Eyşe Efendî: Wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe

img

RIHA - Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî anî ziman ku komploya li hemberî Rêberê PKK Abdullah Ocalan negihaştiye armanca xwe û got: "Sed sal jî derbas bibe wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe. Serok Apo bi fîzîkî ne di nav me de ye, lê bi fikir û felsefeya xwe pêşiya me ronî dike."  

Rêberê PKK Abdullah Ocalan, 23 sal berê bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Çendî ku armanca komployê tecrîdkirina Ocalan û qutkirina pêwendiya di navbera wî û gel de bû jî, lê hêzên komploger negihaştin armanca xwe û komploya wan bi berxwedana gelan hat pûçkirin. Ji lew re her çû fikir û felsefeya Ocalan li ser gelek gel û derdoran bandor kir û bû cihê guhertinên mezin. Bi taybetî jî yên herî zêde bandor ji felsefe û fikira Ocalan digirin jin in.  
 
 
Di sala 2012'an de, li Sûriyeyê, li cihê ewil ê komploya li hemberî Ocalan, şoreşek rû da. Ên pêşengitiya vê şoreşê jî kirin jin bûn û lewma wekî "şoreşa jinê" tê binavkirin. Ev şoreş nîşan da ku bêyî jinan şoreş nabe. Jinên pêşengitiya vê şoreşê kirin jî niha di hemû qadên jiyanê de cih digirin û her diçe wê mezintir dikin.   
 
Ji van jinên pêşeng yek jê jî Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî ye. Jiyana Eyşe Efendî ya ku di nav gel de wekî dayika Kobanê tê binavkirin, mişt berxwedan e. Eyşe Efendî, di salên 1980'yî de gava xwendekara zanîngehê bûye fikir û felsefeya Ocalan nas kiriye û vê wekî "vejînê" bi nav dike. Her wiha gava kesên jê dipirsin û dibêjin "Tu çawa bûyî Apocî?", dibêje "Dema ez hatim dinê ez Apocî bûm, lê min ew sala 1980'yî de nas kir."  
 
Eyşe Efendî, bibîr xist ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan di sala 1979'an de derbasî Sûrîyeyê bûye û got: "Derbasbûna Rêber Apo ya Kobanê weki zayîna gelê kurd bû. Wê demê her kesî gelê kurd nas nedikir. Pêşî hat gundê Elpelur. Pişt re derbasî Kobanê bû. Civîn çêdikirin, pir dizî bû. Wekî Rêber Apo xwe nede naskirin. Ji ber ku wê demê gelek zext li ser gelê kurd hebûn. Nîzama Surî gel digirtin û ew dixistin hepsa. Ji bo hişmendiya kurdî zêde pêşketin li herêmê tune bû. Her çi qas her tişt bi dizîbû jî, lê piştî demekê di nava gel de hat zanîn ku kesek wekî rêberekî nave xwe Apo ye, hatiye. Piştî vê Rêber Apo derbasî Şam û Helebê bû. Li van bajaran civîn çêkirin. Ji Rojava kom bi kom xwendekar û gel tevli van civînan bûn."
 
  Eyşe Efendî, da zanîn ku di sala 1980'yî de dema 22 salî bûye, li Helebê di civînekê de Rêberê PKK Abdullah Ocalan nas kiriye û wiha behsa wan rojan kir: "Serê salê bû, wekî civînek gel hatibû amadekirin. Malbatekê xwarin çêkiribû, min serokatî li wir dît. Cara ewil bû min ew didît. Xwedî heybet bû. Axaftina wî li ser çand û ziman bû. Seîd Yûsûf stran gotin. Rebertî nêzî 2 saatan axivî. Piştî me bi hev re xwarin xwar, ew çû. Min dengê PKK'ê bihîst. Civîna ku ez cara yekem beşdar bûm li Siûdî Erebîstan bû. Hevalê yekemîn ku min dît hevalê Elî bû, ji Pirsûsê bû. Em bi hev re xebatîn."
 
'ZAYÎNA JINÊ' 
 
  Eyşe Efendî bal kişand ser girîngiya fikir û felsefeya Ocalan ya li ser jinan û ev yek wekî "zayîna jinê" bi nav kir. Eyşe Efendî, anî ziman ku berî fikir û felsefeya Ocalan jin di mal de hatibûn hepiskirîn û got: "Fikir û felsefeya Rêber Apo wekî zayîna gele kurd bû, lê bi taybet jî ya jinan. Jin xwe nas nedikirin. Nîvî hebû, nîvî tune bû. Wekî laşek mirîbû. Tene ji bo zarokan, lêdanê bûn. Danîn û standin tune bu bi jinê re. Tenê navê xwe jin bû. Dema Rêber Apo hat ew sînorê tirsê hilweşandin. Dîwarê tirsê hilweşandin. Rêber Apo dest da jinê û bû hevalê jinê." 
 
  'SÎSTEMA KU JIN TÊ DE BI SER DIKEVE' 
 
  Eyşe Efendî, bilêv kir ku jinan pêşengtîya Şoreşa Rojavayê kirine û wiha domand: "Jinan yek bi yek rêxistinê xwe avakirin. Jinan heq û hiqûqên xwe nas kirin. Jin ji ku hatiye, dîroka jinê çi ye êdî nas kir. Sîstema komînal, hevserokatiyê da naskirin. Jina di milê eskerî, sîyasî û aborî de xwe dît. Îro tê dîtin ku bê jin jiyan nabe. Bê jin komîn nameşe. Sîstema ku jin di nav de îro bi ser dikeve. YPJ ji bo hemû jinên cîhanê dibe mînak û hêvî. Hemû jinên cîhanê hatin serlêdana jina kurd kirin. Rêber Apo bi taybetî ji jina kurd fêhm kiribû. Ev feydebûna jina kurd derket holê. Rêber Apo got 'Çawa mêr dixebitin divê jin jî bixebitin.' Rêber Apo got Zîlan, Bêrîtan, Sara, Sakîne fermandarên min in. Sîstema heyî jinê ji xwe re dike xeriîtekek. Em li ser xerîteya ku Rêber Apo da me dimeşin û jiyana xwe berdewam dikin."   
 
'DEMA EZ HATIM DINÊ APOCÎ BÛM'   
 
Eyşe Efendî, anî ziman ku berî PKK'ê nas bike bi partiyên kurdan ên siyasî re dan û standinên wê hebûne û got: "Di 1977'an de me mekteb dixwend û me partiya Barzanî nas dikir. Me li malan bi dizî Newroz pîroz dikir. Wekî keçek kurd, ez welatper bûm. Min xwe naskir ku ez kurd im û min got, divê zimanê min kurdî hebe, gerek serokek min hebe. Ev pirsa min di serê xwedê dikir, lê min tu bersiv jê re nedidît. Çawa Apociyek derket holê ez jê re amade bûm. Ji min dipirsin 'Tu çawa bûyî Apocî?, ez dibêjim ez ji berê de Apocî me. Dema min ew dîtin ez tevli wan, tevli Apocîyan bûm. Bingehek min hebû. Di aliyê mejiyî de, hezkirina min hebû ji bo tevgera azadiyê. Piştî ku me partî nas kir jiyana min ji sedî sed guherî. Êdî Rêberek hebû. Çalakîya Mazlûm Dogan, 15 Tebaxê, navê Egîd, stranên Koma Berxwedan deng vedan."
 
  JIN 'TECRÎDE QEBÛL NAKIN'   
 
Eyşe Efendî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan û di dawiya axaftina xwe de got: "Tecrîd di hundirê tecrîde de heye. Ev ne tenê li ser şexsê serokatî ye. Ji ber tişta rast li ba seroktî ye, kilîda rastiya kurd li ba serokatî ye. Projeya demokratîk ku îro li tevahiyê Rojava tê meşandin projeya Serok Apo ye. Belkî Rêber Apo zindî ne di nav gelê xwe de ye, lê wekî fikir û raman îro her kes li ser wê fikra Ocalanî dijî. Ev proje heya sedan sal têra vî gelî dike. Ku sed sal derbas bibe jî wê jin nehêlin komplo bi ser bikeve û bigihê armanca xwe. Heya îro li Îmralî 23 sal in çi qanûn nehatin meşandin. Çalekiyên ji bo rêbertî dive em zêde bikin. Divê em xwedîderketinêk mezin çêbikin. Banga me ji bo temamî cîhanê ye. Êdî durûtiyê nekin. Em ji cîhanê re zelal in, divê ew jî zelal bin. Berxwedana gelê kurd di hêla herî bilind de ye. Em li Kobanê bi ser ketin, li Hesekê bi ser ketin. Bi ruhê Apocîtiyê divê em werin cem hev."  
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

11/02/2022
20:50 Derhêner Selamo hat berdan
19:47 HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê bang kir
19:41 Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da
19:32 Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin
18:28 Li Licê operasyona eskerî
18:22 Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin
17:43 DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike
17:25 Komîsyona Mafên Zarokan a Wanê hat avakirin
17:16 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
17:05 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye
16:42 Li Cizîrê zem bi meşeke girseyî hatin protestokirin
16:16 140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin: Bila mirina Tûran bê zelalkirin
15:57 Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin