Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan

img
MEXMÛR - Duh bişev balafirên Tirkiyê Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengalê û Dêrika Rojava bi dijwarî bombebaran kirin. Di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên wargehê ji duh ve li dijî êrişan li ser piya ne û îro xwepêşandan li dar xistin û cangoriyên xwe veşartin. 
 
Balafirên şer ên Tirkiyê duh bi şev di saet 22:00’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Dêrika Rojava bi dijwarî bombebaran kirin. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî a Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn.
 
Şêniyên wargehê ji duh bi şev ve li ser piyanin, îro xelkê Mexmûrê ji bo cangoriyên xwe daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin. Meş di saet 11:00’an de li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha dest pê kir. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn û bi tundî êrişa Tirkiyê şermezar kirin.
 
Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Girseya gel heya ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li nav Wargehê meşiyan. Li vir Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak axivî.
 
'TIRKIYE LI BER ÇAVÊ CÎHANÊ ÊRIŞ DIKE' 
 
Budak destpêkê êrişê bi tundî şermezar kir û got: “Duh bi şev êrişek hovane li ser wargeha me çêbû, lê Mexmur weke her carê dîsa sekna xwe raber kir. Heya siharê kes ne raza û bi vê sekna xwe dijminê hov têkbir. Dijmin li hemberî sekna gelê Mexmûrê têkçûye, her kes û cîhan jî vê dît û dibîne. Lewre Tirkiye bi hemû hêza xwe êriş dike.
 
Dewleta Faşist a dagirker xwest di sedsala 21 an de bi Kurdan bide wendakirin, lê hesabê wan negirt û bi binketin. Hesabê dewleta Tirk ji aliyê gelê Mexmûrê ve hate têkbirin. Mexmur hafizeyek zindiye, ji bo dewleta Tirk bikare vê seknê vale derbixe, bi her awayî êriş dike. Dixwaze keda 27 salan vale derbixe, lê îro helwesta gelê Mexmûrê nîşandayî, bû sedema têkbirina armanca Tirkiyê."
 
Piştî Budak berpirsê Hizba Komûnîst ya navçeya Mexmûr ya ser bi Musilê Hevrê Rêbwar jî axivî. Rêbwar jî êrişa ser Mexmûrê bi tundî şermezar kir û got: “Em ji gelê Mexmûrê re sersaxiyê dixwazin, Berxwedana Kurdan we dike ku êriş çêbibin, ev êriş yek ji siyaseta wane.” ,
 
Piştî axaftinan girseya gel berê xwe da be derê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê.
 
Li vir ji bo her du kesên jiyana xwe ji dest dabûn merasîm hat lidarxistin. Şêniyên Wargehê bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi cangoriyên xwe re berz kirin. 
 
Li vir Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Yusif Kara axivî. Kara destpêkê soza dewamkirina têkoşîna şehîdan da û got: “Emê ji bo zilm û faşîzm dawî were, heya dawî têbikoşin û berxwe bidin. Emê vê berxwedanê tacîdar bikin.”
 
Piştî merasîmê jinan darbesta cangoriyên xwe hilda ser milan û birin goristanê veşartin. 

Sernavên din

07/02/2022
09:03 Nûnertiya DBP'a Çûkûrovayê: Çareserî bi Ocalan re pêkan e
09:02 'Hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin’
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2022'YAN
06/02/2022
22:58 Li Qoserê şahiya helbestên pirzimanî hat lidarxistin
22:12 Ji bo Ocalan meşa dirêj ya li Frankfûrtê dest pê kir
19:06 Li Şemrexê jî xelk li dijî fatûreyên ceyranê rabû
17:56 Aydenîz: Yê ku çareseriyê pêşkêş dike birêz Ocalan e
16:41 Li Qoserê bi hezaran kes li dijî zeman daket qadan: Tayyîp îstîfa, dewlet îstîfa
16:18 Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî da sekinandin
15:59 Farqînê zema ceyranê hat şermezarkirin
15:49 TÛHAY-DER: Deemildest dawî li îşkenceyê bînin
15:13 Mêrdiniyan zema ceyranê şermezar kirin
14:25 Yek ji jin 2 kes bi çeka cerdevanan hatin kuştin
14:18 Li Semsûrê bi hezaran kes tevlî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Jina ku hatibû Tirkiyeyê û careke din wê biribûn Îranê hat kuştin
12:46 Li kongreya Dersimê HDP'î li eywanê bi cih nebûn
12:28 Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Keskîn serdana malbata Şenyaşar kir
10:36 Esnafên Geverê li şûna ceyranê find pêxistin!
10:36 Li gorî JINNEWS’ê di meha çileyê de 32 jin hatine kuştin
10:35 Bijîjkan tedawiya girtiyê siyasî sekinandin û emeliyata wî betal kirin
09:01 Ji Mexmûrê bang li NY'yê kirin: Helwesta xwe zelal bike
09:01 Zîkrî Zebarî yê YNK'î: PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzet danî
09:00 Projeya Mezin rûxiya: Dixwazin kurdan di navbera Tirkiye û PDK'ê de asê bikin
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Raporên çekên kîmyewî ji 40 welatan re hatin şandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2022'YAN
05/02/2022
22:49 Piştî kuştina emîrê DAIŞ'ê bi 2 rojan Soylû çû Îdlîbê
22:07 Ji bo rojnamevan Yalçin kampanyaya #NurcanYalçınGazetecidir
21:20 Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya têkildarî el-Qureyşî
21:08 Sancar: Ger em li Dersimê bi ser bikevin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser bikevin
19:19 Aysel Tûglûkê cardin birin Girtîgeha Kandirayê
18:27 Nameyên birayê Garîbe Gezerê nadin wî
18:14 Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin
17:23 Li Rihayê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:06 DBP bi gel re civiya: Em ê Ocalan azad bikin
17:06 Li Geverê bi hezaran kes bi dirûşma “Me dişêlînin” daketin qadan
16:45 'Em ê bi têkoşîna xwe edaletê bînin vî welatî’
16:36 DOP: Pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye
16:26 Ji bo berdana Tugluk bang kirin
16:02 Erdogan bi koronayê ket
15:57 ÎHD’ê li aqûbeta Tepelî pirsî
15:56 'Xetereya mirinê li ser jiyana girtiyê nexweş Abdûrrahîm Demîr heye’
15:49 Aydenîz: Komployê bi tecrîdê didomînin
15:05 Bi îşkenceyê perdeya guhê Karakaş teqandin û bi qayişê xwestin bixeniqînin
14:34 KESK: Xala 35’emîn rakin, dawî li sepanên dijdemokratîk bînin
14:30 ÎHD: Bila Ferhat Berkpinar were berdan
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin
11:46 Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan