TV hatine sansurkirin. Sirgûnkirina girtiyan û redkirina daxwazên wan ji bo veguhastina cihên ku malbatên wan lê dijîn mafê rêzdariya jiyana taybet û mafê dermankirinê tên binpêkirin."
 
BANGA LI RAYEDARAN
 
Kurd bang li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Edaletê, TÎHEK û Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê kir ku ji bo binpêkirina mafan berpirsiyariyê bigirin ser xwe û wiha got: "Şert û mercên girtiyên nexweş, şert û mercên fîzîkî yên girtîgehê û muameleya bêhiqûqî ya li ser girtiyan, mafên ku di encama biryarên Desteyên Şopandinê yên Îdarî yên ji ber darvekirinê li saziyên girtî yên înfazê û lêkolîneke bi bandor a îdarî û edlî hatine binpêkirin û divê were dabînkirin Zêdebûna binpêkirina mafan ên li girtîgehan dewam dikin, bang li rayedarên dewletê dikin ku tavilê ji bo avakirina mekanîzmayên kontrolê yên serbixwe li gorî qanûnên neteweyî û navneteweyî, xebatên pêwîst bidin destpêkirin."
 
DI RAPORÊ DE ÇI HEYE?
 
Di 5 rûpelên destpêkê yên raporê de danasîn, armanc, rêbaz, hevdîtina li girtîgehê û berhevdana raporên berê yên girtîgehan hene. Di berdewamiya raporê de beşeke berfireh di bin sernavên binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab, pirsgirêka referansê, lêgerînên li hundir, lêgerînên biçûkxistinê, binpêkirina prensîba wekheviyê, desteya şopandina îdarî, pirsgirêka mafê telefonê, azadiya ramanê, mafê tenduristiyê, binpêkirina mafê jiyana taybet, binpêkirina mafê hêviyê heye. Rapora ku nirxandinên li ser rêveberiya girtîgehê hatine kirin jî di nav de bi encamnameyê û beşa bi pêşniyarên ku ji 36 sernavan pêk tê bi dawî dibe.
 

Sernavên din

08/05/2025
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket
12:06 Li Xana Axparê navê Onder li cadeyekê hate kirin
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Her kes berpirsiyarê ziman e’ derket
11:40 Dema binçavmayinê ya êrişkar Tengîoglû dirêj kirin
11:36 Serdanên ji bo şîna Onder dest pê kirin
11:36 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 73.88’ê
TUÎK: Enflasyon derket ji sedî 48.73’yê
10:55 MKG’ê rapora xwe ya meha Nîsanê aşkera kir
10:42 Di 10 salan de tenê daxwazek qebûl kirin: Doz bêencam tê hiştin
10:17 DAIŞ’ê li Dêrazorê êriş kir
10:16 ‘Onder aştî weke wesiyet ji me re hişt’
09:50 Kesên tev li şîna Onder bûn: Em ê têkoşîna wî mezin bikin
09:47 Kesên teqawît di nava lepên krîzê de ne: Mûçe têra kirê nakin
09:27 AYM’ê ji bo girtina Songul Kapanci ya bi heman hincetê biryara binpêkirinê da
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2025’AN
08:53 Ciwanên Amedê ji bo Onder pankart daliqandin: Oxir be qasidê roja me
04/05/2025
19:34 Malbata Onder û DEM Partî dê sibe şînê danin
19:23 Amedsporê Adanaspor 4-0 têk bir