Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn

  • rojane
  • 09:54 13 Sibat 2022
  • |
img

DERSIM - Cemxaneya Duzgun Baba ya li navçeya Qisle ya Dersimê wekî kargeh hatiye hesibandin û di 3 salan de 60 hezar TL cezayê bacê lê hatiye birîn. Her wiha piştî qeymeqam gilî kiriye, SGK'ê jî bi hinceta "bi qaçaxî karkeran dixebitîne" teblîxat jê re şandiye. 

Li navçeya Qisle ya Dersimê Komeleya Çand, Pêşxistin û Alîkariyê ya Ziyaretên Duzgun Baba wekî kargeh hatiye hesibandin û di 3 salan de 60 TL cezayê bacê lê hatiye birîn. Wekî hincet jî mesrefên ji aliyê rêvebiriya cemxaneyê hatine kirin hatine nîşandan. Di nav van cezayan de ji bo sobeya bi 500 lîreyî ji bo cemxwaneyê hatiye kirîn 3 hezar TL û ji bo rûnê nivişk ê ji bo loqmeyan bi 600 lîreyî hatiye stendin jî 3 hezar TL ceza hatiye birîn. 
 
Rêvebiriya cemxaneyê ji bo 30 hezar TL cezayê di navbera 2019-2020'î de li cemxaneyê hatiye birîn çûye qeymeqamtiya navçeyê û Walîtiya Dersimê. Walî û qeymeqam soz dane dê vê yekê sererast bikin. Ji ber vê jî rêvebir ji bo îtirazê serî li dadgehê nedane. Lê piştî vê bi çendekê qeymeqamtiya navçeyê navê 30 kesên li cemxaneyê çayê belav dikin, paqijiyê dikin, loqmeyan çêdikin û karên din ên cemxaneyê dikin ku pîr û anayên 80-90 salî jî di nav van kesan de ne, daye Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) û gotiye cemxane "bi qaçaxî kesan dide şixulandin." 
 
Piştî vê giliya qeymeqam, SGK'ê jî di 15'ê Adara 2021'ê de teblîxat ji cemxaneyê re şandiye. SGK'ê di teblîxatê de diyar kiriye ku ger di nava 30 rojî de sîgorteya van kesan neyê çêkirin dê ceza bibirin. 
 
Di dawiya sala 2021'ê de jî bi hinceta mesrefên hatine kirin bê fatûre bûne, li dor 30 hezar TL'yî ceza li cemxaneyê hatiye birîn. Bi vî awayî bi giştî 60 hezar TL ceza li cemxaneyê hatiye birîn. 
 
'BÊHIQÛQÎTÎ YE'
 
Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek, anî ziman ku cezayên hatine birîn bêhiqûqîtî ye. 
 
Kirmiziçîçek, got: "Me ji bo loqmeyan bi 600 lîreyî nivişk ji gundiyan stend. Me ev yek wekî mesref li deftera komeleyê nivisiye. Lê ji bo vê 3 hezar TL ceza li me birîn. Ji ber ku fatûreya nivik tune ye. Ma ê li cem gundiyan fatûreya çi hebe! Bi sedemên wisa ecêb ceza li me birîn. Her wiha ji ber ku me bûrs daye xwendekaran û ji ber ku meqbûza wê tune ye, 18 hezar TL ceza li me birîn. Me loqme belav kirine, me ji navenda dersimê heya cemxaneyê wesayît kirê ye. Ji bo vana hemûyan ceza birîn. Di 3 salên dawî de me ji bo cemxaneyê çi kiribe ceza birîne." 
 
Kirmiziçîçek, diyar kir ku ji ber van cezayan di 10'ê Sibatê de serî li Baroya Dersimê dane û doza alîkariya hiqûqî kirine. 
 
Kirmiziçîçek, vê yekê wekî xeleka zilmê ya bi hezaran salan e li ser elewiyan tê kirin bi nav kir û got: "Bi çavê bazirganxaneyekê nerîna li cemxaneyê ne nêzîkatiye rast e. Ev netamûlkirina elewîtiyê ye. Bi vî awayî felsefe û baweriya elewîtiyê ceza dikin. Tişta em dibînin ev e; ger hûn îtaet bikin hûn ê bên xelatkirin, lê wekî din hûn ê bên tepisandin û cezakirin. Lê em ê bi tu awayî paş de gav enavêjin. Ji bo vê, ji bo hesasbûnê em bang li gelê xwe dikin. Duzgun Baba navendeke baweriyê ya vî gelî ye. Lewma em nêzîkatiyên bi vî rengî yên li hemberî baweriya xwe qebûl nakin." 
 
MA / Cengîz Ozbasar

Sernavên din

17/02/2022
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin