Egîtîm Sena Şirnexê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

  • rojane
  • 09:16 26 Çile 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Sekretera Jinan a Egîtm Senê ya Şaxa Şirnexê Serap Ok diyar kir ku dersa bijarte ya kurdî mafek e lê bes ev maf têrê nake û divê beriya her tiştî pêşiya perwerdehiya kurdî were vekirin û zarokên kurd bi zimanê xwe werin perwerdekirin. 

Bi salane li Tirkiyeyê polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê li ser zimanê kurdî berdewam dikin.  Di sala 2012'an de mûfredeta nû ya Wezareta Parastinê (MEB) ku hat amadekirin, cih dan dersa hilbijartî ya zimanê kurdî jî di bin navê ziman û zaravayê biyanî de. Li gorî mufredeta perwerdehiyê xwendekarên diçin polên 5, 6, 7 û 8'emîn dikarin kurdî hilbijêrin û di hefteyê de 2 saet perwerdehiya zimanê kurdî were dayîn. Hikûmeta AKP'ê bi salan e li ser vê yekê polîtîkayên xwe didomîn e. Di dibistanan de dersên hilbijartî hene, lê mamosteyên ku dersê bidin tune ne. Her wiha di nava 20 hezar mamosteyên ku di sala 2021’an de ji aliyê MEB'ê ve di 5’ê adarê de hatin tayînkirin tenê sê mamosteyên kurdî hatin tayînkirin. 
 
GILIYÊ ASTENGKIRINA ZIMANÊ KURDÎ KIRIN 
 
Yek ji bajarên ku herî zêde kurdî lê tê axaftin jî Şirnex e. Tevî ku li Şirnexê û navçeyên wê xwendekar dersa hilbijartî ya zimanê kurdî hildibijêrin jî, ji ber ku li dibistanan mamoste tune ne ev daxwaza wan tê betalkirin. Li aliyê din li gorî daneyên di sala 2013-2014’an de 53 hezar xwendekaran kurdî hilbijartî ye. Di salên 2014-2015’an de ev rêje ji sedî 45 zêde bûye û bûye 85 hezar. Lê belê di van salên dawî de ji ber pergala perwerdehiyê ya xerab daxwaz kêm bûye. Lê li hin deveran tê gotin ku li bajarên bakurê Kurdistanê astengî ji xwendekaran re tê derxistin ku kurdî nehilbijêrin. Malbatên xwendekaran têkildarî mijarê de serî li Baroya Şirnexê dan. Baroya Şirnexê jî bi daxwaza ku derheqê mijarê de bên agahdarkirin ji  Midûriyeta Perwerdehiyê ya Şirnexê û midûriyetên navçeyan agahî xwest. Di heman demê de baroyê derheqê mijarê li dozgeriyê gilî. 
 
Sekretera Jinan a Sendîkaya Kedkarên Pewerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Şirnexê Serap Ok derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.  
 
'ASTENGKIRINA DERSA KURDÎ SÛC E’ 
 
Ok, diyar kir ku her çend di mufredata MEB'ê de dersa hilbijartî hebe jî mamoste tune ne û her çend li bajêr daxwazên kurdî hebin jî di dibistanan de pêşî li vê yekê tê girtin û wiha axivî: "Tiştên ku em jê re dibêjin perwerde û hîndekarî tiştekî domdar e. Heger hûn dixwazin zarokan li ser qadekê perwerde bikin, berî her tiştî divê kesên ku di wê qadê de cih digirin û di wî warî de hatine perwerdekirin bên peyvirdarkirin. Divê perwerdekar hebin û ev perwerdekar derkevin qadan. Lê dema em niha dinêrin, tenê zanîngehek di vî warî de perwerdehiyê dide. Ji xeynî vê mamostayên me yên ku bikarin di vê qadê de perwerdê bidin û zanîngehan de bên perwedekirin tune ne.  Zimanê hilbijartî hebe jî, hejmara mamosteyên ku dikarin di vî warî de dersan bidin gelek kêm e. Ji ber ku mamoste nayên tayînkirin. Di vî warî de rêvebirên dibistanan pirsgirêkên cidî derdixin. Wek mînak, di hemû dibistanan de ji xwendekaran re  dibêjin, 'Divê hûn vê qadê nehilbijêrin. Ji ber ku di vê qadê de mamoste tune ne ku dersê bidin we'.  Em vê weke sûc dibînin. Mafê malbatan heye ku dersan bijêrin. Lê mixabin ev maf û azadiya malbatan ji destê wan tê girtin."
 
'XEBATA HILBIJARTINÊ YE'
 
Ok, da zanîn ku di salên borî de daxwaza ji bo perwerdehiya zimanê kurdî zêdetir bûye û wiha got: “Li gorî daneyên di sala  2013-2014’an 53 hezar xwendekaran kurdî hilbijartin e. Dema em li salên 2014 û 2015'an dinêrin ev rêje ji sedî 45 zêde dibe û ev hejmare dibe 85 hezar xwendekar.  Xwestin pêşiya vê bigirin. Ji ber vê yekê wan ji mufredatê ev beş derxistin. Atmosfereke ku ‘Kesek vê beşê nahilbijêre’ çêkirin. Bi dîtina min ev kampanya bijartina dersa kurdî xebateke hilbijartinê ya îqtidarê ye.” 
 
'DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ’ 
 
Ok destnîşan kir ku ew dibêjin beriya her tiştî divê zarokên kurd bi zimanê xwe yê zikmakî werin perwerdekirin û got: “Divê zimanê kurdî yê bi milyonan kurd wekî dersa hilbijartî neyê dîtin. Mafê van  zarokan heye ku bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Em dersa bijarte erênî dibînin. Lê belê têrê nake. Divê ev qad li zanîngehan bê avakirin û xwendekarên ku di zanîngehan de tên perwerdekirin dakevin qadan û xizmeta vî gelî bikin.”
 
 
 

Sernavên din

30/01/2022
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê
29/01/2022
23:05 Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye
21:08 Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê
20:24 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e
17:05 ‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’
16:16 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan
16:06 Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket
15:44 Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan
15:22 Li Hesekê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’ê de pevçûn derket
14:53 Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye
14:08 Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn
13:58 Li Cizîrê 4 kes kirin binçavan
13:56 Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze
12:10 Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e
12:02 Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin
11:49 Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat
11:44 Haşim Gezer bang li parêzerên Xerîbeyê kir: Xwe bigihînin min
11:10 Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin
10:49 Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive
10:12 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir
10:05 Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê
09:45 AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir
09:25 Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive
09:03 Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin
09:03 Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye
09:03 Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin
09:03 ‘Em bibin dengê girtiyan'
09:03 TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike
09:03 Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye
09:03 Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2022
20:33 'Nobeda Spî' didome
20:18 Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
19:39 Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir
19:26 Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin
18:10 Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir
17:48 Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin
17:00 ‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min'
16:45 Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin
16:38 Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe
16:36 Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye
16:11 Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû
16:02 Malbata Dokû: Bila Zainal Abarakov bê darizandin
15:55 HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in
15:29 Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan
15:17 Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’
12:11 ‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’