Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe

  • rojane
  • 11:31 17 Çile 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim ku 29 sal in girtî ye giran dibe. Xwişka Yildirim Turkan Yildirim, ev tişt got: "Heke tiştek bê serê kekê min wê berpirs dewlet û rêveberiya girtîgehê be."
 
Girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim (60) ku 29 sal in girtî û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire, her ku dçe rewşa wî giran dibe. Yildirim, di sala 1993'an de hatiye binçavkirin û di sala 1994'an de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) tê darizandin û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" cezayê muebbetê lê tê birîn. Ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin hemû diranên wî ketine û 29 sal in bê diran dijî. Ji ber şertên ne baş ên girtîgehê nexweşiyên mîdeyê, mîgren, farenjît, fitqa piştê û tansiyona bilind lê peyda bûne. 
 
Xwişka Yildirim Turkan Yildirim, derbarê rewşa kekê xwe de axivî û diyar kir ku kekê wê di gihandina tenduristiyê de gelek pirsgirêk dijî û dewlet bi nêzikbûna "em wan nekujin û xwedî bikin?" nêzî girtiyên siyasî dibe.
 
'PIŞTÎ 9 MEHAN WÎ RADIKIN NEXWEŞXANEYÊ' 
 
Yildirim, da zanîn ku piştî ku kekê wê ketiye girtîgehê nexweşî lê peyda bûne û wiha got: "Dema ku hat girtin ji ber îşkenceya giran ku lê hatibû kirin hemû diranên wî ketin. Rexmî ku me gelek caran daxwazname dan jî diranên wî çênekirin. Ji ber şertên girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûne. Nexweşiyên wî her ku diçin giran dibin. Divê bê tedawîkirin lê nayê tedawîkirin. Rêveberiya girtîgehê peywira xwe bi cih nayne. Ji bo berdana kekê min me serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) da lê tu awayî me bersiv negirt. Sutiyê kekê min par diwerimî. Ji ber vê werimandinê nikaribû rakeve. Ji ber vê nexweşiyê piştî 4 mehan wî radikin revî û bijîjk divê biçe nexweşxaneyê lê rêveberiya girtîgehê wî nabe nexweşxaneyê. Ji bo vê min bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kir, got ku wê wî bibin nexweşxaneyê lê wî nebirin. Piştre min serî li ÎHD'ê da. Piştî van hewldanên min wî 9 meh şûn de birin nexweşxaneyê."
 
'NIKARE PÊWISTIYÊN XWE SEREKE BIBERSIVÎNE'
 
Di berdewamê de Yildirim, bi lêv kir ku kekê wê ji ber guatrê emeliyat kirine û agahî nedane wan û ev tişt anîn ziman: "Diviya ku hefteyekê li nexweşxaneyê bimana lê tenê şevekê li nexweşxaneyê hiştin. Piştî emeliyatê 15 rojan bi tena serê xwe li odeya qarantînayê hat ragirtin. Herî dawî di 10'ê çileyê de pê re axivîm. Got ku bi 13 kesan re li heman qawişê dimîne û rewşa wî ne baş e. Ji ber nexweşiyên xwe b rojan ranakeve û timik êş dikişîne. Hin rojan bi alîkariya hevalên xwe pêwistiyên xwe yên bingehîn dibîne. Ji ber fitiqa piştê hin caran nikare ji nav nivînan rabe. Dixwaze biçe nexweşxaneyê lê bi hinceta pandemiyê wî nabin nexweşxaneyê."
 
'EM NEKUJIN Û XWEDÎ BIKIN?'
 
Yildirim, bertek nîşanî nêzikbûna rêveberiya girtîgehê û desthilata siyasî ya li dijî girtiyan da û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Desthilat hewl dide di ser girtiyan tolê ji kurdan bigire. Armanca wan kuştina girtiyan e. Dewlet bi nêzikbûna "em wan nekujin û xwedî bikin?" nêzî girtiyan dibe. Heke tiştek bê serê girtiyên nexweş û kekê min di serî Wezîrê Edaletê û rêveberiya girtîgehê berpirsyar bin. Rêveberiya girtîgehê bi tedawî nekirinê girtiyan terkî mirinê dike. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Hemû girtî di bin tecrîdê de ne. Ev rewş nayê qebûlkirin. Girtiyên ku poşmaniyê qebûl nakin bernadin. Rexmî ku kekê min girtiyê nexweş e jî nayê tedawîkirin. Dewlet bi vê sûc dike."
 

Sernavên din

21/01/2022
16:37 Li Mêrsînê jinek hat girtin
16:37 Kemalbay: Daxwazên girtiyên di grevê de ne pêk bînin
16:21 ‘Bila Aysel Tugluk azad bibe’
15:49 Pervîn Bûldan bi koronayê ket
15:24 Dede: HDP wê bi vê doznameyê nayê girtin
15:19 Girtiyê 70 salî jiyana xwe ji dest da
14:33 Li Silopiya kesek hat girtin
14:20 DAIŞ'ê li Hesekê êriş pêk anî û şer derket
14:14 Ji ÎHD’ê rapora Anatoliya Navîn: 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene
14:01 Li Şirnexê civîna ‘operasyonê’ li dar xistin
13:28 Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin
13:28 Rêvebera Egîtîm Senê hat berdan
13:18 Têkildarî kuştina Kerzîban Keskîn 4 kes kirin binçavan
13:17 Jinan ji bo doza Denîz Poyraz banga tevlîbûnê kirin
13:08 Ferît Şenyaşar gazî mebûsan kir: Terefê xwe diyar bikin
12:44 Kujerê Sertîp Şen beşdarî danişînê nebû
12:36 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Hevdîtina 8 partiyan: Pêwistî bi hevkariya têkoşînê heye
11:49 Derbarê rojnamevan Guney de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn
11:21 ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan
11:03 Dahatên Seha Futbolê ji serokê AKP'î re tên veqetandin
10:31 Jinên sendîkavan: Krîz kûr dibe, çareserî li kuçeyan e
09:34 Dedeogullari: Îfadeyên 7 neferên malbata min li ber çavan nehatin girtin
09:08 Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin
09:08 Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye
09:08 Li Sûrê avahiyên dîrokî di bin avê de man
09:08 Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin
09:07 Sekmen: Dersa bijartî polîtîkayeke xapandinê ye
09:07 Ji qeyûmê Mêrdînê revîzyoneke îmarê ya dijî qanûnê
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2022
23:48 QSD: Êrişa DAIŞ'ê bi ser neket
21:03 Dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
18:23 AYM, dîtina derbarê esasê de ya Dadgeha Bilind ji HDP'ê re şand
16:51 Nobeda Edaletê: Divê zindan bibin rojeva ewil
16:18 Serhed Goç-Der: Mafê penaberan tê binpêkirin
16:15 Endamên EŞÎK'ê serdana Koma HDP'ê ya Meclisê kirin
15:35 Ceza dan xûça Gulistan Dokû
15:24 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 20'an de ye
15:23 Platforma Jinan a Mêrsînê bang li Wezaretê kir: Karê xwe bikin
15:13 Derbarê rojnamevan Gok de dozek nû hat vekirin
14:53 Li Şirnexê riya 129 gund û mezrayan hat girtin
14:47 Ji bo Semra Guzel 'Komîsyona Amadekariyê' hat avakirin
14:01 Agahî ji Goksu yê hatiye girtin nayê wergirtin
13:42 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:35 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê nobedê dan destpêkirin
13:19 Derbarê Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan de doza ‘Garê’ hat vekirin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:38 Rojnamevan Kaya 17 car in derdikeve pêşberî dadger
12:38 Mitînga HDP’ê ya Amedê hat taloqkirin
12:36 Bakurê Kurdistanê di bin berfê de maye
12:36 Gunay: Divê Tirkiye tavilê dest ji dagirkirina Efrînê berde
12:02 Doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:41 Malbata Şenyaşar: Heta ku jiyan bidome wê têkoşîna me berdewam bike
11:41 Li Wêranşarê kuçe û cade veguherîne kort û çalan
11:10 DEDAŞ'a ku xelkê bê ceyran dihêle, bi helîkopterê diçe ceyrana qereqolê çêdike!
10:52 Li Amedê dê 'Kargeha Çîrokê' were lidarxistin
10:11 Demîrtaş: Tecrîdê rakin û bi Ocalan re biaxivin
09:59 Girtiyê teşhîsa xelet danîn ser felc ma
09:58 Gotiye ‘he’ 10 sal ceza lê birîn!
09:20 Wê doza Denîz Poyraz bi girseyî were lidarxistin
09:01 Girtîgeh veguherandin zanîngehê
09:01 Ma Music dê 'Rojên Muzîkê' li dar bixe
09:01 Beriya komkujiyê tetikkêş Altûn birine 'kampên moralê'
09:00 Dê dosyeya Kirbayir bişînin AYM'ê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
19/01/2022
23:07 Bavê Îlham Ehmed jiyana xwe ji dest da
17:30 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:27 Biryara 'hepsa malê' ya derbarê hevşaredaran de piştî 613 rojan hat rakirin
17:12 Hrant Dînk li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Wê ji kujeran hesab were pirsîn
17:12 Doza Madimakê hat dîtin: Demborî ne pêkan e
17:01 ÎHD'ê Orhan Karaagar bi bîr anî
16:34 DTSO û ÎHD'ê banga hilbijkartina dersên bijarte yên kurdî kirin
16:25 ‘Vê berfa ku dibare jî agirê di kezeba me de natefîne’
16:12 HDP’ê serdana xebatkarên BBC’yê ku di grevê de ne kirin
15:52 Olûç: Di komkujiya Konyayê de gelek pirs hene, nayê lêkolînkirin
15:44 Çalakiya malbata Dokû rexmî barîna berfê jî didome
15:22 Li taxên Peyasa Amedê rê girtî ne û ceyran jî hatiye birîn
15:22 Hrant Dînk li pêş mala lê ji dayik bûbû hat bibîranîn
15:21 Kelûpelên girtiyan destserkirin û birin li kantînê firotin
14:45 Doza karesata keştiyê ku 61 penaber fetisîbûn hat taloqkirin
14:29 Rojnamevan Orhan Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:12 Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar in
14:06 Li dijî pêkanînên keyfî 6 roj in di greva birçîbûnê de ne
13:54 Polîsan nivîsa ji berfê ya li ser dîwar qedexe kir!
13:54 Ji ber straneke kurdî ji parlementera HDP’î re fezleke amade kirin
13:24 Ji bo aktîvîstê aştiyê ceza hat xwestin
13:11 Xelkê Amedê: Qeyûm şovê dike lê xebatê nake
13:01 Piştî ku rê hatin girtin qeyûm meseya qrîze ava kir
12:18 Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man
11:35 Rojnameger Daştan: Li Efrînê her tişt bi agahiya NY'ê bû
11:22 ‘Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin Mexmûrê vala bikin’
11:22 Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin!
10:22 Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne
10:21 ji ber berfê li bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin
09:43 Dr. Salih: Bikaranîna çekên kîmyewî zirareke cidî dide xelkê û herêmê
09:42 Berfê li Amedê rê girtin û qeyûm 'ne amade' bû!
09:39 Serokê Yeşîlayê bi kafeya xwe ya nargîleyê li dijî tiryakê têdikoşe!
09:21 KASED dê li Mêrsînê konserekê li dar bixe
09:20 'Girtiyên înfazên wan hatine şewitandin berdin'
09:18 Înfaza girtiyê ku tevahiya laşê wî îflas kiriye hat şewitandin