Serdema zayîna sêyemîn: Ez ji bo krîzan li çareseriyê digerim

  • rojane
  • 09:46 13 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku Ewropa bi komployeke navneteweyî ve girêdayî polîtîkaya kurdan a 200 salên dawî ye û ew li çareseriya krîzên pêvajoya Îmraliyê ku weke "serdema zayîna sêyemîn" bi nav kir, geriyaye. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hevkariya hêzên kurewî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ji wê rojê û vir ve di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F tê girtin. Ocalan di hevdîtinan de gelek caran derbarê paşxaneya dîrokî ya komploya ku 23’yemîn salvagera xwe li paş dihêle nirxandinan kiribû. 
 
KOZA PIRSGIRÊKA KURD A EWORPAYÊ 
 
Ocalan di hevdîtinên pê re hatin kirin de gelek caran anîbû ziman ku bi komployê re polîtîkaya kurd a Ewropayê ya du sed salên dawî hatiye şopandin û wiha gotibû: “Bingeha vê siyasetê ew e ku kurd weke amûreke tehdîdê bikar bînin da ku Îran û ereb û bi taybetî jî tirk bi wê ve girêdayî bin. Min ji bo çareseriya dawîn a pirsgirêka kurd hewldanên girîng kir. Ji aliyekê din ve her tim vê pirsgirêkê weke qertek ku wê di destê xwe de bikaranîn, girtin. Ne di berjewendiya wan de bû ku ev çek ji destê wan bê girtin. Wan nexwest dest ji girtina wê weke bermayiya herî qirêj a siyaseta kevneşopî ya kolonyal berdin. Pirsgirêka kurd a bi awayekî stratejîk çareser bû ji bo wan pirsgirêkek bû ku hîn dema wê nehatibû. Heya ku Îran hesabên xwe yên bi Iraq û Tirkiyeyê re nebîne, helwêsta zelalkirina qerta kurdan diyar bû." 
 
TASFIYEYA KURDAN
 
Ocalan di gelek hevdîtinan de jî destnîşan kiribû ku armanca komployê paqijkirina kurdan e û gotibû: “Tesfiyenekirina tevgera azadiya kurd wê bibe sedema hewldanên tasfiyekirin û parçekirina wan û careke din an jî wê ji hev belav bibin. Di heman demê de ew ê hewl bidin ku şert û mercên aştiyê yên pêşketî bi kar bînin, her çend kêm be jî. Têkçûna tevgera azadiyê ya ji bo avakirina civaka sivîl a azad wê hewldanên îstîsmarê zêdetir bike. Ji ber vê yekê girîng e ku hem li rêxistinên kevneperest ên mezhebên paşverû û hem jî li rêxistinên sivîl ên sexte yên hevkar bên girtin û rê nedin ku raya giştî bixapînin.” 
 
SERDEMA ZAYÎNA SÊYEMÎN 
 
Ocalan pêvajoya Îmraliyê ji bo kurdan û ji bo xwe weke "Serdema zayîna sêyemîn" pênase kiribû û gotibû: "Şert û mercên Îmraliyê ne tenê weke şexs, weke komar û gel tê wateya zayîna sêyemîn. Pêvajo li gorî hemû hêzan ji nû ve zayînê û teşe dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji exlaq heta hunerê her qad diheje û bi krîzê re li çareseriyê digere. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya xistina vê rastiyê. Ji van qeyranan re li çareseriyan digerim. Parçeyeke bingehîn a hebûna min a sazîbûnê, hişmendî û vîna azadiya kurd e. Komara li ser înkarkirina îradeya azad a kurd olîgarşîk e û ev yek jî wê bibe sedema tundî û veqetînê. Ji yekîtiya azad re ango lihevkirina demokratîk tê wateya jiyana di nava aştî û yekîtiyê de ye. Ji ber ku têkoşîna di navbera komara olîgarşîk û komara demokratîk de hîn bi dawî nebûye, ev yek nayê pêkanîn. Di vî warî de pêvajoya Îmraliyê bi awayekî sembolîk qonaxeke dîrokî nîşan dide." 
 
KRÎZA DÎROKΠ
 
Ocalan anîbû ziman ku ev rastiya bingehîn di bin krîza ku Tirkiye di dîroka xwe de cara ewil dibîne ye û wiha gotibû: “Rastiya ku diyardeya siyasî ya ku qada analîtîk e, wekî Meclis û Hikûmetê mijarê bi awayekî realîst dinirxîne. Erka xwe di wextê xwe de pêk nayîne, kêşeyan vedişêre û dihêle ku têk biçe û çareser nebe, ev jî nîşan dide ku çavkaniya krîzê jî siyaset e, ji ber ku di çapameniyê de bi giranî cih tê. Ev nêzîkatî Tirkiyeyê mehkûmî sîstemeke ku li hundir û derve tê ferzkirin û li ser çeteyên kirêt û gendeliyê hatiye avakirin û ji ber vê yekê ketiye krîzê. Her sal, her meh jî dibe sedema bi milyaran dolar zirara aborî û di warê giyanî de êş û tengasiyek kûr dide vî welatî. Ji şerê 15 salan heta niha 40 hezar kes mirine û bi sed milyaran jî zirara madî wek bîlançoya dane eşkerekirin. Di wê rewşê de ya ku divê bê kirin ew e ku di hemû şert û mercên dîrokî, civakî û navneteweyî de nêzî vê diyardeyê bibe û bigihêje pênaseyek û çareseriyeke rast. Heya ku ev neyê kirin, mezinbûna piralî ya krîzê her berdewam bike.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

17/02/2022
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin