Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive

  • rojane
  • 10:49 28 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku divê dewlet cidî tevbigere û vê hişyariyê dabû: “Li ser navê min bi milyonan derew tên kirin. Bila ji xeynî Apo kes neaxive.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê bi tecrîdek giran re rûbirû ye. 10 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin. Tevî hemû serlêdanên malbat û parêzerên wî jî destûra hevdîtinê nayê dayîn. 
 
‘EZ Ê JI RASTIYAN TAWÎZ NEDIM’ 
 
Ocalan ku berê bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin kiribû astengkirina hevdîtinan wek “tavîzdayînê” nirxandibû û di hevdîtina 12’ê cotmeha 2011’an de ya li gel malbatê gotibû, “Nahêlin hûn û parêzerên werin vir. Bi vî awayî dixwazin ku ez tawîzê bidim wan! Ez li vir deh sal jî bi tena serê xwe bimînim, wê bi vî awayî nikaribin tawîzê ji min bigirin. Ez ji rastiyan tawîzê nadim. Hemû mafên me tên desteserkirin. Car carna riya hevdîtinê vedikin û dixwazin ser kirinên xwe bigirin.” 
 
‘DEWLET ŞAŞÎTIYÊ DIKE’ 
 
Ocalan di 27’ê Nîsana 2020’an de li gel birayê xwe Mehmet Ocalan cara ewil bû bi telefonê axivîbû. Pişt re di 25’ê Adara 2021’an de Ocalan cara duyem li gel Mehmet Ocalan bi telefonê axivîbû lê belê telefon hatibû qûtkirin û tenê çend deqîqe axivîbûn. Ocalan bertek nîşanî astengkirina hevdîtinan dabû û wiha gotibû: “Kekê min got ‘Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; Ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe.’ Serok dubare dubare got ‘Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.” 
 
EV DU CAR IN ERDOGAN BEHSA OCALAN DIKE
 
Ji wê rojê ve agahî ji Ocalan nayê girtin. Ji ber vê yekê di raya giştî de jî fikar zêde dibin. Di nava du hefteyên dawî de Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ev du car in derbarê Ocalan de daxuyanî dide. Erdogan ewilî di 12’ê çile de di komcivîna partiya xwe de axivîbû û gotibû, “Wê yê li Edîrneyê hesab bide yê li Îmraliyê.” Piştî vê daxuyaniyê Erdogan duh êvarê jî di bernameyek televîzyonê de derbarê Ocalan de axivîbû û gotibû, “Divê meriv wî ji Ocalan bipirse. Ocalan, ji ber van peyamên Demîrtaş ên di girtîgehê de dide, nerihet e.”
 
‘DIVÊ AŞTÎ JÎ ŞER JÎ CIDÎ BE’ 
 
Ocalan di hevdîtinên li gel Şandeya Îmraliyê yên di navbera salên 2013 û 2015’an bênavber li ser cidiyeta dewletê disekinî û digot heke dewlet divê di aştiyê de jî di şer de jî bi cidî tevbigere. Ocalan di hevdîtina 15’ê îloana 2013’an de jî gotibû: “Ocalan wisa ne kesekî ku were bikaranînê ye. Ez ji bo xwe tiştek naxwazim. Ez di şêwaz û nêzîkatiyê de cidiyetê dixwazim.” 
 
HEGEMONYA ŞEXSÎ YA ERDOGAN 
 
Ocalan di hevdîtina 24’ê hezîrana 2013’an de jî wiha axivîbû: “Hewcedariya demokrasiyê parve kirin e. Hurmeta li hemberî hev e. Fêmkirina ji hev e. Erdogan nikare hegomonya xwe ya şexsî ava bike, xelk jî viya qebûl nake.” 
 
‘KES NIKARE LI SER NAVÊ MIN BIAXIVE’ 
 
Ocalan di hevdîtina 26’ê hezîrana 2014’an de jî li gel Şandeya Îmraliyê wiha gotibû: “Ez hişyariya ku kes li ser navê Apo neaxive didim. Em her tiştî bi nivîskî bikin. Heta heke ku dewlet îmze neke, hewce bike ez ê îmze bikim. Bila diyar bibe ez çi li vir diaxivim. Ev pêdiviyek neçarî ye. Berevajî vê wê bibe mîna sobeberiya hewiza bêav. Li ser navê min bi milyonan derew tên kirin. Em pêşî li van hemûyan bigirin. Em ê neyên lîstika tu kesî. Ne hedê tu kesî ye me bikar bîne. Divê her kes cidî be. Em ji sindoqa sed qad tevgerek cidîtirin. Divê dewlet bi awayek cidî tevbigere û di karûbarên xwe de cidî be.”
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

02/02/2022
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan
12:06 Sancar: Em wan didarizînin
11:51 HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin
11:51 HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest
10:34 Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin
10:16 Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî
10:08 ‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’
09:38 Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê
09:00 Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin
09:00 ‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’
09:00 Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'YAN
30/01/2022
23:50 Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
20:23 Tabloya koronayê: 189 kesan jiyana xwe ji dest dan, 88 hezar kes bi vîrûsê ketin
19:20 Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin
19:02 Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat
18:25 HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da
17:52 Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû
17:13 'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe'
17:03 Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive
16:41 Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
16:40 Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da
15:41 Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e
15:29 Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin
12:39 Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt
11:58 Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn
11:05 Baroya Şirnexê: Em astengkirina ragihandina kurdî qebûl nakin
11:04 'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'
10:05 Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike
09:19 Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin
09:17 Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê
09:15 Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin
09:13 Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim
09:11 Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye
09:09 Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar