'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'

img
STENBOL - Tahîr Aktaş, bavê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune ne, destnîşan kir ku tenduristiya kurê wî nebaş e û got: "Ergîn, 12 sal in bê dest e. Ew hema bila tenê rojekê bê dest bimînin, hela wê çi bikin."
 
Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan yek jê jî Ergîn Aktaş (33) e. Aktaş ê 12 sal in girtiye, heya niha sirgûnî girtgeha Erzirom, Agirî, Menemen, Ûmraniye û Silivriyê hatiye kirin û niha di Girtîgeha Metrîs a Stenbolê ya Tîpa R a Jimare 2'yan de ye. Aktaş ê ku 12 sal in girtiye û her du destên wî ji zendikê ve tune ne, cezayê muebeda girankirî lê hatiye birîn. Her wiha nexweşîna KOAH'ê jî pê re heye. Saziya Tiba Edlî (ATK) heya niha 5 caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye Aktaş, lê dîsa jî nayê berdan. 
 
Bavê wî Tahir Aktaş ku piştî nêzî 3 salan di 2'yê adarê de li girtîgehê hevdîtin bi wî re kir, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji ajansa me re vegot. 
 
DERMANÊN WÎ NADINÊ
 
Bav Aktaş, bibîr xist ku ji ber pandemiyê nêzî 3 salan nikaribûne hevdîtinê bi kurê xwe re bikin, lê di 2'yê Adarê de çûne girtîgehê û hevdîtin pê re kirine. Aktaş got: “Piştî 3 salan em çûn, me ew dît. Nexweşiya kurê min hê jî berdewam dike û bi dermanê wî nadinê. Kurê min got, piştî ku Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu li Meclîsê qala nexweşiya wî kiriye û pêwendî bi girtîgehê re daniye, dermanên wî hew dane wî. Ji bo ku kurê min baş bibe, divê dermanên wî bên dayin. Çend roj berê jî ji ber nexweşînê xwîn ji deva hatiye. Rewşa wî nebaş e. Mirovekî di vî halî de wê çawa karibe jiyana xwe bidomîne? Hevalê li cem wî jî lingê wî tune ye. Gava wan ji hev dûr dixin, her du jî perîşan dibin. ”
 
GEF LÊ XWARINE
 
Aktaş, bilêv kir ku gava kurê wî sewqî nexweşxaneyê kirine, bijîşk gef lê xwarine û jê re gotiye "Hûn eziyetê bi gardiyan û eskeran didin kişandin." Aktaş, got: "Ergîn jî got, 'Ma tu dizanî em xwe çawa xwedî dikin? Em birînên xwe çawa derman dikin? Tu qet difikirî ku em jiyana xwe çawa didomînin? Tu vê nabînî, lê tu dibêjî hûn eziyetê bi eskeran didin kişandin.'" 
 
Aktaş got: "Eger mirov di girtîgehê de be jî, bila wekî mirovan muameleyê bi wan re bikin. Cezayê xwe dikêşin, îja doza çi li wan dikin. Ji rewşa wan jî xuya ye ku tenduristiya wan nebaş e. Em jî ji ber wan gotinên bijîşk êşiyan."
 
RAPORÊN ATK'Ê
 
Aktaş, bibîr xist ku ATK'ê heya niha 5 raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" dane kurê wî, lê dîsa jî kurê wî nayê berdan. Aktaş got: "Kurê min di Girtîgeha Îzmîrê de 3 salan bi tena serê xwe di hucreyê de ma. Wezîrê Dadê yê wê demê Bekîr Bozdag gotibû, 'Em nikarin kesî bibin cem Ergîn, wê ji bo bombeyan girtiyan perwerde bike.' Ergîn nikare xwe xwedî bike, wê çawa wan perwerde bike?" 
 
Aktaş, destnîşan kir ku divê kurê wî û girtiyên nexweş ên din bên dermankirin û got: "Heya niha 5 caran rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' dane Ergîn, lê dîsa jî nayê berdan. Ev rapor ên ATK'ê ne û ATK jî saziyeke dewletê ye. Gava ATK dabe, kes nikare tiştekî din bike. Bila ev rapor esas bên girtin. Dibêjin 'ji bo civakê talûke ye' û wî bernadin. Em jî dibêjin, ev kesên van raporan red dikin, hela bila rojekê destên xw enexebitînin bê wê halê wan çawa be. Ger karibin, bê dest tevbigerin nexwe wê gavê Ergîn jî yê karibe. Ergîn, 12 salin bê dest e. Ew hema bila tenê rojekê bê dest bimînin hela bê wê çi bikin." 
 
'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'
 
Aktaş, diyar kir ku gava çûne girtîgehê rewşa kurê wî nebaş bûye û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Aktaş di dawiya axaftina xwe de got: "Qet nebe bila girtiyên nexweş bên berdan. Em dixwazin pêşî hemû girtiyên nexweş û paşê jî Ergîn bê berdan. Piştî vê saetê tu fêde û zirara Engîn nagihêje tu kesî. Bila temenê xwe yê dawî li cem malbata xwe derbas bike."
 
MA / Mazlûm Engîndenîz
 

Sernavên din

11/03/2022
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist