Çalakiyên karkeran dibin cihê hêviyek mezin

img
STENBOL - Çalakiyên karkeran ên li dijî bihabûnê pêl bi pêl zêde dibin. Ev yek ji bo derdorên ku mafên wan tên desteserkirin dibe cihê hêviyek mezin. 
 
Liv û tevgera karkeran a 6 mehên dawî, ji bo derdorên mafên wan tên xespkirin dibe cihê hêviyek mezin. Çalakiyên ku di mehên dawî yên sala borî de dest pê kirin her diçe berfirehtir û berbelavtir dibin. Karkerên ku li dijî meaşê kêm, xebata zêde, xebata bê sîgorte û ne ewle radibin û dadikevin kuçeyan, bi van çalakiyên xwe mafên xwe bi dest dixin. 
 
ÊN DEV JI KAR BERDIDIN BI SER DIKEVIN
 
Li Stenbolê karkerên Fabrîkeya Alpîn Çorapê 3 wardiyeyan kar dabûn sekinandin. Piştî vê kardêr paş de gav avêtibû û karker bi ser ketibûn. Bi vê têkoşîna karkeran re meaşê wan 2 hezar û 500 lîre hatibû zêdekirin. 
 
Li Stenbolê karkerên Fabrîkeya Oztaş Çorapê jî li ber zema hindik rabûbûn. Karkeran di 6'ê Sibatê de dev ji kar berdabûn. Piştî ji sedî 90'ê daxwazên wan hatibûn qebûlkirin di 9'ê Sibatê de çalakiya xwe bi dawî kiribûn û meaşê wan ji 5 hezar û 400 lîreyî bûbû 6 hezar û 500 lîre. 
 
Hin çalakiyên karkeran ên didomin ev in:
 
KONTAQ GIRTIN BI SER KETIN
 
Karkerên Trendyol Expresê di 24'ê Çileyê de li ber pêşniyaza şîrketê ya zema ji sedî 11 li Stenbolê çalakiya kontaqgirtinê li dar xistibûn. Lê di 26'ê Çileyê de meaşê wan ji sedî 38 hatibû zêdekirin û çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Her wiha di 29'ê Çileyê de karkerên hepsîJET û Scottyê jî bi heman daxwazê qontaq girtibûn. Piştî wan karkerên kargoya Yûrtîçî, Aras û Suratê jî heman çalakî li dar xistin. 
 
Kuryeyên Yemeksepetiyê û Banabiyê jî di 1'ê Sibatê de li ber meaşê kêm rabûn. Karkerên ku li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Mêrsîn û gelek bajarên din kontaq girtin, diyar dikin ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
KARKERÊN MÎGROSÊ: EM Ê BI SER BIKEVIN
 
Karkerên depoyê yên Mîgrosê jî di 3'yê Sibatê de dest bi çalakiya devjikarberdanê kirin. Karkerên dest bi çalakiyê kirin ji kar hatin derxistin. Çalakiya katkeran a li ber depoyê didome. Karker dixwazin serê saetê 4 TL bê zêdekirin, prîmên wan bi awayekî qanûnî bên mîsogerkirin, ji bo tenduristî û ewlehiya kar tevdîr bên girtin û 257 karkerên ji kar hatine derxistin cardin vegerin ser kar. Karkeran, ragihand ku heya bi ser bikevin dê li ber xwe bidin. 
 
KARKERÊN DARÎNDA ÇORAPÊ
 
Li Beylîkduzuya Stenbolê karkerên Fabrîkaya Darînda Çorapê jî li ber meaşê hindik rabûn. Karker dixwazin meaşê wan ji sedî 70 bê zêdekirin. Yanî meaşê wan herî kêm bibe 6 hezar û 500 TL. 
 
BERXWEDANA KARKERÊN FARPLASÊ DI ROJA 25'AN DE YE
 
Li Gebze ya Kocaeliyê karkerên Fabrîkaya Farplas Otomotîvê jî di 20 Çileyê de ji bo meaşê wan ji sedî sed bê zêdekirin, dema kar ji 12 saetan bibe 8 saet û ferqa ji sedî 10 bê dayîn dest bi çalakiyê kirin. Karkeran daxuyand ku heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê li ber xwe bidin. 
 
KARKERÊN CORAZONÊ
 
Li navçeya Dîlova ya Kocaeliyê jî karkerên Fabrîkeya Corazon Ambalasê ji ber ku 2 sal in meaşê karkeran dereng dide û 3 meh in meaş nedane, di 1'ê Çileya 2022'yan de dest bi çalakiyê krin. Çalakiya karkeran didome. 
 
Li Alîga ya Îzmîrê jî karkerên keştiyan ên Kalkavan, Leyal û AGS'ê ji ber meaşê kêm dev ji kar berdan. Karker dixwazin heqdesta hosteyên keştiyê 500, ya karkerên liq adê 450, ya operatoran 400 û ya şagirtan 350 TL be. 
 
Li Dîlokê jî karkerên Bade Îplîkê bi daxwaza meaşê wan bibe 5 hezar û 500 lîre û mehê 300 lîre prîm bê dayin û karkerên Bade Haliyê jî ji bo meaşê wan herî kêm bibe 7 hezar û 500 lîre dev ji kar berdan. Çalakiya karkeran ji 11 Sibatê ve didome. 
 
Li Rihayê jî karkerên Fabrîkeya Ûgûr Tekstîlê di 22'yê Mijdara 2021'ê de dest bi çalakiyê kirin. 

Sernavên din

17/02/2022
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin