Li gorî daneyên meha Adarê yên TUÎK’ê, bêkarî kêm bû.
Li gelek bajaran têkildarî 1’ê Gulanê daxuyanî hatin dayin û banga tevlibûnê li karker û kedkaran hate kirin.
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê ragihandin ku di nava 12 salên dawî de herî kêm 764 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û banga “Ji pêşeroja zarokan nexwin” kirin.
Weqfa Îbrahîm Ehmed bi merasîmekê Xelatên Zêrîn yên Bile belav kirin. Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û mamosteya Kurdî ya Rojhilata Kurdistanê Zara Mihemedî hêjayî xelatê hatin dîtin.
Romana nivîskar Şerîf Yilmaz a bi navê “Lawikê Gundî” bi îdiaya “weşana piştgiriyê dide rêxistinê” hatibû desteserkirin. Yilmaz, li dijî biryara komkirin û qedexekirinê îtîraz kir.
Remzî Asal ku pezê xwe firot û ji bo rêwiyan“mêvanxane” ava kir, kesên di rê de mane li vir dihewîne, şorbe û çaya germ dide wan. Asal, got: “Felsefeya me ‘qencî ye’, ‘xwezanîn e’.”