Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e 2025-10-01 16:58:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di civîna ewil a serdema nû ya meclisê de axivî û têkildarî pêvajoyê spasiya DEM Partiyê kir. Erdogan, got: “Em jî baş di ferqa wê de ne ku pêvajo gelek hesas e. Lê ji destpêkê heta niha erênî dibînin.”    Piştî betlaneya demsala havînê, Meclisê dest bi sala nû ya qanûndanînê kir. CHP’ê, ji ber opesayonên li dijî şaredaran, girtinan û mudaxileyên li dijî kongreya partiyê nehat Meclisê û protesto kir. TÎP jî tev li rûniştinê nebû.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan beriya axaftina xwe silav da Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî. Erdogan, piştî axaftina xwe ji ewil çû cem koma DEM Partiyê û silav da.    Erdogan, bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û got ku ji par heta niha têkildarî hedefa xwe ya “Tirkiyeya bêteror” de gavên dîrokî avêtine û pêşketineke girîng bi dest xistine.    SPASIYA DEM PARTIYÊ KIR   Bi domdarî Erdogan got: “Ji ber sekna wê ya çêker û hewldanên wê yên di rêya xelaskirina Tirkiyeyê ji terorê, spasiya şande û rêveberiya DEM Partiyê dikim. Ez Wekîlê Stenbolê birêz Sirri Sureyya Onder ku heta nefesa xwe ya dawî ji bo hilweşandina dîwarê terorê û ji bo di her bihosta welat de aştî û xwişk-biratî serwer be têkoşiya jî bi rehmet bi bîr tînim.”    Erdogan ku careke din peyva “terorê” bi kar anî, ji bo gavên aliyê Kurd ji bo pêvajoyê avêtî jî wiha got: “Di nava vê sala me li pey xwe hiştî de êrişên rêxistina terorê sekinî ne, rêxistinê ragihand ku xwe fesix kiriye û bi merasîmeke sembolîk çekên xwe şewitand. Em jî baş di ferqa wê de ne ku pêvajo gelek hesas e. Lêbelê ji destpêkê heta niha em bi erênî nêz dibin û ji bo erênî bibînin jî di nava hewldanan de ne. Ez li vir careke din dibêjim; Dewleta Komara Tirkiyeyê li hemberî tu hêzên dinyewî serî natewîne, tawîzan nade û serweriya xwe nake mijara bazariyê. Heke welatiyên me yên ji ber gotinên partiyên muxalîf serê wan tevlihev dibe hebin, bila dilê wan rehet be. Bi taybet jî bila malbatên şehîdên me û gaziyên me bizanin ku em ê tu gaveke bîranîna wan a ezîz binpê dike neavêjin. Ne Tifaqa Cumhur ne jî MHP û Meclisa me ya pîroz rê nade vê.”    BAL KIŞAND SER KOMÎSYONÊ   Bi domdarî Erdogan bal kişand ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û got: “Bi nûnerên piraniya partiyên me yên siyasî re dest bi xebatan kir, heta niha 12 caran civiyaye. Dema komîsyonê xebatên xwe temamkir jî bêguman dê gelek daneyên girîng li ber destê me bin. Piştî nîqaş û lihevkirina li ser pêşniyarên ji komîsyonê re hatine kiri, dê pêvajoya din bibe ya xistina wan a meriyetê. Li vir ya girîng ew e ku partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê di meseleyeke wiha ya xwecihî, neteweyî û çareseriyê de bar bigirin ser milê xwe, di bin sîwana heman komîsyonê de bên gel hev, biaxivin, bi rêzdarî hev guhdarî bikin û li ser bişêwirin. Ev yek, ji hêla demokrasiya welatê me ve destkeftiyeke mustesna ye. Vê komîsyonê nîşanî me da ku bi çekan çareserî nabe. Her tişt dikare di çarçoveya rêzgiriyê de bê axaftin, nîqaşkirin. Komîsyon civiya û her tişt bi aşkerayî axivî û ev ne ji bo zirara Tirkiyeyê ye. Bêguman ev ji bo başiya Tirkiyeyê ye. Bi vê wesîleyê ez spasiya hemû endamên wê dikim û ji bo xebatên ji vir şûnde jê re serkeftinê dixwazim.”    SÛRIYE Û PÊVAJO    Di berdewamê de Erdogan bal kişand ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Dixwazim vê mijarê destnîşan bikim; gavên em têkildarî hewlehiya Tirkiyeyê de diavêjin, divê ji rewşa hizûr û xwişk-biratiyê ya li Tirkiyeyê bi temamî cuda were destgirtin. Tirkiye çiqas welatê Kurdên li Tirkiyeyê dijîn be, bi heman awayî birayê herî jidil û pêbawer ê Kurdên li derveyî sînore jî. Ev dê her tim wisa be. Em ê destûrê nedin ku xwişk-birayên me yên Kurd ên derveyî sînorên me bi zexta hinek rêxistinan, ji hêla welatên dijminên Tirk, Kurd, EReb û bi giştî misilmanan ve bên îstîsmarkirin. Ji destpêkê heta niha em bi awayekî xurt dibêjin ku bi yekparetiya dewleta Sûriyeyê re ne. Em îro jî bi awayekî herî xurt li dijî planên dabeşkirina Sûriyeyê ne. Hem ji bo parastina yekparetiya xaka Sûriyeyê hem jî ji bo pêşîlêgirtina avadaniyên terorê yên derveyî sînorên me, me hemû qenalên dîplomasiyê xistine dewrê. Em bi sebrekî mezin vê qenalê didomînin. Heke hewldanên dîplomatîk bêencam bimînin, pozîsyon û polîtîkaya Tirkiyeyê jî diyar e. Dê Tirkiye nehêle li Sûriyeyê ‘dejavûyeke’ nû were jiyîn. Ev helwesta me ne li dijî xwişk-birayên me yên Kurd e, berevajî vê ji bo başiya wan e û ji bo xelaskirina herêma me ji belaya terorê ye.”