Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin

img
SEMSÛR - Midurê nûçeyan ê Rojnameya Gerger Firat ku derbarê rayedarên wê de bi sedan lêpirsîn û doz hatine vekirin, Ozgur Bogatekîn wiha got: “Di pergaleke wisa de heke em di girtîgehê de nebin wê demê hin tiştên berovajî diçin hene.”
 
Li Tirkiyeya ku zextên li ser rojnamevanan zêde dibin, 62 rojnamevan girtî ne. Li gorî rapora sala 2021’an a Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) derbarê 54 rojnamevanan de lêpirsîn, 51 rojnamevanan de jî doz hat vekirin, li 47 rojnamevanan 133 sal, 8 meh û 21 roj cezayê hefsê hat birîn. Derbarê xwediyê Rojnameya Gerger ku 30 sal in li navçeya Aldûşê weşanê dike û zext lê tên kirin, Firat Haci Bogatekîn û midurê nûçeyan ê rojnameyê Ozgur Bogatekîn de bi sedan lêpirsîn hatine vekirin. 
 
DERBARÊ WAN DE BI SEDAN DOZ HATIN VEKIRIN
 
Ozgur Bogatekîn diyar kir ku di 30 salan de derbarê wî û bavê wî Haci Bogatekîn de bi sedan lêpirsîn hatine vekirin û wiha got: “Hejmara lêpirsînan ên heta niha derbarê min de hatine vekirin gihiştin 100’an. Hejmara dozan jî qasî 50’yan e. Ji ber ji van 3 dozan 23 rojan di girtîgehê de mam. Gelek jî cezayê şerta kontrola edlî û pere bû. Min ji gelekan beraet kir. Ji dozên hatine vekirin 6 jê hêj li Îstînafê, Dadgeha Bilind û AYM’ê ne. Derbarê bavê min de jî nêzî 500 doz hatine vekirin. Bavê min jî ji ber gelek dozan 13 mehan di girtîgehê de ma. Em êdî hejmara dozên derbarê me de hatine vekirin jî nizanin.”
 
‘EM NIKARIN KARÊ XWE BIKIN’
 
Bogatekîn, diyar kir ku ji ber bi awayekî azad dinivîsin derbarê wan de doz tên vekirin û wiha got: “Me pişta xwe daye gel, ew hêza em ji gel digirin hewl didin vê bikin. Hejmara dozên li min û bavê min hatine vekirin û zextên li me tên kirin ji ber vê ye. Ji ber lêpirsînên tên destpêkirin û dozên tên vekirin em hatine asta ku nikarin karê xwe bikin.”
 
ZEXT BI BINÇAVKIRINÊ DIDOMIN
 
Bogatekîn, qala sedemên dozên derbarê wan de hatine vekirin kirin û wiha berdewam kir: “Dema hûn li temamî dozên li navçeya Aldûş a Semsûrê hatine vekirin dinerin; hûn rê dinivîsin qeymeqamtî, hûn avê dinivîsin şaredarî, hûn ceyranê dinivîsin DEDAŞ aciz dibe. Tiştekî din dinivîsî miduriyeta polîsan aciz dibe û te binçav dike. Mirov ji van pirsgirêkan re bêdeng bimîne jî nabe. Bêdeng nemîne jî zexta polîsan, lêdana wan, binçavkirin û ketina girtîgehê li pey hev tê. Ji ber vê yekê em weke xebatkarên Rojnameya Gerger Firatê rojnamevanên li Tirkiyeyê herî zêde derbarê wan de doz hatine vekirinin.”
 
‘JI ÎŞARETA SERKEFTINÊ RE LÊPIRSÎN VEKIRIN’
 
Bogatekîn, da zanîn ku herî dawî bi îxbareke bênav derbarê wî de di 1’ê Sibatê de lêpirsîn hat vekirin û tişta ku pê tê sûcdarkirin wiha vegot: “Li Aldûşê mexduriyeteke berfê hebû. Nêzî 2 mîtroyan berf barî bû û bi rojan rê girtî bûn. Bi rojan me xwe gihand her gundî. Me nûçeyên van çêkirin û weşandin. Vê yekê jî rayedar aciz kirin. Piştî bertekan bi helîkopteran gihiştin kesên nexweş. Ambûlansên bipalet şandin û bil ez û bez rê vekirin. Lê dewletê ev nûçeyên me çêkirin jî ji bîr nekirin. Di encama trolên xistin dewrê derbarê me de lêpirsîn hat vekirin. Wêneyê hesaba min yê twîtterê û wêneyê di sala 2014’an de dema hatibûm binçavkirin li pêş wesayîta polîsan îşareta serkeftinê kiribû. Ev kirin mijara sûcdariyê. Dîsa di salvegera kuştina Dayika Taybet de parvekirinek kiribû û bi nivîsa ‘Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin, rêyên diyalogê bên vekirin’ nivîsek û nûçeyên berfê parvekiribûn. Ev bûn mijara sûcdariyê. Ji ber zarokekî birîndar ku heywanên kovî êrîşî wî kiribû û 6-7 saetan li benda rizgarkirinê bû, me dewlet xist tevgerê bi îxbareke bênav giliyê me hat kirin.”
 
‘EM Ê RASTIYAN BINIVÎSIN’
 
Bogatekîn, bi lêv kir ku rayedar hêza gel ji bo meqamên xwe bixeter dibînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sedemê zextên li me hatin kirin ev e. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Li welatekî weke Tirkiyeyê rêzê ji mafên mirovan û azadiya îfadeyê negire normale mirov di girtîgehan de bin. Di pergaleke wiha de mirov di girtîgehê de nebin wê demê hin tiştên berovajî diçin hene. Em berdewam bikin ku rastiyan binivîsin û em ragihandina rastiyan a gel bidomînin.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

11/02/2022
20:50 Derhêner Selamo hat berdan
19:47 HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê bang kir
19:41 Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da
19:32 Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin
18:28 Li Licê operasyona eskerî
18:22 Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin
17:43 DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike
17:25 Komîsyona Mafên Zarokan a Wanê hat avakirin
17:16 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
17:05 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye
16:42 Li Cizîrê zem bi meşeke girseyî hatin protestokirin
16:16 140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin: Bila mirina Tûran bê zelalkirin
15:57 Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin