Ruhê berxwedêr ê Kalo li her kûçeyên Amedê ye

  • rojane
  • 10:26 18 Çile 2022
  • |
img

AMED - Hevalên “Generalê Biçûk” Kalo yên xebatê û birayê wî behsa wî kirin û gotin: “Tu tiştekî Yilmaz bêzar nekir. Binçavkirin û îşkenceyê nas nekir. Ruhê wî yê berxwêdêr li her kuçeyên Amedê digere.” 

Yek ji “Generalên Biçûk” ên Apê Mûsa, Yilmaz Yakût (Kalo) ji ber nexweşîna penceşêrê di 16’ê çile de koça dawî kir. Kalo di wan salên ku belavkirina rojnameya Ozgur Gundemê û Azadiya Welat qedexe bû û her roj însan li naverasta kuçe û cadeyan dihat qetilkirin, bêtirs belav dikir û rastiyan digihand xwîneran. Ji zextên herî tund ên dewletê para xwe girt û bi sedan caran hat binçavkirin û gelek caran bi êrişan re rûbirû ma. Kalo hêj zarok bû dest bi belavkirina rojnameyan kiribû û heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji jî paş ve gav neavêt. Hevalên Kalo yên xebatê û birayê wî behsa jiyana wî kirin. 
 
 
QET NETIRSIYA 
 
Abdulselam Bayram ê di salên 2000’î de bi Kalo re dixebitî diyar kir ku Kalo belavkarek mînak bû û ruhê wî yê têkoşîn û berxwedêr her tim li pêş bû. Bayram anî ziman ku Kalo tu demê neditirsiya û got: “Dihat binçavkirin dotira rojê me lê dinêrî ku va Kalo dîsa rojnameyan belav dike. Di serdema me de jî zext hebûn lê ne bi qasî zext û tundiya salên 90’î bû. Her roj polîsna pêşiya me dibirîn û rojnameyên me desteser dikirin. Lê belê belavkarên beriya me zemînek pir baş amade kiribûn.” 
 
TERZ Û BIZAVA KALO 
 
Bayram da zanîn ku ew Kalo ji dûr ve dibin xizmên hev û dema wî dest bi belavkariyê kiriye Kalo belavkarek bi salan bû. Bayram wiha behsa roja xwe ya ewil ku bi Kalo re derketibû belavkiriyê kir: “Min dabûn cem wî. Ez sê rojan pê re derketim belavkariyê. Me li Rezanê belavkarî dikir. Ez nikarim wan sê rojan bînim ziman, rojên gelek xweş bûn. Rojek çend rojname di destên min de mabûn, ez hatim buroyê. Kalo li min nihêrî û keniya û got, ‘tu nikarî wisa belavkariyê bikî’. Wî rojname zêde jî dixwestin û di kuçe û cadeyan de li xelkê belav dikir. Mirovek gelek jîr bû, jêhatî bû û kedkarek hêja bû. Wî her tim ji me zêdetir rojname belav dikir. Her roj wî herî kêm 350 rojname belav dikir. Terz û bizava wî nayê jibîrkirin. Wan rojên me yên xweş qet ji bîra min naçin.” 
 
Bayram anî ziman ku Kalo wê tu carî xwe nede jibîrkirin û got: “Li her kuçe û cadeyên Amedê kesên Kalo nas dikin hene. Belê dibe xatirê xwe ji me xwest û koça dawî kir, lê belê fedakariya wî hêj dijî û wê qet neyê jibîrkirin. Ez hêvîdarim wê belavkarên nû jî wî ruhê Kalo ji xwe re mînak bigirin û dewam bikin.” 
 
NEDIXWEST KARÊ WÎ NÎVCO BIMÎNE 
 
Zafer Tuzun ê ku bi Kalo re xebitiye jî bi bîr xist ku wî di sala 1993’yan de Kalo nas kiriye û nêzî du salan bi hev re xebitî ne. Tuzun destnîşan kir ku Kalo kesî nedişikand û got: “Sohbeta wî pir xweş bû. Dilê kesî nedihişt. Her tim mezin radibû û rûdinişt. Di wan salên dijwar de êrişên dijwar dihatin kirin û em ji ber van êrişan bi hişmend bûn. Carek li Cadeya Mêrgehmeda Sûrê bi kêran êrişî Kalo kiribûn. Em çûn me wî rakir nexweşxaneyê û dotira rojê me lê mêze kir ku va Kalo dîsa hatiye belavkariyê. Qet hez nedikir ku karê wî nîvco bimîne.” 
 
ROJNAMEYAN DI BIN DENDIKAN DE VEDIŞART 
 
Tuzun da zanîn ku belavkarî di ruhê Kalo de bûbû enyad û wiha got: “Kalo her tim digot, ‘heta e bimirim jî ez ê belavkariyê bikim’. Heta ku ji destê wî hat jî viya kir. Dixwest rojnameyan hin bêtir bigihijîne kesan. Dixwest bêtir kes bi hişmend bibin. Berê şekir, dendikan difirot. Rojnameyan jî dixist nava wan û bin dendikan û wisa belav dikir. Vê rêbazê wî li pêş xist. Li navçeya Sûrê û Rezanê kesên wî nas nedikir nebûn. Her kes xwedî lê derdiket. Çapemeniya azad dê wê têkoşîna wî bidomîne.” 
 
WEK NAVÊ XWE BÊZAR NEBÛ 
 
Birayê Kalo, Mehmet Nûrî Yakût jî got wefata Kalo wan gelek xemgîn kiriye û birayek wî din jî dema biçûk bûye belavkariyê kiriye. Yakût ku bi xemgînî behsa kekê xwe Kalo kir wiha got: “Kekê min Yilmaz û kekê min herî mezin di sala 1989’an de dest bi belavkariyê kirin. Ewilî bi awayê aborî dest bi belavkariyê kirin. Lê belê pişt re her du kekên min jî rastî êrişa polîsan hatin û têkoşînê nas kirin. Ruhê wan ê şoreşgerî rabû û vê carê ne ji bo pera ji bo rojnameyê ji bigihînin xelkê xebitîn. Kekê min Yilmaz bêhejmar hat binçavkirin. Her sibeha ku ji malê derdiketin ji dayika min re digotin belkî em îro venegerin malê. Dayika min jî li pey wan av direşand û wan oxir dikir. Heta îro gelek caran bi êrişan re rûbirû ma. Lêbelê tu tiştekî wî bêzar nekir. Yilmaz bêwestan, bêtirs rêya xwe dewam kir.” 
 
‘HETA AVAKIRINA KURDISTANÊ’ 
 
Yakût anî ziman ku kekê wî Yilmaz tevahiya rojnameyên ji kevneşopiya çapemeniya azad tên belav kiriye û got: “Her tim wisa digot, ‘heta Kurdistan ava nebe, ez ê dest ji têkoşîna xwe bernedim’. Di demên dawî de êdî ji lingan jî ketibû lê belê tenê ji bo ku xebatkarên çapemeniyê bibîne derdiket diçû cem wan. Me digot tu nexweşî neçe. Lê nedixwest hevalên wî tenê bimînin û dixwest her tim li cem wan be.” 
 
MA / Eylem Akdag - Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

19/01/2022
09:16 Bang li CPT'yê kir: Girtîgeh bûne navendên mirinê
09:09 Di hevdîtina vekirî de nehiştin hevjînên hev li kêleka hev rûnên
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
18/01/2022
22:06 Li Qoserê formên dersên bijarte nedan xwendekaran
20:23 Ji bo dersa kurdî belavok belav kirin
20:10 Daxuyaniya hevpar a 8 partiyên siyasî: Em bibiryar in ku berpirsiyariya civakî pêk bînin
18:41 Berfê li navçeyên Amedê jî erd spî kir
16:57 'Nobeta Edaletê' ya Wanê di roja 40'î de ye
16:54 Berfê li Amedê rûyê erdê spî kir
16:33 Serokên daîreyan ên qeyûmê Amedê şerê hev kirin
16:15 Artêşa Iraqê gef li Şengalê dixwe
16:14 Wê daxwaza malbatên Nobeda Edaletê digirin li mitînga Amedê olan bide
15:42 HDP'ê xebatên xwe yên mitînga Amedê li Bismîlê domand
15:32 Rêxistinên sivîl banga parastin û bijartina dersên kurdî kirin
15:13 Ceza li Serokê Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:13 Bûldan: Yên ku tecrîdê didin sepandin û qala Îmraliyê dikin ne jidil in
15:03 Li Aydinê hin dibistanan kurdî ji dersên bijarte derxistin
14:43 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan serdana malbata Şenyaşar kir
14:13 Şenyaşar: Wê hemû deriyê edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê
14:13 Leşkeran li Şêrwanê ciwanek kirin binçavan
14:02 Dadgehê cezayê dîsîplînê betal kir
13:03 Çalakiya ‘Gulistan li ku ye?’ di roja 18’an de ye
12:54 Bahçelî bertekên amediyan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir
12:43 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:43 PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qada aloziyê
12:23 Faîlê destdirêjiyê Serokê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê hat berdan
11:09 29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in
10:26 Ruhê berxwedêr ê Kalo li her kûçeyên Amedê ye
10:22 Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê angaştên derpkirinê lêkolîn nekir
09:00 Di 15 salan de 82 hezar û 253 kes ji ber tahdeyê serî li TKFD'ê dane
09:00 Krîzê traktor pê da firotin, niha jî dora heywanan e
09:00 Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan
09:00 Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin
09:00 Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve
09:00 Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê
08:56 Li Qeyseriyê erdhej çêbû
17/01/2022
21:22 Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da
20:38 Li Semsûrê kesek hat girtin
19:29 Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir
19:12 KCD û DBP çûn taziyeya Kalo
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir
14:23 PENa Kurd banga bijartina dersa kurdî kir
14:05 Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê DBP'ê Aslan taloq bû
14:04 Li ber edliyê gazî kirin: Gulistan li ku ye?
14:03 Doza Geziyê: em teslîm nabin, hûn teslîm bibin
13:48 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER'ê birîn
13:35 Polêsan li Silopiyayê 3 kesan binçav kirin
13:25 5 roj in agahî ji 3 kolberan nayê girtin
13:12 Rojê nanekê didin girtiyan
13:02 Malbatên girtiyên nexweş: Li girtîgehan ‘hiqûqa dijminatiyê’ tê sepandin
12:44 Gergerlîoglû ji bo xerc û bihayên xwarinên girtiyan pêşniyarqanûnekê da meclisê
12:29 Dêrsim de fotoxrafê vore
11:42 Malbata Şenyaşar: Gelo wê kesekî ku ji vê zilmê re bibêje bes e dernekeve?
11:32 Rêveberê HDP'a Wanê hat binçavkirin
11:31 Rewşa girtiyê 29 salan Yildirim giran dibe
11:26 Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe
09:54 Kolberek birîndar bû
09:08 HDP wê li Amedê mitîngek mezin li dar bixe: Gelê Amedê wê bersiva êrişan bide
09:08 Parêzer Gîzem Mîran: Tecrîd sûc e û divê were rakirin
09:08 Guleryuz ê HDP’yî: Em di lêgerîna temsîlyeta rasteqîn de ne
09:08 Bi endîşeya ku wê zarokên xwe nebîne dê emeliyat bibe!
09:08 Jin dixwazin Aysel Tugluk were berdan: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2022
20:04 Cenazeyê du penaberan ku qerisîne hatin dîtin
18:21 Zeydan: Keda gelê me wê azadî û aştiyê bîne
18:04 Xelk li eywanê bicih nebû, kongre li kuçeyê pêk hat
17:53 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:08 Di nobetên edaletê de serdanên piştgiriyê didomin
16:29 Geveriyan Zeydan bi coş pêşwazî kirin
16:18 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
16:11 Generalê biçûk Kalo hat veşartin
15:52 'Kujerê Enes ev pergal e'
15:22 Ji çar milan ve xebatên mitînga HDP'ê tên kirin
15:06 Bûldan li Êlihê banga bi dawîkirina tecrîdê kir
14:39 HDP li Edenê jî diçe kongreyê
14:38 Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin
14:05 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 314'an de didome
13:40 HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e
12:40 Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Bîerbaûm: Divê qedexeya PKK'ê rabe
12:13 Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da
11:41 Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze
11:39 Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe
10:25 Ji bo Tifaqa Demokrasiyê 8 partî tên tên gel hev
09:49 Mele Ozdemîr cara sêyemîn hat girtin
09:04 Li çar hawirdorên cîhanê jin ji bo Tûglûkê bûn yek deng
09:03 ‘Em navê Bahçelî naxwazin, bila bi navê Tahir Elçî be'
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan