Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike

  • cîhan
  • 14:47 30 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê Tarar, îdia kir ku dibe Hindistan di nava 24 û 36 saetan de li dijî welatê wan operasyoneke leşkerî pêk bîne. 
 
Di 22’yê Nîsanê de li herêma Pahalgamê ya Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de, 26 sivîl di encama êrişekê de hatin kuştin. Hindistanê, ji ber êrişê Pakistan sûcdar kr. Pakistanê jî ev sûcdariyên Hindistanê red kir û xwest lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin. 
 
Rageşiya li herêmê bi rawestandina têkiliyên dîplomatîk, betalkirina vîzeyan û zêdebûna liv û tevgera leşkerî ya li herêmên nêzî sînor dewam dike. Leşkerên herdu welatan li xeta sînor a li Keşmîrê 6 şev in li hev didin. Pakistanê her wiha diyar kir ku 2 amûrên hewayî yên bêmirov ên Hindistanê hatine xistin.
 
GEL STARGEHAN AMADE DIKE
 
Hate ragihandin ku Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi “azadiya hedefê, dem û rêbaza wê” da artêşê. Pakistanê jî diyar kir ku wê êrişa destpêkê nekin, lê belê bersivê bidin. Li Keşmîrê jî gel stargehan amade dike, kontrolên leşkerî zêde dibin.
 
JI BO PÊŞÎGIRTINA ŞER XEBATÊN DÎPLOMATÎK 
 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi herdu aliyan re hevdîtin kir û bang li wan kir ku xwe ji şer vegirin. DYA, Çîn û Erebistana Siûdî jî ji bo daxistina rageşiyê danûstandinên dîplomatîk dewam dikin.
 
Herdu hêzên nukleerî sala 2019'an bi rageşiyeke bi heman rengî bi êrîşên hewayî li ber hev rabû bûn. Lê vê carê rîsk heye ku şerekî hîn mezin rû bide.
 
JI WEZÎRÊ ENFORMASYONÊ YÊ PAKISTANÊ DAXUYANÎ
 
Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê Attaullah Tarar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyeke bidîmen û nivîskî weşand. Tarar, îdia kir ku dibe ku Hindistan di nava 24 û 36 saetên pêş de li dijî Pakistanê operasyoneke leşkerî bide destpêkirin. Tarar, got ku di vê mijarê de agahiyên îstîxbarî yên pêbawer di destê wan de ne. 
 
Tarar, diyar kir ku heke Hindistan mudaxileyeke leşkerî bike ew ê bersiva pêwîst bidin. 
 
Hindistanê têkildarî mijarê heta niha jî tu daxuyaniyên fermî nedaye.