Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake

  • rojane
  • 09:41 8 Kanûn 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamean Biryar Hecî Keko, diyar kir ku gel tevî hemû zextên PDK'ê û êrişên Tirkiyeyê jî terka warê xwe nakin û li ber xwe didin û got: "Ev ax a me hemûyan e, divê em wê biparêzin." 

Armanca operasyonên eskerî yên Tirkiyeyên yên bi tevkariya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li Herêma Kurdistana Federe dike, valakirina herêmê ye. Di çarçoveya vê konseptê de heya niha ji Behdînan û Silêmaniyê bi hezaran kes dane serê rêyên koçberiyê. Şêniyên herêmê yên koçberî li wan hat ferzkirin piştî drama li sînorê Belarûs-Polonyayê hêdî hêdî vedigerin warê xwe. 
 
Rojnamevan Biryar Hecî Keko, po9lîtîkayên PDK'ê yên ku koçberiyê li gelê herêmê ferz dikin nirxandin.
 
SIYASETA ÎŞKENCEYÊ
 
Keko, anî ziman ku tu hêviya gel ji PDK û YNK'ya ku 30 sal in îqtidar in nemaye û got: "Ciwan jî bêhêvî ne. Bi polîtîkayên xwe yên şaş ên 30 salî hêvî bi ciwanan re nehiştine. Ev hêz xwe bi siyaseta girtin û îşkenceyê li ser pêya dihêlin." 
 
ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ
 
Keko, destnîşan kir ku sedemeke din a koçberiyê jî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li devera Amêdiye, Zaxo û Akrê ne û got: "Hikûmeta Iraqê û rêvebiriya herêmî derûniya gel xera kirine. Gel nikare ji nava bajêr derkeve. Ji lew re balafirên şer ên Tirkiyeyê tim li asîmanên Başûr in û ên derdikevinb derveyî bajêr bombebaran dikin. Her wiha DAIŞ jî tim êriş dike. Mirov jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin. Ji xeynî vê Heşdî Şabî û komên din ên girêdayî Îranê jî ji bo gel talûke ne. Gel nerazîbûna xwe ya ji bo bêdengiya hikûmeta Iraqê û rêvebiriya herêmî ya li hember van komkujiyan dide der. Bi hêviya jiyan û pêşerojeke nû diçin. Beriya her tiştî doza warekî ewle dikin." 
 
KRÎZA ABORÎ
 
Keko, bilêv kir ku sedemeke krîzê ya din jî krîza aborî ye û got: "Li Başûrê Kurdistanê derfetên xebatê pri kêm in. Ciwan betal in. Xaka Başûr hemû, kaniyên petrolê û budçeya herêmê did estê KDP û YNK'ê de ne. Vê rewşê bi polîtîkayên şaş didomînin. Tu hêviya gelê me ji vana nemaye. Ji lew re ev tenê ji bo alîghirên xwe hene û derfetan didin ber wan. Bi tu awayî alîkariya kesên din nakin. Heger hûn ne alîgirên van her du partiyên siyasî bin, hemû derî girtî ne. Her wiha bi salan de hikûmeta Iraqê û rêvebiriya herêmî di warê deynan, petrol, gumruk û dahatan de li hev nakin. Lewma hêviya gel her du rêvebiriyan jî nemaye." 
 
 
‘DIVÊ EM DEV JI AXA XWE BERNEDIN'
 
Keko, destnîşan kir ku têkoşîna gel a li dijî zextên PDK'ê û êrişên Tirkiyeyê didome û got: "Divê tu kes terka vê axê neke. Ji lew re ev ax a me hemûya ye. Divê em wê li hemberî dijminan hem jî li hemberî îqtidarê biparêzin. Îqtidar ne li cem gel û ciwan ye. Berevajî vê ji bo ciwan terka herêmê bikin tevdigere. em bang li ciwanên xwe û gelê xwe dikin ku divê terka warê xwe nekin. Em bi awayekî demokratîk bitêkoşin. Divê her kes li dijî vê serdetsiyê bibe yek. Me bi bedêlên giran ev axa bi dest xist. Lewma divê her kes wê biparêze. Heya pergaleke demokratîk, aqilane û hiqûqê bê avakirin, divê em bi awayekî demokratîk bitêkoşin. Gelek rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên me çûne Ewropayê. Em dixwazin vegerin. Ji lew re ev ax ji bo me şeref e. Ji parastina şerefê pîroztir tiştek tune ye. Divê em tirsê û bêhêvîtiyê bişikînin. Ên çûne bila vegerin û em bi hev re bitêkoşin."
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

08/12/2021
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir
13:55 ‘Ne ji qesrê re ji gel re budçe'
13:54 15 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:46 Nobeta Edaletê di roja 22’yemîn de ye
13:38 Ji Rêveberiya Xweser serdanên dîplomatîk
13:37 Li Herêma Kurdistanê xwendekar terka kuçeyan nakin
13:32 Ebdî li dijî êrişên DAIŞ’ê banga yekitiya neteweyî kir
13:31 KESK’ê banga beşdariya mitîngên krîza aborî kir
13:16 Li Basrayê teqîn pêk hat: 7 kes mirin 9 kes jî birîndar bûn
12:59 Malbata Şenyaşar: AKP hene edalet tune ye
12:58 Nobeda li Sêmalka di roja 64’emîn de ye
12:36 Dadgehê xwest ji bo lêpirsîna biryara neşopandinê hatiye dayîn doz bê vekirin
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:33 Zebariyê YNK’yî: Divê çekên giran li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn
10:45 KESK: Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bêgirtin
10:28 Serokê MHP’yî bi bertîlê kesan dixe kar û kadro dide wan
09:12 Endamê DÎB'ê Akbaş: Sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e
09:12 Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim
09:12 Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e
09:12 Karkerên karên nav malan dikin: Em doza sîgorteyê û mafê teqawidbûyînê dikin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê
06/12/2021
17:05 Ji Sêmalka bang li PDK’ê kirin: Cenazeyan bidin
16:45 Kedkarên cemaweriyê piştgiriya Nobeta Edaletê kir
16:15 Rêxistinên ciwanan li dijî zextan banga têkoşînê kirin
15:59 Cezayê ‘govend û stranên kurdî’ ku li jinên girtî hatibû birîn hat betalkirin
15:34 Li Geverê tecrîdê protesto kirin
15:28 Yuksekdag ji bo Nobeta Edaletê banga piştgiriyê kir
15:28 Pêşangeha 'Dengê azadiyê' li Rihayê ye
14:55 Derbarê Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin de doz hat vekirin
14:35 Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir
14:05 Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir
14:04 Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome
12:45 Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin
12:34 Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê
12:24 Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin
11:57 Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin
11:16 YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe
10:55 DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir
10:50 Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
09:48 Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin
09:06 Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin
09:06 Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye
09:06 Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê
09:06 Çîroka aşê sed salî
09:06 'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’
09:06 Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan
09:06 Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN
05/12/2021
22:27 DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
20:31 Li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir
19:39 Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir
19:18 Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin
17:32 Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê banga dijî tiryakê
16:31 Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir
16:09 Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin
15:33 HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan
13:39 Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe
13:12 Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan
12:38 PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne
11:54 Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin
10:48 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
09:25 Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne
09:06 Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e