Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine

img

MÊRDÎN - Îdianameya derheqê kuştina Şîmonî Dîril de hat amadekirin. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku “heta ku Dîrîl kuştîn lê xistine.” Dadgehê, di hinceta redkirina îdianameyê de qala fermandarê qereqolê kiribû ku digot haya vî kesî ji bûyerê heye. Lê di îdianameyê de derheqê fermandarê qereqolê de yek tiştek nehatiye gotin.

Hurmuz Dîril û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl di 8’ê çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê Bêşebap a Şirnexê winda bûbûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl 70 roj piştî bûyerê di Çemê Hezîlê de hatibû dîtin. Ji Hurmuz Dîrîl jî heta niha tu agahî nînin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê 2 sal berê derheqê bûyerê de lêpirsîna ‘nepenî” dabû destpêkirin û piştre jî îdianame amade kiribû. Serdozgeriyê îdianameya xwe ji 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê re şand lê dadgehê di 20’ê çileya 2022’yan de bi îdiaya “hinek xisûs kêm in”, îdianame  dîsa li serdozgeriyê vegerand. Li ser vê yekê dozgeriyê îtîraz kir û îdianame ji hêla dadgehê ve hat qebûlkirin. Ajansa me xwe gihand hûrgiliyên îdîanameyê. 
 
3 KESÊN GUMANBAR HENE 
 
Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku lêpirsîna derheqê Hurmuz Dîrîl de hatiye destpêkirin, ji lêpirsîna heyî hatiye cudakirin û îdianameya heyî li ser kuştina Şîmonî Dîrîl hatiye amadekirin. Îdianame bi tewanên “Bi hesteke hovane hatiye kuştin û heta ku kuştin jî êş pê dayîne kişandin” û “Bi plankirî hatiye kuştin” hatin kirin. Her wiha Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz jî wek kesên gumanbar hatin destnîşankirin. 
 
Di hinceta redkirina îdianameyê ya 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê de fermandarê qereqolê Ahmet Taşdemîr wek kesekê ku haya wî ji bûyerê heyî û derheqê bûyerê de xwedî agahî hatibû destnîşankirin. Lê di îdianameyê de derheqê Taşdemîr tenê yek gotin jî nehatiye kirin. Taşdemîr li ser hesaba xwe ya twîtterê digot ku haya wî ji bûyerê heye û agahî di destê wî de hene. Lê tevî vê yekê jî hat diyarkirin ku wan nekariye xwe bigihînin Taşdemîr û lê guhdarî nehatiye kirin. 
 
HETA KU MIRÎ JÎ LÊ XISTINE
 
Şêweyê kuştina Dîrîl jî di îdianameyê de hat destnîşankirin. Di rapora otopsiyê de diyar bû ku şopên lêdanê di serê wê de hene, kevilê serê wê birîn bûye, li hestûyên rûyê wê hatiye xistin û pirûskên wê hatine şikandin. Her wiha di îdianameyê de hat gotin ku ji ber lêdanê, hinavên Dîrîl xerab bûne. Îdianame wiha berdewam dike: “Aşkere bû ku heta Dîrîl jiyana xwe ji dest dayî jî lê hatiye xistin.” 
 
LI GORÎ DOZGER HER TIŞT JI BER XIZÎNEYÊ BÛ!
 
Bi domdarî di îdianameyê de dozgeriyê parastinên tawanbaran û delîlên heyî dane ber hev û encama wan bi 17 xalan destnîşan kir. Dozgerî îdia dike ku Hurmuz Dîrîl xizîne dîtiye û kiryaran jî ji bo xizîneyê ev bûyer pêk aniye. Di beşa nirxandina îdianameyê de dîsa sedema bûyerê weke xizîne hatiye destnîşankirin û ev tişt hatine gotin: “Ji ewil fîşekek li pişta Dîrîl xistine. Bi fîşekê re kilox û pergala kakûtê şikestiye. Êşeke mezin pê dayîne kişandin ku rê li ber xerabûna hinavên wê vekiriye. Heta ku kuştîn lê xistine û cenazeyê wê avêtine rûbarê gundê Mehrî. Tawanbaran ev cînayet ne bi hêrseke demkî kirine. Ji ewil alav û techîzatên xwe peyda kirine û çûne cihê xizîneyê. Di navbera her du aliyan de rageşiyeke dûvdirêj heye û bi hestekî dijminane û bi plan kuştine.”
  
DERHEQÊ BÛYERÊ DE 
 
Hurmuz Dîrîl û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl di 8’ê Çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê Bêşebapê winda bûn. 70 roj piştî bûyerê cenazeyê Şîmonî Dîrîl li rex Çemê Hezîlê hat dîtin lê ev bû 747 roj ku tu agahî ji Hurmuz Dîrîl nayên girtin. Biryar hat dayîn ku lêpirsîn ‘nepenî’ bidome û ev biryar hêj jî nehatiye guherandin. Di çarçoveya lêpirsînê de xizmê Dîrîl, Epro Dîrîl ku gumanbarê yekemîn tê dîtin du caran bi hinceta ‘ji bo girtina wî gumana pêwîst heye’ hatiye girtin lê piştre hat berdan. Eprol Dîrîl bi giştî jî 3 caran hatiye girtin ku niha jî di girtîgehê de ye. 
 
Îdianameya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatibû amadekirin û pêşkeşî 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hatibû kirin lê dadgehê îdianame red kiribû. Di hinceta redkirinê de dadgehê diyar kiribû ku li ser parkê Şîmonî Dîrîl şopên barûdê hatine dîtin, gule ji cihekî nêz ve lê hatiye dayîn lê derheqê çekên li mala Apro Dîrîl hatine dîtin de tu lêkolîn nehatine kirin. Di berdewamiya hincetê de hat gotin ku wan nekariya xwe bigihînin fermandarê qereqolê Ahmet Taşdemîr ku li ser hesaba xwe ya twîtterê digot haya wî ji bûyerê heye. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

11/02/2022
20:50 Derhêner Selamo hat berdan
19:47 HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê bang kir
19:41 Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da
19:32 Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin
18:28 Li Licê operasyona eskerî
18:22 Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin
17:43 DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike
17:25 Komîsyona Mafên Zarokan a Wanê hat avakirin
17:16 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
17:05 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye
16:42 Li Cizîrê zem bi meşeke girseyî hatin protestokirin
16:16 140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin: Bila mirina Tûran bê zelalkirin
15:57 Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin