Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe

  • rojane
  • 13:02 26 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag ku di Kongreya Meclisa Ciwanan de axivî, got ku berxwedana ku didin wê bi serkeftinê bi dawî bibe. 
 
Meclisa Ciwanan a HDP'ê, 3'yemîn Kongreya Xwe ya Asayî bi şîara "Niha Dema Ciwanan e" li li navçeya Peyasê Amedê li Eywana Dewetê ya Kaplan Cityê li dar dixe. Ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn, Kocaelî û ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran ciwan hatin Amedê û di saetên serê sibehê de li ber eywana ku kongre tê lidarxistin li hev kom bûn û tevlî kongreyê bûn. Ciwanan demeke dirêj li peşiay eywanê dûrişmeyên "Em bi berxwedanê bi ser kevin" , "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî berxwedana ciwanan” berz kirin. Pêkhateyên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, Ciwanên Azadîxwaz, Yekitiya Xwendekarên Şoreşger, Dev-Guç, Ciwaniya Demokratên Nû, Partiya Komunîst a Lubnanê, KOZ, Piştevaniya Bogazîçiyê û Federasyona Ciwanên Ermenî li kongreyê amade ne. 
 
'EM Ê BIGHERÎNIN' 
 
Pankartekê mezin ê li ser nivîsa "Niha Dema Ciwanan e" nivîsandî li eywana kongreyê hat daleqandin. Her wiha pankartên bi kurdî û tirkî yên "Em bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser kevin" , "Em ê biguherînin, demildest îstifa bikin" ,"Ji bo zanîngehên xweser ên azad niha dema ciwanan e" , "Bijî têkoşîna yekkirî ya ciwanan" û "Li dijî zayendparêziyê di akademiyê de bikeve tevgerê" hatin vekirin. 
 
DÛRIŞMEYÊN OCALAN
 
Di kongreyê de ciwanan dûrişmên "Bijî Serok Apo" , "Bê Serok jiyan nabe" , "Silav silav hezar silav li Îmraliyê" , "Denîz Poyraz rûmeta me ye" , “Hikûmet îsitfa" û "Em ê bi berxwedanê bi der kevin" berz kirin û bi yek dengî "Çerxa Şoreşê" xwendin. 
 
'WÊ CIWAN SIBEROJE AVA BIKIN' 
 
Axaftina vekirinê ya kongreyê Endama Lijneya Diwanê Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran kir û got ku wê ciwan siberojê ava bikin. 
 
DAG: CIWAN BÛN HÊVIYA KURDISTANÊ
 
Piştî Başaran, Parlamentera herî ciwan a HDP'ê Dersim Dag axaftinek kir. Dersim Dag, diyar kir ku ji çar aliyan ve ciwan hatine kongreyê û wê ev biryardarî ji bo ciwanên Kurdistanê bûye hêvî û wiha got: "Em ê coşê di sala 2022'yan de bi serkeftinê tacîdar bikin. Wê ciwanên kurd ji têkoşînê neqerin û wê ev berxwedan bi serkeftinê bi encam bibe. Em ê tev bi hev re ji bo Kurdistan û Rojhilateke Navîn a azad rola xwe bilîzîn."
 
Piştre sînevîzyoneke ku ji têkoşîna Meclisa Ciwanan a HDP'ê û ciwanên Tirkiyeyê pêk dihat hat nîşandan. 
 
'EM AMADE NE VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN'
 
Piştî nîşandina sînevîzyonê Endama Meclisa Ciwnan a HDP'ê Esengul Kiliç jî axaftinek kir û bi lêv kir ku li dijî hemû polîtîkayên zextê wê ciwan têkoşîna xwe mezin bikin û wiha got: "Îro ev eywan ji bo faşîzmê bûye bersiveke mezin. Ev coş bû morelek mezin. Ciwan çok naşikînin, serî natewînin û faşîzm nikare wan têk bibe. Rexmî binçavkirin û girtinan jî ciwan bibiryardarî têkoşîna xwe didomînin. Wê ev sal bibe sala têkbirina AKP'ê. Em ciwan em ê vê bikin. Hevalên me dîl girtin û difikirin wê me wiha bitepisînin. Lê xeyalên wan têk çûn. Qrîza modernîteya kapîtalîst mezin dibe. Em amade ne vê pergalê biguherînin. Kesên ku hewl didin me bi tirsê û tecrîdkirina vîna me têk bibin, bila baş zanibin an jiyaneke azad an jiyanake azad."
 
Kongre bi axaftinan diome. 

Sernavên din

26/12/2021
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin
10:27 Dest danîn ser daxwaznameyên girtiyen serî wî şikandin
09:08 Cerdevanên roja komkujiyê çek danîn: Operasyon komkujiyê tînin bîra me
09:05 Rêxistinên jinan: Em ê di 29'ê Kanûnê de li danişîna Poyrazê bin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin
09:02 Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye
09:01 Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'AN
25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin