Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin

  • rojane
  • 09:03 28 Çile 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Meryem Dayan a dayika Abdulgaffar Dayan ê wesayîta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da wiha got:" Bila van erebeyên zirxî ji sûkan vekişînin. Ew kesên ku dibin sedema mirina van zarokan divê ku bên girtin û cezakirin." 

Xwendekarê bi navê Abdulgaffar Dayan (23) di 24’ê çileyê de dema ji pira kevin (Cadeya Yafesê) ber bi dersxaneyê ve diçû, wesayîta zirxî ya bi cûreya Ranger li Dayan xist û  jiyana xwe ji dest da. Piştî ku li ser bûyerê çend roj derbas bûn, Şaredariya Cizîrê ya ku di bin rêveberiya qeyûm de ye li xwe mikûr hat û girt ser xwe ku wesayîta zirxî a ku li Dayan qelibiye ya wan e. Bavê Dayan di sala 2017'an de di qezayeke kar de jiyana xwe ji dest dide, dayika wî Meryem Dayan zarokên xwe di şert û mercên giran de mezin dike û dide xwendin. Dayan ê ku amadekariyên zanîngehê dikir xeyalê wî ew bû ku bibe bijîşk. 
 
Meryem Dayan derbarê qetilkirina kurê xwe de ji ajansa me re axivî.
 
XWESTIYE BIBE DOKTOR 
 
Dayan da zanîn ku ji bo pêşerojê xeyalên kurê wê hebûn û wiha got: "Armanca Abdulgaffar xwendin bû. Abdulgaffar xwendekareke gelek jîr bû. Her tim digot, 'Ez dixwazim bibim doktor'. Min bi derfetên kêm û şert û mercên herî giran Abdulgaffar mezin kir. Lê nehîştin bigihîje mexseda xwe. Serê sibehê ji min re got, 'Yadê seat 7 û nîvan ezmûna min heye. Ne baran tê û ne jî tiştek heye. Ez ê biçim'. Ji bo ku bikeve ezmûnê çûbû. Piştî ku çû 10 deqîqe di ser re derbas nebû li min geriyan û gotin, 'Qeza çêbûye û Abdulgaffar rakirine nexweşxanê'. Min ew bi zehmetiyan da xwendin. Bavê wan di sala 2017'an de di qezayeke kar de jiyana xwe ji dest da. Min ew pir bi zehmetî mezin kirin. Mamosteyên wî jî her tim digotin Abdulgaffar gelek serkeftî ye. Mamosteyên wî digotin dibe ku di Tirkiyeyê de bibe yekemîn. Ji hevalên xwe re dibû alîkar û dersa wan jî çêdikir. Yekî pir zana bû." 
 
'VAN EREBEYÊN ZIRXÎ JI KOLANAN VEKIŞÎNIN' 
 
Dayan bertek nîşanî maşîneyên zirxî da û wiha domand: "Hebûna van erebeyên zirxî jiyana me dixe xetereyê. Xwedê heqê Evdilayê min li erdê nehêle. Di wê seatê de baran dibariya. Temam ez qebûl dikim ku qeza ye. Ew şofêrên li ser erebeyan bila li nava sûkê û kolanan de hêdî biçin. Bila vê meseleya maşîneyên zirxî çareser bikin. Van erebeyan zarokên xelkê xelas kirin. Heqê wan li ser xelkê tune ye. Bila van maşîneyên zirxî ji sûk û kolanan vekişînin. Bila dewlet li ser van mirovan bisekine. Ew kesên ku dibin sedemê mirina van zarokan divê ku bên girtin û cezakirin."
 
'KEZABA MIN ŞEWITÎ BILA YA KESEK DIN NEŞEWITE' 
 
Dayan diyar kir ku divê van polîs û leşkerên wesayîtên zirxî li xelkê diqelibînin bêceza neyên hiştin û got: "Ji bo ku keseke din heman tiştê neke divê ceza were dayîn. Di nava sûkê de erebe li ser 140'ê ajotiye. Serê her kêliyê erebeyên zirxî di sûkê de diçin û tên. Di van kolanan de pîr hene, zarok hene. Divê çûyîn hatina van erebeyan çareser bikin. Kezaba min şewitî bila kezaba tu dayikên din neşewite. Êşa min gelek e. Lawê min li ber pîran, zarokan her tim rêz û hûrmeta wî hebû. Însanetiya wî ewqas mezin bû." 
 
MA / Zeynep Durgut 

Sernavên din

02/02/2022
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan
12:06 Sancar: Em wan didarizînin
11:51 HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin
11:51 HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest
10:34 Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin
10:16 Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî
10:08 ‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’
09:38 Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê
09:00 Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin
09:00 ‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’
09:00 Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'YAN
30/01/2022
23:50 Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
20:23 Tabloya koronayê: 189 kesan jiyana xwe ji dest dan, 88 hezar kes bi vîrûsê ketin
19:20 Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin
19:02 Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat
18:25 HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da
17:52 Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû
17:13 'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe'
17:03 Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive
16:41 Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
16:40 Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da
15:41 Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e
15:29 Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin
12:39 Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt
11:58 Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn
11:05 Baroya Şirnexê: Em astengkirina ragihandina kurdî qebûl nakin
11:04 'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'
10:05 Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike
09:19 Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin
09:17 Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê
09:15 Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin
09:13 Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim
09:11 Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye
09:09 Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar