Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê

  • rojane
  • 13:50 21 Sibat 2022
  • |
img
 
ENQERE  - Hevseroka Rêxistina Bajêr a HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu derheqê 4’emîn Kongreya Awarte ya HDP’a Enqereyê de axivî û wiha bang kir: “Ji bo hemwelatîtiya wekhev ku hemû gel û bawerî bi awayeke wekhev û azad û bi nasnameya xwe bijîn, wer in em bi hev re vê pergala tarî biguherînin.” 
 
Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 10’ê nîsana 2022’yan de bi dirûşma “Li dijî faşîzmê em bi hêvî û cesaret xwe birêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin”, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet dê 4’emîn Kongreya Awarte li dar bixe. Têkildarî mijarê, li hotêlekî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li Enqereyê dem dema HDP’ê ye” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de ji ewil Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu axivî û di serî de 21’ê Sibat Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir. 
 
‘QEYRAN KÛR DIBE’
 
Sînemîllîoglu diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de gel tu carî bi qasî niha xizan nebûye û wiha domand: “Ji bilî rûniştvanên Qesrê û alîgirên wan, gefa xizanî û birçîtiyê li ser tevahiya gel heye. Qeyrana siyasî ya AKP-MHP’ê her roj kûrtir dibe û bedela vê qeyranê jî li gel, karker, kedkar, jin û ciwan didin. Qeyrana heyî bêhn li kedkaran çikand. Tirkiye di nava qeyraneke aborî, civakî û polîtîk de ye. Her ku bloka AKP-MHP’ê hêza xwe winda dike jî zexta li ser muxalîfan girantir dike.” 
 
‘HDP MIZGÎNIYA VEGUHERÎNÊ DIDE’
 
Di berdewamê de jî Sînemîllîoglu anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji hev dikeve û wiha pê de çû: “Tevî hemû zextan jî partiya me têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê, têkoşîna azadî û kedê bênavber didomîne. Partiya me, mizgîniya veguherîna têkoşîna demokratîk dide û biryardariya xwe ya têkoşînê xurtir dike. Di serdemeke wiha de jî em ê 4’emîn Kongreya Awarte ya Enqereyê li dar bixin. Ji bo ku xebatên xwe yên birêxistinkirinê bênavber bidomînin, em ê di 10’ê nîsanê de bi dirûşma ‘Li Enqereyê dem dema HDP’ê ye’ kongreya xwe li dar bixin.” 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Sînemîllîoglu da zanîn ku ji bo civakîkirina nirxên têkoşîna xwe, ji bo ku qadên têkoşînê yên cuda bînin ba hev, ji bo ku li ser bingeha demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê bêne cem hev, ji bo rewşa parçebûyî ya hêzên muxalefetê ji holê rakin û bihêztir bikin, ji bo ku di diyarkirina pêşeroja gelên Tirkiyeyê de xwedî gotin û biryar bin, dê li Enqereyê têkoşîneke hevpar ava bikin. Sînemîllîoglu destnîşan kir ku li dijî êrişên ser jinan, xistina parlamenteriya perlamenterên jin, betalkirina Peymana Stenbolê, berdana kujerên jinan û parastina tacîzkar û tecawîzkaran dê têkoşîn û tifaqa xwe mezintir bikin. 
 
‘EM Ê AŞTIYÊ ZINDÎ BIKIN’
 
Bi domdarî jî Sînemîllîoglu anî ziman ku partiya wan hêviya jiyanê ya alternatîf a hemû gel, bawerî, jin, ciwan û bindestan e û wiha derbirî: “HDP, têkoşîna azadiyê ye. HDP, hêviya aştiyê ya Tirkiyeyê ye. HDP, deng û peyva wijdana civakî ye. Ji bo demokrasî, azadî, wekhevî û aştî li ser vê xakê aj bide, çi ji destê me were em ê bikin. Ji bo aştiyeke mayînde, hemwelatîtiyeke wekhev, pêşîlêgirtina talankirina xwezayê û bi dawîkirina kedê, ya ku ji destê me tê em ê bikin. Banga me ji bo hemû kesên xwedî wijdan e. Wer in em bi hev re rêya demokrasiyê, kar, dahat û azadiyê berfirehtir bikin û dawî li qirkirina xweza û jinan bînin.”
 
* Ji bo demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û azadiyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, ji bo naskirina mafê zimanê dayikê û hemû mafên gerdûnî, ji bo civakîkirina têkoşîna civakî, 
 
* Di pêvajoyeke herî krîtîk a di dîroka Tirkiyeyê de ji bo ku tifaqa demokrasiyê çalaktir bikin, ji bo birêxistinkirina muxalefeta gel, ji bo ku dengê kedkaran di qada siyasetê de xuyanîtir bibe, ji bo avakirina têkoşîneke berfirehtir ku bi polîtîkayên xurtir bikare mafên ked û çînan biparêze, 
 
* Ji bo ku li hemberî hêzên nîjadperest, netewperest, mîlîtarîst, zayendperest û kevneperest bisekînin, ji bo ku li dijî van hêzan berxwedaneke civakî û têkoşîneke hevpar ava bikin, 
 
* Ji bo ku pêdiviyên civakî esas bên girtin, ji bo ku mafên perwerde, tenduristî, hewîn, hatin û çûnê bêhtir bên qîrîn û ji bo avakirina têkoşîneke yekbûyî, 
 
* Ji bo hemwelatîtiyeke wekhev ku jiyaneke wekhev û azad a gelan esas digire û wan bi nasnameyên xwe nas dike,
 
* Ji bo ku polîtîkayeke jiyaneke bêastengî, adil, wekhev, xweser û mafan esas digire bikeve meriyetê, ji bo piştgirî û piştevaniya bi paneberên ji cih û warên xwe hatine kirin û rastî her cureyên cihêkarî û tundiyê tên, 
 
* Li dijî hewldana tunekirina ziman û çandan a zîhniyeta yekperest; ji bo ku dayikên me, xwîşkên me, cîranên me û hevalên me bi awayekî azad binivîsin werin em bi hev re têbikoşin, hêzên xwe bikin yek û bi hev re vê pergala tarî biguherînin. 
 
* Li dijî kesên ku dixwazin tarîtiya faşîst li ser vê xakê serwer bikin; banga me ji hemû gelên me, ji hemû jinan, ciwanan û kedkaran ew e ku ji bo serkeftina demokrasiyê û azadiyê di 10’ê nîsanê de beşdarî 4’emîn Kongreya Awarte ya Enqereyê ya HDP’ê bibin. Em banga xwedîderketina li kongreyê, xwedîderketina li pêşerojê li hemû kesî dikin.” 
 

Sernavên din

24/02/2022
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim