Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin

  • rojane
  • 16:54 21 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan, bi wesîleya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê hat kirin. 

Di serî de Amed, Edene, Êlih û gelek bajaran, ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimakê Zikmakî ya Cîhanê bi tevlîbûna gelek kesan daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de qala girîngiya zimanê zikmakî hat kirin û daxwaza ku polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanên zikmakî bên bidawîkirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerdeyî bê dayîn. 
 
AMED 
 
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê, li ber derê Faqulteya Hiqûqê hatin gelhev û 21'ê sibatê bi daxuyaniyekê pîroz kirin. Xwendekaran di daxuyaniya xwe de pankarta "Dar li ser koka mirov li ser zimanê xwe şîn dibe" vekirin û dovîzên "Jiyana bêziman nabe" û "Zimanê azad jiyana azad" hilgirtin. Di daxuyaniyê de li ser navê xwendekaran xwendekar Onûr Erzen axivî û diyar kir ku zimanê wan ê zikmakî ne ji ber polîtîkayên tekperest ne li dibistanan ne jî li meclisê nayê qebûlkirin. Piştî daxuyaniyê bi awayekî sembolîk dersa kurdî hat dayîn. Daxuyanî bi da bi govend gerandinê bi dawî bû. 
 
EDENE 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê, bi şîara "Zimanê zikmakî maf e nikare bê qedexekirin" li Parqa Înonî ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Zimanê zikmakî maf e nikare bê qedexekirin. 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî" hat vekirin. Dovîzên "zimanê zikmakî jiyan e" yên bi kurdî, erebî, tirkî û ermenkî hatin hilgirtin. Endam û rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edenê Yakûp Ataş axivî û diyar kir ku zimanê mirov sedema hebûna mirov e. 
 
Hevserokê HDP'a Edenê Mehmet Karakiş jî xwest ku nasname û rastiya kurdan bê qebûlkirin û zimanê kurdî weke zimanê fermî bê naskirin. 
 
Daxuyanî bi dûrişmeya "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû. 
 
ELIH 
 
Nûnertiya Platforma Zimanê Kurdî ya Êlihê, li Parqa Yilmaz Guney daxuyanî da. Endam û rêveberên ARÎ-DER'ê, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” hat vekirin. Parlamenter Tiryakî, xwest ku li ziman xwedî bê derketin û li Êlihê her kêliya jiyanê bibe kurdî. 
 
Hevserokê ARÎ-DER'ê Mazlûm Buksel jî xwest ku terka bîrdoziya "tekperest" bê terkandin û xwest ku astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin û perwerdeya bi zimanê zikmakî bi awayekî qanûnî bê nasîn. 
 
Daxuyanî bi dûrişmeya "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.
 
MÊRDÎN
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi 5 zimanan helbest hatin xwendin û Qoroya Zarokan a Kurdî dilam gotin. 
 
WAN 
 
Komeleya Çand, Huner, Mirovnasî û Zanîstê ya Wanê (BASK-DER), 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li avahiya xwe civîna çapameniyê li dar xist. Si civînê de Endamê BASK-DER Yûnûs Kuçukçelebî axivî û diyar kir ku kurd destûr nadin polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê xwe û ev tişt got: "Zimanê kurdî zimanê neteweyeke nêzî 50 milyon kesî ye. Lê zimanê kurdî ji derfetên bikaranînê û kurd jî ji mafê xwe yê ziman bêpar hatine hiştin".
 
ERDÎŞ
 
Li navçeya Erdîş a Wanê jî Komeleya Lêkolînên Çand, Huner û Ziman (ARSÎSA), xwest li eywaneke dewetê li ser ziman panel li dar bixe. Lê destûr nehat dayîn. Dema ku ji destpêkirina panelê re demeke kurt ma polis hatin eywanê û gotin ku wê destûr nedin panelê. Berdevkê Komeleyê Cevdet Zîlanlî, bertek nîşanî pêkanîna li dijî wan da û got ku astengkirin tiştekî bikêfî ye. Li ser astengkirina panelê girseya ji bo panelê hatibû ber eywanê derbasî avahiya ARSÎSA'yê bû. Li vir Zimanzan Zamî Hezil û Ehmet Salxin li ser ziman axivîn û bal kişansin ser polîtîkayên pişaftinê. 
 
QERS 
 
Rêxistina HDP'ê ya Qersê, ji bo Roja Zimanê Zikmakî li avahiya xwe daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Qersê Cengîn Anli axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê ziman hatine tunekirin û ev tişt got: "Heke bi kurdî neyê axaftin, neyê hînkirin bi tunebûnê re rû bi rû bimîne. Heke ziman tune bibe wê jiyan jî tune bibe. Mafê zarokên kurd e ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin. Ev maf nikare bê astengkirin." 
 
COLEMÊRG 
 
Li Colemêrgê jî HDP’ê li pêş avahiya xwe têkildarî rojê daxuyanî da. Rêveberê bajêr Kadîr Şahîn ê daxuyanî xwend, wiha got: “Zimanê kurdî di girtekên Meclîsê de weke zimanê nayê zanîn derbas dibe. Em weke partî di her şert û mercî de dibêjin dersên bijarte têra nakin û herkes xwedî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.”
 
GEVER
 
Daxuyaniya li pêş avahiya HDP’ê ya Geverê hat dayîn jî rêveberê HDP’ê yê navçeyê Star Kûrt xwend. Kûrt, bi lêv kir ku polîtîkayên pişaftinê qedexeker ên li ser ziman qebûl nakin û wiha axivî: “Aşkere ye ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê bi çend hewldanên demkî, mijûlker û taktîkî çareser nabe.”
 
ÎDIR
 
Rêveberên HDP’ê yên Îdirê, bi wesileya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li nava bajêr belavok belavkirin û têkildarî girîngiya rojê li pêş bîrdariya Mûsa Anter a li ser Cadeya Cûmhûriyet daxuyanî dan. Hevserokê HDP’a Îdirê Suleyman Serhat ê metna daxuyaniyê xwend wiha got: “Nêzikatiya desthilatê ya li hemberî kurdî bi hewldanên qeyûman ên jê birina temamî ya bi kurdî ya di qadên cemaweriyê de xwe dide nîşandan.”
 
ENQERE
 
Daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar, ku ji aliyê 159 saziyên ji aliyê Tora Şopandin û Belgekirin û Raporkirinê ya Mafên Ziman ve hatin amadekirin, bi 27 zimanan hate weşandin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku astengiyên li pêş zimanên dayikê bên rakirin û hat destnîşankirin ku mafê ziman mafekî însanî ye.
 
 
 

Sernavên din

24/02/2022
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim