Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku axaftinên Erdogan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir dike. Gunay got ku hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive.

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam e. Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi rêya telefonê gel malbata xwe axivî bû. Ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Ocalan jî bi hinceta ‘cezayên disiplînê’ tên redkirin an jî ev daxwaz bêbersiv tê hiştin. Di van demên dawî de serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan derheqê Ocalan de diaxive. Erdogan ji ewilî di 12’ê çileyê de di civîna koma xwe de wiha behsa Ocalan kir: “Ew kesê li Edîrneyê dê hesaba herî mezin bide wî kesê li Îmraliyê.” Di 26’ê çileyê de jî di bernameyeke televîzyonê de li ser pirsa rojnamegeran Erdogan bersiva ‘divê ji Ocalan bê pirsîn’ da. 
 
Di demekî ku malbat û parêzerên Ocalan nikarin hevdîtinan bikin de van gotinên Erdogan rê li ber fikar û bertekan vekir. Yek ji parêzerên Ocalan û Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay derheqê axaftinên Erdogan de ji ajansa me re axivî. Gunay got ku axaftinên derheqê Ocalan de karê wan nîne û hewceye şert û merc bên amadekirin ku Ocalan bi xwe biaxive. 
 
TECRÎD TÊ GIRANKIRIN
 
Gunay bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Sepana tecrîdê berdewam e û roj bi roj bi awayekî derhiqûqî û derexlaqî tê girankirin. Axaftinên demên dawî jî nîşan didin bê ka li Girava Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye. Ev gotin tecrîda heyî hêj girantir dikin. Hewcehî bi agahiyên objektîf heye. Kes nizane bê ka li Îmraliyê çi diqewime, rewşa tenduristiya girtiyan çawa ye. Divê di vê mijarê de agahiyên rast bidin gel. Bêguman hem tevgera kurd, hem siyaseta kurd û hem jî raya giştî ya Tirkiyeyê birêz Ocalan ji nêz ve dişopîne û hay ji nêrînên wî heye. Bi taybet jî siyaseta Tirkiyeyê Girava Îmraliyê pir ji nêz ve dişopîne.” 
 
‘LI SER NAVÊ OCALAN TÊ AXAFTIN’
 
Di berdewamê de jî Gunay da zanîn ku Ocalan di şertên tecrîdeke derhiqûqî û dermirovî de ye û ne hedê kesekî ye ku li ser navê wî biaxive. Gunay bertek nîşanî axaftinên Erdogan da û wiha pê de çû: “Sedema vê tecrîdê Erdogan bixwe ye. Lewma kesê herî dawî bikare qala birêz Ocalan bike yan jî derheqê wî de îdiayan bike, Erdogan e. Serokomarê vî welatî ye. Ji ber vê jî berpirsê yekemîn ê vê tecrîdê ew bi xwe ye. Dema em li 20 salên desthilatiya AKP’ê dinihêrin, dema em li sepanên li Girava Îmraliyê yan jî guherînên di Qanûnên Ceza û Înfazê de dinihêrîn, dibînin ku kesên tecrîda li Îmraliyê giran dikin û ev yek veguherandine şêwazekî birêvebirinê, desthilatiya AKP’ê ye. Lewma bi wan nakeve ku derheqê Ocalan de biaxivin.”
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’
 
Gunay destnîşan kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya ku dikeve ser milê desthilatdariyê ew e ku tecrîdê rake, li gorî hiqûqê tevbigere û edaletê pêk bîne. Em bi vekirî bang li hikûmetê dikin; li şûna ku her carê îdiayên derveyî aqil bikin, bila tecrîdê rakin, deriyên Îmraliyê vekin û hem parêzer û malbata Ocalan û hem jî şandeyên siyasî bikarin biçin hevdîtina wan. Bila raya giştî ji Ocalan bi xwe bibihîze bê ka çi difikire. Divê tecrîd bi dawî bibe û Ocalan bixwe biaxive. Tekane rê ev e.” 
 
RASTIYA OCALAN
 
Parlamenter Ebrû Gunay wiha dawî li axaftina xwe anî: “Axaftinên Erdogan, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê girantir dike. Li rexekî hewl didin wisa nîşan bidin ku li Girava Îmraliyê hevdîtin çêdibin, li hêla din jî pergala tecrîdê giran dikin. Erdogan kengî bi vî awayî tevbigere, hinek kesên li derdorê demildest êrişî Ocalan dikin. Dest bi reşkirinê dikin. Di dawiya dawî de Ocalan rastiyek e û ev êriş nîşan didin ku çavên xwe li vê rastiyê digirin. Ocalan, tevî şert û mercên nebaş û pergala tecrîda giran jî li ber xwe dide. Divê ev rastî tu carî neyê jibîrkirin. Têkoşîna ku Ocalan li Îmraliyê dide, xeta berxwedanê ye. Divê tu kesek vê rastiyê ji bîr neke.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

02/02/2022
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan
12:06 Sancar: Em wan didarizînin
11:51 HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin
11:51 HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest
10:34 Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin
10:16 Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî
10:08 ‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’
09:38 Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê
09:00 Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin
09:00 ‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’
09:00 Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'YAN
30/01/2022
23:50 Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
20:23 Tabloya koronayê: 189 kesan jiyana xwe ji dest dan, 88 hezar kes bi vîrûsê ketin
19:20 Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin
19:02 Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat
18:25 HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da
17:52 Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû
17:13 'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe'
17:03 Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive
16:41 Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
16:40 Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da
15:41 Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e
15:29 Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin
12:39 Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt
11:58 Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn
11:05 Baroya Şirnexê: Em astengkirina ragihandina kurdî qebûl nakin
11:04 'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'
10:05 Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike
09:19 Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin
09:17 Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê
09:15 Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin
09:13 Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim
09:11 Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye
09:09 Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar