Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin

  • rojane
  • 11:10 28 Çile 2022
  • |
img

HESEKÊ – Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed da zanîn ku hêzên wan li dijî ‘şaneyên razayî’ yên DAIŞ’ê operasyon daye desptêkirin. Ehmed bang li hêzên navdewletî kir ku ji bo darizandina DAIŞ’iyan dadgeheke navneteweyî ava bikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî êrişa DAIŞ’ê ya di 20’ê çileyê de li Hesekê pêk anî, operasyon da destpêkirin. HSD’ê piştî pevçûnên dijwar, di roja çarşemê de girtîgeh xist bin kontrola xwe. Bi êrişa DAIŞ’ê re hemwext li dijî herêmên cuda jî êriş hatin destpêkirin. Operasyonên HSD’ê di 26’ê çileyê, roja salvegera berxwedana Kobanê bi dawî bûn. Têkildarî mijarê Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed ji ajansa me re axivî.
 
 
‘BERIYA NIHA JÎ ÊRIŞ KIRIBÛN’
 
Newroz Ehmed destnîşan kir ku êrişên beriya niha ji hêla hêzên ewlekariyê ve vala hatin derxistin û wiha domand: “Emîr û fermandarên payebilind ên DAIŞ’ê ku li Baxozê hatibûn girtin, li Girtîgeha Sînaayê ne. Lewma DAIŞ girîngiyê pê dide. Ji bo xelaskirina wan her tim di nava hewldanan de ye. Hem şaneyên DAIŞ’ê û hem jî dewleta Tirk her tim bi rêbazên cuda van êrişan didomînin. Van êrişan li ser Serêkanîyê, Girê Spî û herêmên din pêk tînin. Lê hêzên me ev êriş vala derdixistin û miraza wan hasil nedibû. Balkêş e ku ev êriş di serdemeke ku Erdogan digot ‘em ê bi stratejiyên cuda êrişî wan bikin’ de çêbû. Bi rastî jî ji êrişên heta niha pir mezintir û birêxistinkirîtir bû.” 
 
KOMÊN DI BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ DE
 
Ehmed da zanîn ku hinek kom ji herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê û hinek kom jî ji Iraq û Sûriyeyê hatine herêmê û ev agahî dan: “Bi destpêkirina êrişê re temamiya van koman ketin nava tevgerê. Êriş tenê bi girtîgehê re sînor nema. Bêguman armanca wan hem girtîgeh û hem jî Hesekê bû. Çeteyên ku ew pir girîngiyê pê didin li vê girtîgehê dimînin. Dixwestin hem wan xelas bikin û hem jî wan beşdarî êrişa xwe bikin. Xwestin temamiya herêmê dagir bikin. DAIŞ, xwe dîsa birêxistin dike û dixwaze xelîfetiya xwe ragihîne. Êrişa wan a bi hejmareke ewqas mezin nîşaneya vê rastiyê ye.” 
 
TALÛKEYA LI GIRTÎGEHÊ
 
Di berdewamê de jî Ehmed got ku talûkeyeke mezin li ser girtîgeha navborî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me gelek caran bal kişand ser vê talûkeyê. Biqasî ji dest dihat me girtîgeh diparast. Bêguman derfetên me kêm bûn û bi têrî nedikirin. Ev yek me berê jî gotibû. Lê tevî vê rastiyê jî hêzên me ew dever parast. Me gelek caran banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir. Ji ber ku ev bar, ne tenê barê Rêveberiya Xweser û HSD’ê ye.”
 
‘OPERASYONA LI DIJÎ ŞANEYÊN RAZAYÎ’
 
Ehmed da zanîn ku beriya niha jî têkildarî girtîgehê bi hêzên koalîsyonê re hevdîtin û xebatên wan ên hevpar çêbûne û wiha derbirî: “Lê ne di asta tê xwestin de ne. Êrişa heyî nîşaneya herî şênber a vê rastiyê ye. Ya girîng ew bû ku kontrol dîsa ketibûya destê me. Operasyonên me yên li dijî hucreyên razayî berdewam in. Ne tenê li Hesekê, li derdora bajêr û li bajarên din jî ev operasyonên me yên paqijkirina şaneyên razayî berdewam in.” 
 
BANGA BO DADGEHA NAVNETEWEYÎ
 
Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed daxuyand ku pêngava ewil a li girtîgehê ew bû ku girtîgeh ji DAIŞ’iyan bê paqijkirin û wiha domand: “Piştre jî kontrolkirina girtîgehê bû. Ji ber ku bi rastî jî bi hejmareke gelek mezin hatibûn. Xwestin bi çekên giran bikevin hundir. Lê hêzên me destwerdana rewşê kir û rê li ber girtin. Niha tevek jî di bin kontrola me de ne. Bêguman gelek zehmet bû. Ji ber ku gelek sivîl hebûn. Van kesan xwe li taxan bi cih kiribûn. Di heman demê de girtiyên ku temenê wan biçûk hebûn. Xwestin wan weke mertalên zindî bi kar bînin. Me nexwest ziyanek bi sivîlan bibe. Me xwest van girtiyên zarok rizgar bikin. Ji bo gava yekemîn ev yek girîng bû. Niha li cihekî biewletir in. Tên parastin û tevdîrên pêwîst hatine girtin. Ji bo vê jî derfet û alîkarî hewce dike. Ya herî girîng jî ew e ku ev kes di zûtirin dem de vegerin welatên xwe. Ji bo ku em bi hev re van kesan bidarizînin û sûcên wan derxînin holê, divê em bi hev re bixebitin. Ev ne tenê karê me, karekî navneteweyî ye. Di vê çarçoveyê de hem dê bên darizandin û hem jî dê li welatên xwe bên vegerandin. Yek ji xebatên me yên sereke jî ev e. Bêguman ji bo pêkhatina van tiştan divê ewlehiya vê derê bê parastin. Derfetên me kêm in. Ev kes bi operasyonên hevpar ên me û koalîsyonê hatine girtin. Anku girtina van DAIŞ’iyan tenê berpirsyariya me nîne.” 
 
‘LÊPIRSÎN BERDEWAM DIKE’
 
Newroz Ehmed got ku ji bo darizandina DAIŞ’iyan para herî mezin a wan e û ev nirxandin kir: “Lewma em her carê van bangan dikin. Hêj van kesan ziyanên mezintir nekirîn û xwe birêxistin nekirîn, divê pêşî lê were girtin. Ji ber ku ev kes bo hemû cîhanê talûke ne. Em bang li welatên ku hemwelatiyên wan li vir û kesên ziyan ji DAIŞ’ê dîtin dikikn ku ji bo cîhaneke biaramtir alîkariya me bikin û berpirsyariyê li xwe bigirin. Ev yek girîng e. Bêguman lêkolînên me yên derheqê vê êrişê de dê bidomin. Di êrişê de windahiyên me jî çêbûn. Hêzên me fedekariyên mezin kirin. Heta dawiyê jî bi lehengî şer kirin. 10 hezar şervanên me beşdarî operasyona paqijkirinê bûn.”
 
BANDORA TIRKIYEYÊ YA DI ÊRIŞÊ DE
 
Newroz Ehmed herî dawî jî wiha got: “Lêpirsîna me ya derheqê êrişê de berdewam e. Dema bi dawî bû, em ê encamên wê bi raya giştî re parve bikin. Gelemperiya çeteyên xwe radest kirîn dibêjin ku ji herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de hatine. Di dema vê êrişê de me dît ku dewleta Tirk jî êrişan dike. Ev yek pir balkêş bû. Di encama lêpirsîna me de ev mijar tevek dê zelal bibin.”  
 
MA / Nazim Daştan 
 

Sernavên din

02/02/2022
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan
12:06 Sancar: Em wan didarizînin
11:51 HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin
11:51 HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest
10:34 Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin
10:16 Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî
10:08 ‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’
09:38 Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê
09:00 Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin
09:00 ‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’
09:00 Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'YAN
30/01/2022
23:50 Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
20:23 Tabloya koronayê: 189 kesan jiyana xwe ji dest dan, 88 hezar kes bi vîrûsê ketin
19:20 Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin
19:02 Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat
18:25 HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da
17:52 Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû
17:13 'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe'
17:03 Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive
16:41 Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
16:40 Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da
15:41 Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e
15:29 Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin
12:39 Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt
11:58 Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn
11:05 Baroya Şirnexê: Em astengkirina ragihandina kurdî qebûl nakin
11:04 'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'
10:05 Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike
09:19 Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin
09:17 Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê
09:15 Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin
09:13 Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim
09:11 Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye
09:09 Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar