Ji bo MA'yê krîmînalîze bikin şahidên nepen xistin dewrê

  • rojane
  • 09:22 26 Çile 2022
  • |
img

AMED - Li Amedê di lêpirsîna derbarê 13 siyasetmedar û sendîkavanên hatin girtin de, logoya ajansa me wekî "delîla sûc" hatiye hesibandin û bi îfadeyên "şahidên nepen" jî hatiye xwestin ku ajansa me bê krîmînalîzekirin. 

Tirkiye bi binçavkirin û girtina rojnamevanan, bi sansurkirin û astengkirina saziyên çapemeniyê di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de di nav 180 welatan de di rêza 153'yan de ye. Ji xeynî çapemeniya "alîgir" hemû çapemenî û rojnamevan tên cezakirin. Li gor "Rapora Binpêkirinên Mafan ên Li Hemberî Rojnamevanan" a Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê jî, li Tirkiyeyê di sala borî de 55 rojnamevan bi êrişan re rû bi rû mane, 2 rojanmevan hatine kuştin, ji 61 rojnamevanên hatine binçavkirin derbarê 54'an jê de doz hatiye kirin û 6 rojnamevan jî hatine girtin. Her wiha 23 rojnamevan jî bi îşkenceyê û muameleyên xirab re rû bi rû mane, li 11 rojnamevanan sîxurtî hatiye ferzkirin û gef li wan hatine xwarin û 102 rojnamevan jî di dema şopandina nûçeyan de hatine astengkirin û 17 jê jî li girtîgehan bi binpêkirinên mafan re rû bi rû mane. 
 
Ên herî zêde bi van çewisandinan re rû bi rû dimînin jî rojnamevanên kurd û rêxistinên wan ên çapemeniyê ne. Yek ji van saziyan jî Ajansa Mezopotamyayê (MA) ye. MA, ji ber ku bi weşana xwe AKP'ê nerihet dike, ji roja ku hatiye avakirin heya niha bi polîtîkayên çewisandinê hedef tê girtin, xebatkarên wê tim tên binçavkirin û girtin û malpera wê tê astengkirin. 
 
Piştî ev rê û rêbazên hatin pêkanîn bi kêr nehatin, vê carê jî ji bo tepisandina ajansa me ketine nav hewldanên krîmînalîzekirinê. 
 
Di lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, têkildarî van hewldanên krîmînalîzekirinê de hin agahî bi dest ketin. 
 
PIRSÊN DERBARÊ AJANSA ME DE
 
Di navbera 8-9'ê Mijdara 2021'ê de navenda wê Amed li 5 bajarên cuda operasyon hatibûn kirin û di van operasyonan de siyasetmedar û sendîkavan jî di nav de 19 kes hatibûn binçavkirin û ji kesên hatibûn binçavkirin 14 kes jê hatibûn girtin. Yek ji van kesan jî Cîgirê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel bû ku piştî îtirazan di heman rojê de hatibû berdan. Li Midûriyeta Polîsan a Amedê di dema kar û barên binçavkirinê de derbarê ajansa me de hin pirs ji kesên hatibûn binçavkirin hatine kirin. 
 
LOGOYA AJANSÊ KIRIN DELÎLA SÛC!
 
Logoya ajansa me ya di materyaleke dîjîtal a kesekî binçavkirî de, wekî sûc hatiye hesibandin. Ji vî kesî ev pirs hatine kirin: "Çima logoya malpera nûçeyan a rêxistinî ya bi navê Ajansa Mezopotamyayê di dîjîtala te de heye? Qey tu jî bi banagwaziyên ji bo çalakiyan ên ji aliyê vê ajansê ve tên kirin tevli çalakiyan dibî?" 
 
ÎFRADEYÊN ŞAHIDÊ NEPEN
 
Her wiha beyanên derî rastiyê yên şahidê nepen ê bi navê "G11055L44F47" jî daxilî nav dosyeyê hatine kirin. Şahidê nepen, di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku "ajansa me peyamên bişîfre parve dike." 
 
Ev şahidê nepen, ji bo kesekî di dosyeyê de jî gotiye: "Ev kes peyamên bişîfre yên Ajansa Mezopotamyayê fêm dike û li gor wê çalakiyan li dar dixe. Li gor wê kesan daxilî nav çalakiyan dike." 
 
Tenê ne ajansa me, her wiha ANF News û Rûdaw jî wekî "saziyên çapemeniyê yê alîkariya PKK'ê dikin" hatine nirxandin. 
 
Ji kesên hatibûn girtin yek jê jî Endama Venihartinê ya Navendî ya Giştî ya Egîtîm-Senê Arzû Koç bû. Koç, di danişîna 21'ê Çileyê ya li Dadgeha Cezayê Giranh a 10'an a Amedê de hat berdan. 
 
MA / Omer Çelîk
 

Sernavên din

30/01/2022
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê
29/01/2022
23:05 Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye
21:08 Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê
20:24 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e
17:05 ‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’
16:16 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan
16:06 Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket
15:44 Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan
15:22 Li Hesekê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’ê de pevçûn derket
14:53 Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye
14:08 Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn
13:58 Li Cizîrê 4 kes kirin binçavan
13:56 Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze
12:10 Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e
12:02 Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin
11:49 Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat
11:44 Haşim Gezer bang li parêzerên Xerîbeyê kir: Xwe bigihînin min
11:10 Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin
10:49 Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive
10:12 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir
10:05 Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê
09:45 AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir
09:25 Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive
09:03 Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin
09:03 Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye
09:03 Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin
09:03 ‘Em bibin dengê girtiyan'
09:03 TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike
09:03 Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye
09:03 Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2022
20:33 'Nobeda Spî' didome
20:18 Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
19:39 Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir
19:26 Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin
18:10 Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir
17:48 Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin
17:00 ‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min'
16:45 Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin
16:38 Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe
16:36 Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye
16:11 Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû
16:02 Malbata Dokû: Bila Zainal Abarakov bê darizandin
15:55 HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in
15:29 Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan
15:17 Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’
12:11 ‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’