Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin

  • rojane
  • 13:02 17 Çile 2022
  • |
img
STENBOL - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan bertek nîşanî zext û muameleya xerab dan û gotin: “Li ser girtiyan hiqûqî dijminatiyê tê sepandin.”
 
Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û nayên berdan. Gelek girtî jî cezayê xwe qedandine û nayên berdan û berdana wan hatiye taloqkirin. Malbatên van girtiyan li dijî neberdana girtiyên xwe bi bertek in û hêrsa xwe li dijî vê tînin ziman. 
 
Malbatên girtiyan ên li Stenbolê li dijî binpêkirina mafên girtiyan, zextên li ser girtiyan û neberdana girtiyan axivîn û nerazîbûna xwe nîşan dan. 
 
MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN 
 
Cemîle Çîftçî ya xwişka girtiyê nexweş Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Ûmraniyeya Stenbolê tê ragirtin diyar kir ku mafê tedawiya birayê wê tê astengkirin û mafê tenduristiyê yê girtiyan hatiye desteserkirin. Çîftçî da zanîn ku ceyran, av girtiyan tê birîn û ew pere û cilan ji girtiyên xwe re dişînin lê nagihîje wan. 
 
JI TÊKOŞÎNÊ DITIRSIN
 
Çîftçî anî ziman ku ji ber binpêkirinên mafan ên diqewimin girtî jiyana xwe ji dest didin û got: “Li girtiyan her cûre zext û îşkence tê kirin. Îqtidar ji têkoşîna malbat û girtiyan ditirse. Îqtidar tehamûlî kurdan nake û zextan li kurdan dike. Em li Enqereyê çûn ber Wezareta Dadê lê me dît ku bi çavek dijminatiyê dinêrin. Em ê li gel zextan jî dest ji têkoşîna xwe bernedin, divê her kes têbikoşe.” 
 
BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN TEDAWÎKIRIN 
 
Kumru Akgul a xwişka Erdal Ozel ku li Girtîgeha Tekîrdagê di hucreyê de tê ragirtin jî da zanîn ku 16 sal in birayê wê di hucreyê de tê ragirtin û girtî bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rûbirû mane. Akgul got Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora “dikare di hepsê de bimîne” daye birayê wê û xwest girtî werin berdan da ku li derve baş werin tedawîkirin. 
 
JI DAYIKAN DITIRSIN
 
Akgul anî ziman ku îqtidar ji daxwaz û têkoşîna dayikên laçik spî ditirse û got: “Tu heqî nadin girtiyên me. Ez bang li hemû malbatên girtiyan û kesên xwedî wîjdan dikim ku deng bidin dengê malbatên girtiyan û çi bikeve ser milê me em ji bo girtiyên xwe bikin.” 
 
‘QÎRÎNÊN ME DIGIHÎJIN ERŞÊ ESMAN’ 
 
Salîha Yilmaz a dayika Egît Yilmaz ê li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê girtî ye jî diyar kir ku ew tenê ne ji bo lawê xwe ji bo tevahiya girtiyên kurd têdikoşe û got: “Êdî em naxwazin zarokên me li girtîgehan bimirin. Em dixwazin zarokên me werin tedawîkirin û berdan. Bi çavê dijminatiyê li me dinêrin. Bila wisa li me nenêrin, yên ku van biryaran digirin gelo zarokên wan tune ne? Ma qet wîjdana wan tune ye? Êdî deng û qîrîna me digîhije erşê esman.” 
 
‘EDALET HEBÛYA WÊ ŞERM BIKIRINA’ 
 
Yilmaz destnîşan kir ku sepanên li girtîgehan di dewrê de ne ji bilî “hiqûqa dijminatiyê” ne tiştekî dine û got: “Nikarin serê me bitewînin, lewma jî ciwanên me û siyasetmedarên me diavêjin zindanan. Em qet nebûn alîgirên şer, me her tim azadî û aştiyê xwest. Em îro jî aştî û azadiyê dixwazin. Lawê min 10 sal in girtî ye lê tiştek nemaye ku nehatiye serê wî. Em çalakî û şahiyan ji bo girtiyên xwe li dar dixin, lê bi dijminatî nêzî me dibin. Ev nêzîkatiya li hember me jî dide nîşandan ku edalet nemaye. Heke edalet hebûya wê ji van laçikên li serê me şerm bikirina.” 
 
‘ÊDÎ NETIRSIN’ 
 
Yilmaz destnîşan kir ku divê êdî kurd li dijî her cûre zextan serî rakin û wiha got: “Êdî tiştek em ê bitirsin nemaye. Zarokên me ji bo azadiya gelê me di hepsan de ne. Ew li zindanan li ber xwe didin em jî ji bo wan li derve li ber xwe bidin.” 
 

Sernavên din

21/01/2022
16:37 Li Mêrsînê jinek hat girtin
16:37 Kemalbay: Daxwazên girtiyên di grevê de ne pêk bînin
16:21 ‘Bila Aysel Tugluk azad bibe’
15:49 Pervîn Bûldan bi koronayê ket
15:24 Dede: HDP wê bi vê doznameyê nayê girtin
15:19 Girtiyê 70 salî jiyana xwe ji dest da
14:33 Li Silopiya kesek hat girtin
14:20 DAIŞ'ê li Hesekê êriş pêk anî û şer derket
14:14 Ji ÎHD’ê rapora Anatoliya Navîn: 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene
14:01 Li Şirnexê civîna ‘operasyonê’ li dar xistin
13:28 Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin
13:28 Rêvebera Egîtîm Senê hat berdan
13:18 Têkildarî kuştina Kerzîban Keskîn 4 kes kirin binçavan
13:17 Jinan ji bo doza Denîz Poyraz banga tevlîbûnê kirin
13:08 Ferît Şenyaşar gazî mebûsan kir: Terefê xwe diyar bikin
12:44 Kujerê Sertîp Şen beşdarî danişînê nebû
12:36 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Hevdîtina 8 partiyan: Pêwistî bi hevkariya têkoşînê heye
11:49 Derbarê rojnamevan Guney de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn
11:21 ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan
11:03 Dahatên Seha Futbolê ji serokê AKP'î re tên veqetandin
10:31 Jinên sendîkavan: Krîz kûr dibe, çareserî li kuçeyan e
09:34 Dedeogullari: Îfadeyên 7 neferên malbata min li ber çavan nehatin girtin
09:08 Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin
09:08 Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye
09:08 Li Sûrê avahiyên dîrokî di bin avê de man
09:08 Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin
09:07 Sekmen: Dersa bijartî polîtîkayeke xapandinê ye
09:07 Ji qeyûmê Mêrdînê revîzyoneke îmarê ya dijî qanûnê
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2022
23:48 QSD: Êrişa DAIŞ'ê bi ser neket
21:03 Dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
18:23 AYM, dîtina derbarê esasê de ya Dadgeha Bilind ji HDP'ê re şand
16:51 Nobeda Edaletê: Divê zindan bibin rojeva ewil
16:18 Serhed Goç-Der: Mafê penaberan tê binpêkirin
16:15 Endamên EŞÎK'ê serdana Koma HDP'ê ya Meclisê kirin
15:35 Ceza dan xûça Gulistan Dokû
15:24 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 20'an de ye
15:23 Platforma Jinan a Mêrsînê bang li Wezaretê kir: Karê xwe bikin
15:13 Derbarê rojnamevan Gok de dozek nû hat vekirin
14:53 Li Şirnexê riya 129 gund û mezrayan hat girtin
14:47 Ji bo Semra Guzel 'Komîsyona Amadekariyê' hat avakirin
14:01 Agahî ji Goksu yê hatiye girtin nayê wergirtin
13:42 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:35 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê nobedê dan destpêkirin
13:19 Derbarê Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan de doza ‘Garê’ hat vekirin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:38 Rojnamevan Kaya 17 car in derdikeve pêşberî dadger
12:38 Mitînga HDP’ê ya Amedê hat taloqkirin
12:36 Bakurê Kurdistanê di bin berfê de maye
12:36 Gunay: Divê Tirkiye tavilê dest ji dagirkirina Efrînê berde
12:02 Doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:41 Malbata Şenyaşar: Heta ku jiyan bidome wê têkoşîna me berdewam bike
11:41 Li Wêranşarê kuçe û cade veguherîne kort û çalan
11:10 DEDAŞ'a ku xelkê bê ceyran dihêle, bi helîkopterê diçe ceyrana qereqolê çêdike!
10:52 Li Amedê dê 'Kargeha Çîrokê' were lidarxistin
10:11 Demîrtaş: Tecrîdê rakin û bi Ocalan re biaxivin
09:59 Girtiyê teşhîsa xelet danîn ser felc ma
09:58 Gotiye ‘he’ 10 sal ceza lê birîn!
09:20 Wê doza Denîz Poyraz bi girseyî were lidarxistin
09:01 Girtîgeh veguherandin zanîngehê
09:01 Ma Music dê 'Rojên Muzîkê' li dar bixe
09:01 Beriya komkujiyê tetikkêş Altûn birine 'kampên moralê'
09:00 Dê dosyeya Kirbayir bişînin AYM'ê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
19/01/2022
23:07 Bavê Îlham Ehmed jiyana xwe ji dest da
17:30 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:27 Biryara 'hepsa malê' ya derbarê hevşaredaran de piştî 613 rojan hat rakirin
17:12 Hrant Dînk li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Wê ji kujeran hesab were pirsîn
17:12 Doza Madimakê hat dîtin: Demborî ne pêkan e
17:01 ÎHD'ê Orhan Karaagar bi bîr anî
16:34 DTSO û ÎHD'ê banga hilbijkartina dersên bijarte yên kurdî kirin
16:25 ‘Vê berfa ku dibare jî agirê di kezeba me de natefîne’
16:12 HDP’ê serdana xebatkarên BBC’yê ku di grevê de ne kirin
15:52 Olûç: Di komkujiya Konyayê de gelek pirs hene, nayê lêkolînkirin
15:44 Çalakiya malbata Dokû rexmî barîna berfê jî didome
15:22 Li taxên Peyasa Amedê rê girtî ne û ceyran jî hatiye birîn
15:22 Hrant Dînk li pêş mala lê ji dayik bûbû hat bibîranîn
15:21 Kelûpelên girtiyan destserkirin û birin li kantînê firotin
14:45 Doza karesata keştiyê ku 61 penaber fetisîbûn hat taloqkirin
14:29 Rojnamevan Orhan Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:12 Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar in
14:06 Li dijî pêkanînên keyfî 6 roj in di greva birçîbûnê de ne
13:54 Polîsan nivîsa ji berfê ya li ser dîwar qedexe kir!
13:54 Ji ber straneke kurdî ji parlementera HDP’î re fezleke amade kirin
13:24 Ji bo aktîvîstê aştiyê ceza hat xwestin
13:11 Xelkê Amedê: Qeyûm şovê dike lê xebatê nake
13:01 Piştî ku rê hatin girtin qeyûm meseya qrîze ava kir
12:18 Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man
11:35 Rojnameger Daştan: Li Efrînê her tişt bi agahiya NY'ê bû
11:22 ‘Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin Mexmûrê vala bikin’
11:22 Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin!
10:22 Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne
10:21 ji ber berfê li bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin
09:43 Dr. Salih: Bikaranîna çekên kîmyewî zirareke cidî dide xelkê û herêmê
09:42 Berfê li Amedê rê girtin û qeyûm 'ne amade' bû!
09:39 Serokê Yeşîlayê bi kafeya xwe ya nargîleyê li dijî tiryakê têdikoşe!
09:21 KASED dê li Mêrsînê konserekê li dar bixe
09:20 'Girtiyên înfazên wan hatine şewitandin berdin'
09:18 Înfaza girtiyê ku tevahiya laşê wî îflas kiriye hat şewitandin