Doza Kobanê: Kurd biçin li Çînê jî tiştekî bikin Tirkiye xwe aciz dike

img
ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz diyar kir ku gelê kurd, gelekî bindest e û wî xwest li cem kurdan cih bigire û bi tevlibûna HDP’ê re jî xwest rûmeta gelê tirk û sosyalîstan biparêze. Parmaksiz destnîşan kir ku gelê kurd heta li Çînê jî tiştekî bike, Tirkiye diçe êrişî wir dike.
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 9’emîn danişîna Doza Kobanê, di roja 6’emîn de berdewam kir. Doz li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê kirin û di danişînê de li gel endamên MYK’a HDP’ê, nûnerên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr û gelek parêzer jî amade bûn.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hinek siyasetmedar jî bi sedemên cuda beşdarî danişînê nebûn.
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û piştre jî Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz dest bi parastinê kir.
 
‘DEWLET TRAVMAYÊ DIJÎ’
 
Parmaksiz di parastina xwe de got ku derdorên neteweperwer û nîjadperest di mijara pirsgirêka kurd de wekî hev difikirin û wiha domand: “Hem rastgir hem jî çepgir, hem neteweperwer û hem jî şoreşgerên wan tevek di mijara pirsgirêka kurd de wekî hev difikirin. Bi ser damezirandina netewedewleta tirk re 100 sal derbas bûn. Windakirina xaka Efrîqa û balkanan rê li ber travmayê vekir. Heman travma derbasî damezirînerên komarê jî bû. Ji ewilî divê dewlet vê travmayê li ser xwe biavêje û dev ji polîtîkaya pişaftin û yekperestiyê berde.” 
 
‘KURD TEŞE DIDIN POLÎTÎKAYA DERVE’
 
Di berdewamê de jî Parmaksiz destnîşan kir ku gelê kurd li Çînê jî tiştekî bike, Tirkiye ji vê yekê aciz dibe û ev nirxandin kir: “Di gelek aliyan de kurd, teşe didin polîtîkaya Tirkiyeyê ya derve. Tirkiyeyê ji ber kurdan, dewleteke mîna DYA’yê jî kir dijberê xwe. Aştiyeke birûmet êdî neçariyeke. Divê mafên kurdan bên dayîn û kurd bi îradeya xwe biryarê bidin bê ka dixwazin bi tirkan re li ser vê xakê bijîn an na. Divê rêveberên tirk, xeta aştiyê bikin polîtîkaya dewletê.”
 
‘JI BO PARASTINA RÛMETÊ TEV LI HDP’Ê BÛM’
 
Parastina Parmaksiz wiha berdewam kir: “HDP, têkiliya dawî ya di navbera kurd û tirkan de ye. Piştî bi sedan salan, yekemîn car bi saya HDP’ê têkiliya di navbera her du gelan de li ser kedkaran hat avakirin. HDP ne tenê partiyan kurdan lê partiya tirkan jî ye. Lewma tevli HDP’ê bûm. Ez ji bo parastina rûmeta gelê tirk û sosyalîstan li vir im.”
 
NÊZIKATIYA PDK’Ê
 
Di berdewamê de jî Parmaksiz bal kişand ser nêzikatiya PDK’ê ya li hemberî HDP’ê û wiha pê de çû: “Hûn, me bi kurdperestiyê tawanbar dikin û ew jî dibêjin hûn zêde kurdperwer nînin. Pêşniyara min ew e ku hûn bernameya HDP’ê bixwînin. Li gorî min, peymana civakî bi destê Qesrê û DYA’yê hat xerabkirin. Ji ber ku di pêvajoya rayên HDP’ê zêde dibûn û yên qesrê jî kêm dibûn. Hinek rexne hene ku dibêjin hûn çima bi DYA’yê re têkiliyan datînin. Bi hezaran salan in hûn bi kurdan re dijîn. Heke hûn pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser nekin, wê demê dê hêzên emperyal bên û hewl bidin wê pirsgirêkê çareser bikin.” 
 
Şandeya dadgehê navber da danişînê û dê danişîn saet di 13.30’an de bi parastina Parmaksiz bidome. 
 

Sernavên din

11/02/2022
20:50 Derhêner Selamo hat berdan
19:47 HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê bang kir
19:41 Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da
19:32 Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin
18:28 Li Licê operasyona eskerî
18:22 Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin
17:43 DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike
17:25 Komîsyona Mafên Zarokan a Wanê hat avakirin
17:16 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
17:05 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye
16:42 Li Cizîrê zem bi meşeke girseyî hatin protestokirin
16:16 140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin: Bila mirina Tûran bê zelalkirin
15:57 Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin